Banga FNDK girêdayî rewşa Kurdistana Rojava

Banga FNDK girêdayî rewşa Kurdistana Rojava

Ji sînorên Tirkîyê bi Rojava ra behsên nebixêrîyê tên. Xetera ku artêşa tirkan bikeve navçeyên kurdan heye.

Rewşeke wisa dikare bibe sebebê kuştina gelek kesan ji herdu alîyan, xwesma niştecîyên sivîl. Bi dehan, sedan niştecîyên herêmê wê mecbûr bin cî û warên xwe bihêlin û berê xwe bidine Kurdistana Başûr, ku bêy wê yekê jî bi mîlyonan penaber li wir hene.

Gorî hesabên serokkomarê Tirkîyê Receb Erdogan gerekê bi mîlyonan erebên Sûrîyê yên penaber li ser axa Rojava bêne bicîkirinê, yên ku ji desthilata Beşar Esed revîne û li Tirkîyê mihacir in û ev yek dikare demografîya herêmê bide guhastinê.

Desthilata Tirkîyê di van salên dawî da bi bahaneya şerê dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) şerekî dûr û dirêj dike bona kokbirkirina kurdan.

Eynî ecêb berî çend salan hate serê Şirnaxê, Cizîrê û bajarên din yên Kurdistana Bakur, herwiha Efrînê jî. Artêşa Tirkîyê bi bahaneya şerê dijî PKK, hema bêje her ro axa Kurdistana Başûr dide ber bombeyan. Bi hezaran karmendên kurd, di nav wan da parlamenter, bi bahaneyên jiberxwederxistî avîtine hebisan.

Ew jî wê demê, gava xort û keçên kurd li Îraqê û Sûrîyê bi mêrxasî şer kirin û zora têrorîstên Dewleta Îslamî birin, yên ku gef li temamîya cihanê dixwerin.

Mixabin, Hevalbendîya Navnetewî van xweserîtîyên desthilata tirkan di hindava gelê kurd – him li Tirkîyê, him jî li Îraqê û Sûrîyê – pişguh dike.

Û şexsên fermî yên dewletên cihanê yên pêşketî, ku ketine heyra yekîtîya axa dewletan û destpêneketina sînorên heyî, bi tu gotineke rexneyî Tirkîyê gunehkar nakin, yê ku van prînsîpan têk dide.

Rêberê kurdan Mesud Barzanî gelek caran guhdarî danîye li ser xetera ku dikare bê serê kurdên Rojava. Wî gelek caran bangî hêzên kurdan yên sîyasî li Sûrîyê kir, ku li ser bingehê welatparêzîyê di nav xwe da yekîtîyê saz bikin. Mixabin, hereketên wî encam nedan. Di navbera hêzên kurdan yên çekdarî-sîyasî da tifaq tunebû, û vê yekê alî wê rewşa aloz ya Rojava kir. Kurd dîsa bûne xurê lîstikên sîyasî yên dewletên cihanê yên mezin û welatên herêmê.

Bona pêşîgirtina bedbextîya mezin, ku dikare di rûyê dakutana leşkerên tirkan li ser axa dora çemê Feratê biqewime, em berê xwe didine Hevalbendîya hemcihanê, Sêkrêterê sereke yê NY, serekên dewletên endamên herdemî yên Şêwra Aramîyê ya NY bi lez biryarekê derxin bona gemkirina destdirêjayîyên Tirkîyê.

Em herwiha berê xwe didine hemû rêxistinên kurdan yên sîyasî û sivîl, hemû kurdên cihanê û bi hêvî bangî wan dikin hereketên xwe bikin yek, bona bikaribin derkevin himberî çavsorîyên desthilata tirkan, ku daxweza wan qirkirina gelê kurd e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev