Qubeya êzdîyan li Ermenîstanê – ji Lalişê hetanî Aknalîçê

Qubeya êzdîyan li Ermenîstanê – ji Lalişê hetanî Aknalîçê

Dr. Yûrî Dasinî

 

Ziyareta sereke û ber dilê hemû êzdîyên dinyayê ezîz li ser axa pîroz, Lalişê ye, ku eva gelek sedsal in xizmetî hevgirtina milet, qewînkirina hezkirinê, qencîyê û dilovanîyê di navbera êzdîyan da dike. Lê ew war dûr e û her kes nikare here wir.

Lema jî tiştekî şabûnê ye, ku li Ermenîstanê, li warê ku gelek salan êzdî bi dostên xwe ermenîyan ra dijîn, bona êzdîyên Sovyeta berê şaneşîneke bi qubeyan, seyrangehê û heykelên şexsîyetên navdar va hatîye çêkirin.

29ê îlonê sala 2019an, rast heft salan piştî vekirina Ziyareta “Siltan Êzîd”, hema li wir, li Aknalîça Komara Ermenîstanê bi awayekî şayînetî Qubeya êzdîyan ya bi navê “Taûsî Melek û Heft Mêrên Mergê” hate vekirinê. Çêkirina wê sala 2015an da bi mohrkirin û duakirina Mîrê temamîya êzdîyên dinyayê, rehmetîyê Tehsîn beg û Baba Şêx destpê bûbû.

Perestgeh-qubeya teze bi xemil û bedewîya xwe ya bêhempa va dilê merivan baristan dike, ew ji çend cûrên kevirên mermer û granît va hatîye çêkirin. Mîmarîya perestgehê ji ya Lalişa Nûranî cuda ye, ku di dem û dewranên kevinare da hatîye çêkirin. Di hundurê qubeyê da li ser tabloya dîwêr ya bi nexş û nemûrên Taûs va hatîye xemilandin heye. Di orta qube da gorîgeh heye. Kulika perestgehê bi heft mêrên dîwanê, bi Roya zêrkildayî va xemilîye û çavên her bawermendekî şa dike.

Rêberên ruhanî yên ji Lalişa Nûranî hatî Qubeya “Taûsî Melek û Heft Mêrên Dîwanê” bi şayînetî û heytehol mor kirin, pişt ra jî wana dua li Xwedê kirin, ku ew qube piştovanê her êzdîyekî be. Û, hilbet, ev hemû bi rêberî û rûmetîya rêberê melekan Taûsî Melek hate kirinê.

Mohrkirin û vekirina Qube-perestgehê ne tenê dilê olka êzdîyan şa kir, lê herwiha şabûneke mezin kire dil û ruhê niştecîyên Ermenîstanê û tevaya cihanê. Gorî malûmatîyên desthilata ermenîyan weke 35-37 hezar kes tevî şahîya vekirina Qubeyê, herwiha vekirina heykelên Dewrêşê Evdî û xelatgira Nobelê Nadya Murad bûn.

Di nava mêvanên giranbuha û qedirgiran da herwiha rêberê ruhanî yê Dêra ermenîyan a Apostolîyê Sîon Sirbazan, serekê Parlamentoya Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, çil parlamentarên ji partîyayên cuda, heft wezîrên dewletê, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên navnetewî, dîplomatên çend welatan hebûn.

Êzdîyên Ermenîstanê, ku bi dehan salan li rex ermenîyan bi dostanî jîyane, bûne beşeke civaka Ermenîstanê. Wana bi xebata xwe ya helal û aminaya di hindava ermenîyan da dostanîya xwe dane îzbatkirin û gelê ermenî wê dostanîyê qîmet dike. Bi saya serê xemxurîya ermenîyan erf-edetên êzdîyan têne parastinê, êzdî dikarin çanda xwe a dewlemend li vira pêşda bibin, nifşên nû fêrî qedirgirtina dîroka xwe, zimanê xwe, folklora xwe dikin.

Vekirina Ziyareta êzdîyan li ser axa ermenîyan nîşana dostanîya herdu gelan e. Em şêkirdarîya xwe di hindava hukumeta Ermenîstanê da elam dikin bona vê xemxurîya ji dil. Ev Ziyareta delal bi saya serokatî û rêvebirîya karsazê qedirbilind Mîrzeyê Çolo hatîye mîyaserkirinê, yê ku hema bêje hemû xercên bona çêkirinê kirîye û bi salan wextê xwe daye vî karê bona miletê me pîroz. Bi saya hereketê wî welatparêzî îro ew Ziyaret bi hezaran êzdîyan dora xwe dicivîne, her kesî dike dilxwez û hezkirîyên hevdu.

Di roja vekirina Qubeya pîroz da kesên ruhanî ji Lalişa Nûranî kilama li ser Mîrzeyê Çolo sêwirandî stiran. Dû ra nîşanên bîranînê yên bi navê “Ziyareta Heft Mêrên Mergê” teslîmî kesên qedirbilind kirin.

Qube-Perestgeha  “Heft Mêrên Mergê” êdî bûye beşeke mîrata ruhanî ya Ermenîstanê, ku pir nêzîkî Ziyareta ermenîyan ya sereke ye li Êçmîazînê, ku di sedsala 4an ya berî dewrana me hatîye çêkirin. Ev Ziyareta delal bona êzdîyên bawermend bûye diyarîyeke bêhempa, ku dikarin bêne vira, dua bikin, eyd-erefatên xwe derbaz bikin.

Bira ev Ziyaret bi Qube û heykelên xwe va bi alîkarîya Taûsî Melek û Xwedayê êzdîyan bibin piştovanên miletê me.

 

https://kurdistan.ru/2019/10/03/articles-36879_Ezidskiy_hram_v_Armenii_ot_Lalisha_do_Aknalicha.html?fbclid=IwAR0i7-9YO2AYptm6cdQdu1HnfJceGVDCdi3hSq0t8-rE9G-PObdTOUSxH4g

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev