NIVÎSKAR Û HELBESTVANÊ “HUBA DILA”: ÛSIVÊ BEKO

NIVÎSKAR Û HELBESTVANÊ “HUBA DILA”: ÛSIVÊ BEKO

Şemoyê Memê, edebîyetzan

 

“E’mir da xort nêçîrvanê zeriya ne. Lê ya me usa nîbû. Qey ez nêçîra wê bûm, lê ew nêçîrvan. Kafira min, ez kiribûm nêçîra xwe, lê ne dikuşt, ne jî saxe-sax dihîşt.

Her dûrva tîrê huba dilê xwe berî dilê min dida.

Nêçîrvan raw, nêçîra xwe dikin, nêçîr jî gulla wan yanê cî bi cî têne kuştinê yan birîndar dibin.

Lê nêçîrvana min başqe bû. Gava rastî min dihat ne nêzîk dibû, ne jî min ra xeber dida. Her li min dinihêrî, şîrin dikenya, derbaz dibû, diçû.

Gava ez ji êşa dil hildikişyam li ser zinarekî rûdiniştim û bi zelûlî distira, ew ê hevalara digot: “bextê we me, bihêlin ez bibhêm…”

Bêrhema min bona nefsa dilê min bûbû zozan, ez jî zozanvanê wê. Lê tobe be min ne nûbara wê kerem kir, ne jî bi hisretî serê xwe danî li ser bilindaya zozana wê ye hijmekar….

Belê ez nêçîr bûm, ew nêçîrvan. Kafira min, ez kiribûm nêçîra xwe, lê ne dikuşt, ne saxe-sax digirt…” (Ûsive Beko,1978: 21)

Ev kurteçîrokeke kurt ya Ûsivê Beko ye. Dibe ku ji we gelekan navê wî kêm caran bihîstiye an jî heta niha qet nebihistiye. Rast e, derheqa wî de gelek kêm hatiye nivîsandinê. Helbest û çîrokên wî xên ji kîtêbên Têmûrê Xelîl û Eskerê Boyîk, nehatine latînîzekirinê. Ji bo vê gotarê jî mala wî ava Eskerê Boyîk derheqê Ûsivê Beko de agahî şandin û bi van agahiyan me kurtejiyana wî nivîsî. Kurteçîrok, helbestên vekirî û parek jî xebata wî ya bi navê “Cemalê Berxvan” ku kerîkî romana wî ya nekutayî pêk hatî, di sala 1978an de li Êrîvanê bi navê “Berxvan” hatiye çapkirinê. Nimûneyên vê gotarê ji kitêba navborî hatine hilçinandinê.

A rast navê Ûsivê Beko li nav Kurdên Ermenîstanê dema Sovetiyê, gelekî eyan û nas bû. Lê belê qasî helbestvan û nivîskarên wek Fêrikê Ûsiv, Qaçaxê Mirad, Mikayêlê Reşîd û yên mayîn li nav Kurdên din de nehatiye naskirin. Helbest û çîrokên wî di nav sînorên Kurdên Ermenistanê de û bi tîpên Kirîlî maye. Loma zêde nehatiye nasîn û xwendin. Lê ev kemasiyeke gelek gelek mezin e ku meriv bê lezet û ji kêfa helbest û çîrokên wî bimîne. Mebesta min jî ew bû ku qet nebe balê bikişînîm ser helbestên wî yên vekirî û çend kurteçîrokên wî yên derbirîna hub û hezkirina wî ya nazik û diltenik.

Gava min cara ewil çîrok û helbestên wî yên vekirî xwendin, qey te digot, min tişteke xwe ya di heyama zarotî û xortaniyê de winda kiriye û bi xêra wî bi dest xistiye, ewqasî şa bûm û ewqasî dilê min lêda. Ûsivê Beko, bi zimanê min xeber dida, Kurmanciyeke paqij û delal; bi çavên min didît deşt û zozan, gelî û newal; bi dilê min dida wexta keçika bengî bidîta an jî rastî bedewiyên tebiyetê bihata; bi destên min kulîlk diçinî, ji kaniya gundê Qûçê gulmek ava sar vedixwar, dilê xwe hênik dikir; bi dev û lêvên min, tilî-pêçiyên min bilûr lêdixist.

Ûsivê Beko yek ji nivîskar û helbestvanê Kurd e ku xwedî zimanekî dewlemend, zelal û delal e. Hub û xweza her tim şikl û giyanê helbest û çîrokên wî xemilandine. Helbestên wî yên vekirî tehm û lezeta kulîlkên zozanên Kurdîstanê bi me re tîne. Di her xwendina helbest û nivîsên wî de, qey tu dibêjî, li zozanan kulîlkên nûbîşkivî teze berhev kirine û danîne li ber pozê me, hema ewqasî ter û taze û rast in. Çîrokên wî ewqasî rast in ku kîjan wext ku em bixwînin, em bi wî re serê çiyayan, li zozanan berxan diçêrînin û miqamên bilûra wî li me tesele dibe. Em dibin mêvanê derd û kulên wî ku barê sêwîtî û xulamtiyê dagirtiye. Dîsa em pê dihesin ku huba wî ya bêsînor lê ji ber belengazî, desttengî û bêkesiyê bisînor e ku ji ber qelenê giran nikare qîza cînarê xwe bixwaze û xwe-xwe dikewgire, “Riya orta dilê min û te da niha tijî kevir, kuçik in.” Lê dîsa ji huba keçika bedew û kubar rehetiyê nade wî.

Nivîskarê eyan Egîdê Xudo der heqê wî de dinivîse: “Ûsivê Beko ruhê xwe va eynsî şayîr bû. Lîrîzma wî ye nazik, hub û hizkirina dilê wî ye bê hed û hesab ber bi meriya, sidqê wî yê qenc, dilêşa wî ber bi wetenê dê, Kurdistana zêrandî û pîre-pîre kirî, ku destê wî naghîje wetenê wî yê mezin û gulvedayî. Tifaqa Sovetîyê li ku çevê xwe vekir û emrê xwe derbazkir. Hizkirina ber bi tebiyetê, nexş û nîgarêd wê, evîna dilê şayîre ziyaretî, xwendevana heyr û hijmekar dike… Hertim wextê belgêd berevokêd efrandinêd şayîre neşirbûyî weldigerînî û îlahî wexta şiêrêd şayîr dixûnî, hesîneke teherekî meriya hildigere, texmîn dikî wekî tu jî bi hesîneke usa jiyî. Dilê te ra jî derbaz bûye.” (Ûsive Beko, 1978: 3).

Eskerê Boyîk jî derheqê wî de dibêje “Ûsivê Beko hostê helbesta vekirî ye. Di nav têkisteke biçûk da digihîje tîrbûn û tomerîbûna fikirê, raman, hizir û hesîna wî bi dîdem, nexş nîgarê xwezayê pêçayîne û wan ra dibine yek. Bê yekê ya din nîvcî ye.” Fikr û nêta xwe ya kûr û hûr, di nav çend rêzan de bi şarezayî eşkere dike. Derheqa vê yekê de Egîdê Xudo jî di pêşgotina Berxvan de dinivîse, “Xwendevanêd ku efrandinêd şayîr ra nenas in, dema ewlin ji zimanê wî yê sade, dikare şikber be, lê tenê dema ewlin. Gotinêd şayîre kûrfikir, nazikaya wan fikira, xwendevana mecbûr dikin, heta kutasîyê wî bixûnin” (Ûsive Beko, 1978: 4).

Hinek caran ew bixwe giliyan vedike, hinek caran jî rê dide dilketiya xwe pêşiya giliyan veke. Bi zimanê dilketiya xwe xeberdide û dilketiyê lava dike ku bê rehmê û dibêje; “Tu Dixwazî Ez Dîn Bim, Çola Kevim?” an jî keçika bêmecal gazinên xwe jê dike û dibêje; “Min Bihîstye Ji Min Xeydiyî?”:

 

“Filankes, min bihîstye ji min xeydiyî. Xwedêgiravî ez naxwazim te ra xeber dim. Te hiz nakim. Gava te divînim, berê xwe diguhêrim.

Nizanim ez evda Xwedê çawa te bidme bawerkirinê wekî qasî Xecê ez ji te hiz dikim. Lê bêîlac im. Qûl û dîlê bav û birê xwe me.

Birîna dilê min kûr e. Bê dû-derman e. Newêrim rastî te bêm, gilîê xwe bêjim. Bav û birê min gurê har in. Tu nizanî ewana çi tînine serê min.

Min bihîstiye ji min xeyîdiyî. Ne axir tu nizanî çi kilît danîne ser zar-zimanê min. Qey pê zincîrê lingê min girêdane. Heta siya min jî bûye qerewilê min.

Ji destî nav-namûsa bav û birê xwe ketime nava êgir. Alîkî tu cegera min diperitînî, dişewetînî, alîê dinê bav û birê min.

Ez bixwe jî nizanim, gelo ezê nava vî agirî da kengê temam bişewitim… Lê dîsa gunê min te tê.

Çe’vê kurê Qadir li ser min e. Xeberdana qelenê giran ketîye ortê.

Riya orta dilê min û te da niha tijî kevir, kuçik in. Ji gundê cînar jî yekî gilî avîtîye li ber guhê bav û birê min. Wê rojê jî berdêlî hatibûn bona kurê Cezo…

Filankes, qurba, min bihîstîye tu ji min xeyîdiyî.”(Ûsive Beko, 1978: 95)

 

Ji bo dilketiya xwe, piştî dergistîbûna wê jî ji ber rêça wan ya cihê hevdîtinê winda nebe, bi rojan çend caran li wê rêçê hatiye û çûye. Kurteçîroka jêrîn nimûneyeke baş e. Kerem kin em çîroka “Du Rêç”ê bixwînin;

 

“Ji gund dûr, cîkî talde, kevirekî mezin hebû. Du rêçê zirav dibirin berbi wî. Ew kevir bona huba dilê minî neseqirî, qey hevalê amin bû; çar û star. Ez û ew rex wî kevirî rastî hevdu dihatin. Herkê wê rojê em gere rastî hev bihatana, min pêjgîr serê xwe girê dida. Nîşana wê jî gava wê bihata gere dêrê xwe yî sor xwe kira. Lê wê kîjan de’nî bihata şe’ra spî yanê ya gevez dida serê xwe. Ya spî razîbûna rojê bû, ya gevez jî nîşana berîêvarê. Min şe’ra wê ye gevez gele hiz dikir.

Em ber wî kevirî aqasî rastî hev hatibûn ku du tangava rêç vebibûn; yek ya çûyin-hatina wê, yek jî ya min. Wan her du rêça dilê me kiribûn yek. Hemû kevir jî bibû sur û şe’dê evîntiya me.

Carekê ew ê dêrê xwe yî sor xwe kiribû, lê şereke din serê xwe girêdabû. Ez metel mam; razîbûna wê hebû, lê de’nê hatina wê kivş nîn bû. Wê rojê heta şeva dereng hîvya wê mam, nehat. Rojtira din jî dîsa usa. Ew çend rojê min bûn, min pêjgîr serê xwe girê dida, ji serîkî gund diçûme serê dinê. Ew ê jî miqîm dêrê sor xwe dikir û şe’reke din girê dida… Xwestina wê hebû lê mecal nedidît.

Pey çend roja ew ê dêrekî teze xwe kir. Ew nîşan kiribûn.

Bona xweykirina rêça dilê me, rojê çend cara wan rêçara diçûm, dihatim ku ew rêç pozmîş nebûna. Ne rex wî kevirî her du rêç dibûne rêçek, dibûne dilek.”(Ûsive Beko, 1978:38)

 

Ûsivê Beko di sala 1909an de li gundê Qûçê a navçeya Îdirê, herêma Surmeliyê hatiye dinyayê. Li wir Ûsiv hêj zarok e, dê û bavê wî dimirin. Ûsivê biçûk sêwî dimîne. Neh-dehsalî ye û di mala zengînekî Ermenî de xulamtiyê dike. Rojên zarokatî û xortaniya wî gelek çetin derbas dibin. Bandora zarokatî û gundê wî Qûçê, li ser gelek maye, loma di çîrok û helbestên xwe de gelek caran behsa gundê xwe dike. Ew rojên biêş, zelûlî û belengaziyê di afirandinên xwe de bi hunerî û xweşik bikartîne. Ew jî bengî dibe, dilê wî dikeve keçikan û dilê keçikan jî dikeve wî, lê tavilê tê bîra wî û dinivîse; “Ez miqîm heyra wê da bûm, lê bîra min diçû wekî ez xulam bûm. Tiştekî min tunebû yekî bê xweyî û bê xudan bûm…”

Sala 1918an ji ber ku ew navçe dikeve destê împaratoriya Osmanî, cerdewanên Tirk davêjin ser File û Êzdiyan, ew malbata Ermenî jî, ku Ûsivê biçûk lê xulamtî dikir direvine bajarê Êrîvanê. Wî jî bi xwe ra dibin.

Ûsiv êdî xort e. Xwendina xwe ya navîn li Êrîvanê temam dike, ji peyra, berê di fakûltêya pala de dixwîne, paşê, sala 1929an li bajarê Lênîngradê, ku di zanîngeha zimanên rojhilatê de dest bi xwendinê dike. Sala 1932an ji Lênîngradê vedigere û vê carê, nehya Aparanê da wek dadwer tê kivşkirin. Salên 1933-1935an di taxbûra ji Kurdan sazbûye de leşkeriyê dike. Ji pey leşkeriyê re, sala 1935an, vê carê di nehiya Telînê de dîsa wek dadwer derbazî ser kar dibe. Têmûrê Xelîl derheqa wî de dinivîse: “Ûsivê Beko di dadmendiya komarê de serokê beşekê bû, lê pêşketina edebiyeta Kurdî ser her tîştî ra digirt, ji ber wê jî gelek pirtûkên delal nivîsîn û ji nisletên Kurdan ra hîştin” (Têmûrê Xelîl, 2014:169)

Sala 1941ê Almanya Hîtlêriyê davêje ser welatê Sovêtê. Şerê Dinyayê ya duyemîn dest pê dike û Ûsivê Beko bi rezadilî diçe şêr. Lê sala 1944an, dema şerrê nêzîkî bajarê Bûdapêştê, li Macarîstanê şervanê Kurd bi giranî birîndar dibe, êdî nikare vegere pêşeniyê. Di lingan de seqet vedigere Êrîvanê. Ûsivê Beko piştî vê karesatê dest davêje penûsê, kul û meremên xwe dirête ser kaxizê. Dilê wî gelekî tenik e û merem û nêtên dilê wî diherikin ser kaxizê ewqasî nerm û nazik.

 

“Kafir bî! Dibe tu dixwazî aqlê serê min temam ji min bistînî, çola kevim?

Niha xezal karê xwe va razane. Kulîlkê bînxwaş bin şingîna bayê zirav, qey hev radimûsin. Kanî bi xule-xul ber bi hemêza hev dibezin.

Bêxwedê! Lê çi li te qewimiye wekî ne tu bi xwe rehet dibî û ne jî rehetiyê didî min?

Gelo wexta temamiya rojê bona te difikirim, heyra te me, têra te nake? Lê çî te rehetiya min e şevê ketîye wekî hetanî berbangê bilûrê dixî?

Axir çi firqî heye, gelo ez axîna dilê te dibihêm yanê dengê bilûrlêxistina te? Ne her ez zanim me’na şewata dilê te? Dibe tu dixwazî şev û rojê Xwedê têkî yek?

De eger dixwazî ji şewata dilê min û te çola kevim, tu şevê jî bilûrê xe, hetanî ez kûvî bim û bême bal te. Lê bizanibe, wî çaxî, ez ê yeke dîn bim.

Kafir bî! Dibê tu dixwazî aqilê serê min temam ji min bistînî, çola kevim.” (Ûsive Beko, 1978:94)

 

Di rojnameya“Rya teze” de bi gotar û helbestan pêş de tê. Di kitêbên dersa de, wek nimûne di sala 1957an de ji bo pola 5an û 6an kitêbeke dersan tê amadekirinê, du helbestên wî tên çapkirinê. Dîsa di sala 1957an de çend nivîskar kitêba “Nivîskarêd Kurdaye Sovêtîê” amade dikin û yanzdeh helbestên wî çap dikin. Berevoka wî ya ewlin, destana wî ya bi navê “Bilûr” e. Ew efrandin, sala 1958an bi zimanê Ermenî hatiye weşandin. Sala 1961ê berevoka efrandinên wî bi zimanê dê “Keskesor” hatiye çapkirin. Ji pey ra “Hisreta min” (1963), “Mêvanê Royê” (1966), “Efrandinêd teze” (1969), “Payîz” (1971) hatine weşandin. Heyf ku hê gelek helbest û çîrok wê pêşkêşî edebiyeta Kurdan bikira, 4ê meha Cotmehê, sala 1969an, şêst saliya emrê xwe da Ûsivê Beko diçe ser heqiya xwe. Rast e, Ûsivê Beko dereng kete nav edebiyetê û zû xatirê xwe xwest. Bîst sal wedekî kin e ji bo berhemdayinê, lê Ûsive Beko kêm tişt hiştin, lê dur û cewahir hiştin dewsa xwe û cihê xwe dagirt. Wekî wext têrê bikira belkî romana “Cemalê Berxvan” temam kira.

Eskerê Boyîk jî der heqê Ûsivê Beko de dinivîse: “Ûsivê Beko dereng hate nava edebiyetê. Ew êdî çil salî bû dema helbestên wîye ewlin berevoka nivîskarên kurmanca da hatine weşandin. Bi sala ra goveka helbestvanî û dinêzanebûna wî fire û kûr dibe, rêya xwe ya xwexatiyê, efrandariyê divîne û di nav cêrga nivîskarên Kurde emrê xwe da ne ku tenê berbiçev dikeve, lê rêza pêşin da ciyê xwe digre. Ji efrandinên wî tê xanê ku wî zargotina gelêrî, ziman, edebiyeta ermeniya û ya gelên welatê Sovêtê rind zanibûye, di nav jiyana êleke giran da, nava gundîtîyê, koçerî, nîvkoçerî, çiya û zozan, berx û berodana da zarotî-gênctiya xwe derbas kiriye, mezin bûye. Li wir ew her şivanek, her berxvanek, bilûrvan, aşiq û dengbêj e.”

Di helbest û çîroken xwe de zêdetir behsa xwezayê û evînê, li gor zimane wî ‘huba dilê xwe’ dike. Herwisa çavkaniya nivîs û helbestên wî jiyana civata gundiyan ya sade ye. Ken û girî; şîn û şahî; hebûn û tunebûn; mirin û jiyan, herwisa, deşt û zozan; çiya û banî, çem û kanî; pez û dewar û hwd. Helbet em zêdetir jî rastî hezkirin ango “hub”ê tên. Helbesteke vekirî, nimûneyek ji Berxvan; Nazya Qîza Bengî”;

 

“Qîza bengî bi kilama nazê xwe ji lawikê xwe dikir, digot:

Gede, lawiko, kulmalo, te çira zozanê me çêrandîye. Dixwazim me’nya kulîlka bême bal te, ramûsanekê li min kerem kî, lê nava mêrg û çîmena kulîlk nemane.

Gede qurba, te çira pincara zozanê me çêrandîye? Dixwazim me’na pincara bême bal te, lê xelq dibêje, wan dera tu pincar nemane.

Lawkê min razaye. Dikim ji derdê vî dilî ramûsanekê jê kerem kim, lê tirsim razana wî ye sê şeva ez heram kim.

Lawkê min, yekî bejnbilind e, navmilfire, sûretê sor î gilover e.

Dikim herim pezê wî bidme bêrî, newêrim. Xelqê bêje kurê jinabiya ye.

Qîza bengî bi kilama nazê xwe ji lawikê xwe dikir.”(Ûsive Beko, 1978:90)

 

Egîdê Xudo dinivîse; “Çetine bêjî Ûsivê Beko berê ewlîn şayîr e yanê nivîskar. Prozaê da jî ew şayîr e. Şîrovekirina wî, akla zimanê wî ye şîrin, xwendevana xweş tê. Badilhewa nîne, tek şiêrêd şayîre vekirî usa bi hewaskar û kûrfikir û nava lîteratûra Kurda ye Sovetîê da, cêribandinêd ewlîn in û wextê da jî rind hatine qîmet kirinê.”

Eskerê Boyîk dinivîse: “Wê demê helbesta vekirî, ku Ûsivê Beko dest avîtê û tê da bi serket, di nav edebiyeta Kurdên Sovêtê da nûbûnek bû him di warê serecemê, him jî alyê cûrê helbestvaniyê da. Û çiqas ez haj edebyeta me, Kurdên Sovêtê heme, heta niha jî ew efrandinên wî di nav efrandinên wî cûreyî da yên here giranbiha ne.”

Xulese em dikarin bibêjin ku helbest û nivîsên Ûsivê Beko, di nav nivîskarên Kurdên Sovêtê yên emrê wî de, hêjayî ciyê bilind û qîmetê mezin bû. Lê sed heyf, efrandinên vî helbestvanê xweyî keda giranbiha hê jî negihîştiye xwendevanê Kurd. Kitêbên wî hêj bi tîpên Latînî nehatine guhastin û helbet nehatine çapkirin, loma der heqa wî de kêm tê zanîn. Xên ji nimûneyên jorê hatin bikaranîn, li jêre jî çend kurteçîrok û helbestên wî yên vekirî wekî nimûne diweşînin, ku xwendevan baştir ziman û şêweya Ûsive Beko re nas bin.

 

De zû were

“Te’va êvarê, pê lingê ewrê nazik mîna şe’rê xas, dêmê xwe pêçaye, bi nazedar, hêdî hêdî diçe ava. Lê tu guliyê xwe ye hûr va mijûlî.

Te’v carna dêmê xwe yî narîn, temam vedike. Tê bêjî qey te’biyeta bedewe dewlemend ra dibêje; “Dema xatrê te!”

Te’vê tîrinca xwe mînanî gurzê derziya reşandiye li ser tepê çiya û berfa wî ye çîleqerqaş diçirûsîne. Lê tu çevêd xwe kil didî.

Qîz û bûk cêr li ser mila, mîna werdeka, qelfe-qelfe ber bi kanîê dimeşin, vedgerin zomê.

Zozanvan, her yek xebatekê va mijûl e. Şirîtê kona dişidînin, berxa dikine koza, şîrê dotî li ser tendûra germ dikin. Lê tu ketî pey rêzkirina gustîlka, bazina, morî-mircan û qerefîla xwe yî donzdeh perî.

Şivan dûrva bi dilê tijî distirên û bilûrê dixin. Şewata dila didine der.

Kaniyê revok lez dikişin, zû bighîjine arana, hela te’rî neketiye erdê. Lê tu kembera zîve zêrkildayî pişta xwe ye zirav dialînî.

Te’va gilover pê perda te’rî çevê dinyaê girtiye wekî tu kes sura dilê evînê cahil nevîne. Te’biyet bin perda şevê, xemlê xwe ye rojê diguhêre ku hîvê ra bikevne nava kêf û heneka…

Lê tu hê xemla xwe va mijûl î.

Hîva zer xwe pêçaye nava perda te’rî, qey kirasê xwe yî şevê xwe kirîye. Serê xwe danîye li ser tepa çiyê. Dêmê xwe yî bedew vekirîye, bûye şemdan û bûye temaşeçiya cahilêd evîn. Tu jî temaşeçiya te’biyetê yî.

Gidî, tu çira îro usa bêrehm î. De zû were. Ne axir, dilê min westîya, çevê min qerimîn.

Wa cahil yeko-yek xewle dibin, ber bi axilê jêrîn dilezînin.

Lê tu hê kivş nabî.” (Ûsive Beko, 1978: 90)

 

Ew ê pê kulîlkê suretê min xist

Ew ê timê te’n li min dixist, wekî ez dil kevirim, bêre’m im û emrê xwe da tu tiştî hiznakim. Min çiqas dixwest wê bidime bawerkirinê wekî ez usa nînim, tu tişt jê dernediket.

Ew ser nêta xwe bû. Min jî carê meselek danî ortê ku bidime bawerkirinê, wekî ez usa nînim.

Min digotê: “Dînê, qey dotina pez, gava berx û mî, kalîna şîrinva ber bi hevdu dibezin, ez hijmekar dimînim. Gava carna hevdu nabînin, merî tirê kar, berx, bizin û mî digrîn û bi girî hev digerin. Ji wê yekê ez gelekî ber xwe dikevim.

-Nayê kivşê, wekî tu yekî usa nî. Bawer nakim,- ewê digot.

-Êtîmê, ne gava zaro çivîka, kew û kevotka digirin yanê dikujin, hêlîna wana dişihitînin, gunê min usa wana tê. Lê-lê me ecêbê giran bînime serê wan.

-Tu e’mir da tu tiştê bedew hiznakî,- ewê got.

-Ne gava dengê kilamê dilşewat û miqamê bilûrêye şîrin dibihêm, lê-lê me xwe bavêjme hemêza dengbêj û bilûrvan?

-Lê çima xwe eyan nakî?

Min go: -Dînê tu ne dengbêjî ne jî bilûrvan.

-Tu nikarî,- ewê got,- min femnakî…

-Hela destê xwe bide ser dilê min, binihêre çawa zû-zû dikute. Min tirê wê gavê dewsa min ew te ra xeber dide.

Ew bin lêva va şîrin keniya. Kulîlkek çinî, pê wê nazik sûretê min xist.

-Êşiya? Bîne ramûsim wê derbaz be.

-Ê, ew çi ye, çi bêşîne?

-Lê te şewata dil jî texmîn nekir.

-Na, min texmîn nekir.

-Dil û cegerê te tune.

Min xwe ker kir lê ew ê kesekere kûr rahîşt. Çevêd min nihêrî û nişke va ez ramûsam. Min ji çevê xwe bawer nekir. Ez deqekê zûr bûm, wê dinhêrî.

Ew ji kirina xwe soro-moro bû. Ez cahilê nezan her wê deqê, derheqa şîrinaya hubê da pê hesyam. Ji wê ramûsana wê ye narîn e bikir agir, alav, şewat û şîrinayî kete dilê min.

Min gotê: “Ez melûlê te zeriyê, niha te fem dikim…”

Ji wê rojê ez dilê xwe da bûme yek kûvî. Huba wê şev û roj rehetîyê nade min. (Ûsivê Beko, 1978:23)

 

Kevirê sura dilê me

Nava rojê da min du de’na kerîyê pêz dianî bêrîyê. Xweyê wana dihatin, vediqetandin, dibirin.

Zingîna beroş û elba, qalme qalma meriya, kalîna miya, mikkîna bizina bû. Teyê bigota ewana tev zimanê hev fem dikin. Hev ra xeber didin. Li hev hêrs dibin yanê ber dilê hev da tên. Ez jî ketibûm telde, heyr-hijmekar çûyîn-hatina wê dinihêrî.

Min kerîyê pêz kêleka axilê bavê wê ra dianî bêrîyê û dibir li ku kevirekî mezin hebû.

Ew ê teherekî mecal xwe ra didît, dihat kêleka min ra derbaz dibû yanê min ew bi çevê xwe dida serwextkirinê wekî rex kevirê mezin em rastî hev bên.

Wextê ez bînteng dibûm, ew kevir ber dilê min dibû mînanî zîyaretekê.

Pey dotina pêz ra fesal nêzîkî kevirê sura dilê me dibûm. Tiştek dadanî wir, dûr diketim. Ewê jî xût wî cûreyî dikir.

Ewê carna dezmalek, sêvek, hurmîk yanê titûn û kaxizê cixarê, herneyse çi ku ji destê wê bihata dida ber wî kevirî ku ez hildim. Min jî alîyê xwe da neynik, morî, sedef, benîşt, çerez dadanî wir.

Ew kevir me ra bibû be’sbir, star û qey bêjî bext û mirazê me digîhande hev û bona me ji meriya amintir bû. (Ûsive Beko, 1978:18)

 

ÇAVKANÎ:

Nivîskarêd Kurdaye Sovêtîê, Neşirxana 1ê Îdara Haypolîgrafhratê, Êrêvan 1957.

Lîtêratûra, Bona Dersxana 5-6a, Neşîreta Lûys, Êrêvan 1970.

Eskerê Boyîk; Çanda Kurdên Sovêtê, Weşanxaneya Deng, Stenbol 2012.

Têmûrê Xelîl; Antologiya 35 Helbestvan û Nivîskarên Kurd ên Sovyeta Berê, Weşanên Na, Îzmîr, 2014.

Ûsivê Beko; Berxvan, Neşîreta Sovêtekan Grox, Êrêvan 1978.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *