Li hember bayê

Li hember bayê

 “Hilpasî milê xwe be, wekî din tê çawa bilind bî?”

Nietzsche

Zerdûşt ÖZTÜRK

Bayekî nerm yê berbangê ji pencereke vekirî dikeve oda malekê. Li odê jinek di nav nivînê xwe de razaye. Salnamek li dîwar dardakirî ye. Li ser sehpaya ber serê jinikê, romanek ku hatîye xwendin, li ser wê jî wêneyekî piçûk yê mêrekî heye. Şopa rûja jinek li ser wênê dixuyê. Dibe ku ji vê be, di rûyê mêrik de xêzek zirav ya bextewarîyê kişf dike. Ba, xwe li salname ku li dîwar dardakirî ye dixe. Salname li erdê dikeve. Bi dengê ketina salnamê jinik hişyar nabe. Gelo ba ji bo ku jinik hişyar be, yan ji bo ku zeman jê veşêre salnamê xist, nadihate zanîn. Dareke bî, ku li ber pencera vekirî ya odê ye, ji ber bayê diheje. Ba, pelên wê ji şaxan diqetîne, ji wan çend heba diavije nav odê.

Ew sibe nizam, gelo dilê royê tuneye ku derê, yan di taldê sîha dara bî de xuya nake, kifş nabe. Lê bayê berbangê xwe ji dara bî rizgar dike, dikeve nav odê, li ser porê jinikê û li ser her tiştê li odê, meydan dide xwe.

Ew rêwîya sibehek nû ye. Di xew da ye. Di xewê de xewn dibîne. Di pencera vekirî de bayek. Di nav de pelek, di raçîng de mêrek. Di lêvan de daxwazek, di daxwaz de xwezîyek… Paşê kenek û lekeya rûjek.

Ew sibe, ji bo ku ji jinekê re bibe roja rêwîtîyê, derdiket tav. Ew sibe, dê bibe jîyanek nû ji rêwî re. Ev jîyana nû, wê tim rêya di baholek de kom bike. Lê ew bahol, wê carek din tijî nebe. Wê di bagaja otobusan de, êdî nebe barek, cîh negre. Wê eêdî kes li pey destê xwe nehejîne. Wê kes ji xwedî re nebêjê “bi xatirê te”. Xwedî, wê ji kesî re nebe “merhabak”, di dengê bajêrên teze de.

Piştê salan wê miheqeq jê pirskin, “gelo tu poşmanî?” Piştê salan, wê bêje, “dême hê pirsên ku ez bersîva wan nizanim jî hene di jîyana min de.” Lê carek din wê vekirî nemîne êdî pencera oda wê. Bayek nerm ya berbangê, wê pelek ku di raçîng de mêrek hebe neyîne oda wê. Her çiqas ku roman bixwîne jî, êdî wê li ser wêneya mêrekî ku li ser lêvan de kenek zirav xuya dike, tunebe.

Li rojhilatê sibehek payîzê. Bayek sar tê, bi pelên daran re şer dike. Pel berxwe didin li hember demsalê. Demsal diguhure. Dar berxwe dikevin, ji ber wê pelên wan biweşin. Hinek paşê dilketîk derbas dibe ji bin darên xemgîn. Hewaya dilê wê jî diguhêre, tengasîk xerîb li ser dilê wê rûdinê. Hîsa tenêbûnê, ezîtîya wê dadigre. Daxwazek bi tundîya hebûna hevalekî hêvî dike. Destê wê dirêjî telefona berîka wê dibe. Lê nizane, yê ku telefonê veke jî nesîbê xwe hildaye ji demsalê. Nizane, çareserîya xemgînîya ku ji payîzê tê, tuneye.

Axirî têk diçin pel li hember bayê. Dibin kevane, giran giran dikevin ser peyarêya ber mala min. Paşê otomobîlek bilez ji ber wan derbas dibe. Vê carê pel, ber bayê otomobîlê dikevin. Bilind dibin ji erdê, ber bi cîhek din difirin.

Gava ba kêm dibe, pelek, xwe li ber laşê darekê ditelîne. Her wiha rizgar dike xwe ji bayê. Dara pîr yê ku xwe sipartîye ber, “ berxwe nede li hember bayê” dibê, “binêr, şaxê min, her yekî wan payîzek e.”

Li ber xwe dikeve gelo ew pel, ji ber xeberdana ev dara pîr, nizam. Lê şerm dike. Ji ber ku xwe sipartîye ber dareke ku wiha difikire. Her wiha, ji kûrahîya dilê xwe, erîşek nû ya bayê hêvî dike. Dixwaze, tamara xwe yê berxwedar nîşanê vê dara pîr û westîyayî bike.

“Çîrokek nû ye kurê min her demsal, ji dinya me yê bêsitar re. Û payîz, her payîz alîyê trajîk ya çîrokên me ye her sal. Nikarî biguhurînî. Ji ber ku tu jî di trajedîya vê çîrokê de, pelek li ber hişkbûnê yî.”

Bi dara pîr bawer nake pel. Ji ber ku ne bidadmende jîyanek wiha. Dixwaze bi hebûna xwe ve birizîne van paradigmayên kevneşop. Naxêr, divê tune bûn rast nebûya. Wekîdin, wê çawa bibihîstîya wiha daxwazîya şer û tekoşînê, di hunudrê xwe de? Wê çawa bikaribûya xeyalan çêke û li pey wan bikeve? Divê wateya jîyanê têkçûyîn nebûya. Li hember bayê ji şaxên daran ketin û di payîzan de hişk bûn nebûya.

Kê dizane, belkî hinek paşê jinek tenê derbas be ji vir. Li ser çavan de xemginîya pirtûkek ku êdî nayê xwendin hebe. Bi wê bihise. Bi daxwaza jîyana ku li ser rengên wê yên hê neçilmisî ye, bihise. Xwar be, ewê ji erdê hilde. Heta dawîya meşa xwe yê li ser peyarê, di destê xwe de bigire. Paşê bi nazîkane bixe ber rûpelên pirtûkek, ber helbestek mesela, ku gelek tesîr li ser kiribe. Her wiha wê bigihîşta wateyek nû û bidomanda jîyana xwe, di nav rûpelên pirtûkek de. Ma qey her wateyek nû, jîyanek nû nîne?

Jîyan nû be jî nebe jî dikişe diçe ji emrê me. Bayek nerm ya berbangê ji pencerek vekirî dikeve oda malekî. Diçe xwe li porê jinek dide. Di wênek de mêrek dikene. Lekeya rûjek li ser lêvan e. Salnamek ji dîwarek dikeve, deman vedişêre. Bayên pêyîzê, pelan ji şaxan diqetîne. Berxwedana pelan destpê dike.Dilketîk têkçûyî derbas dibe ji bin darek xengîn. Hewaya dilê wê diguhure, tengasîk xerîb li ser dilê wê rûdinê. Hîsa tenêbûnê, ezîtîya wê dadigre. Daxwazek bitundî ya hebûna hevalek hêvî dike. Destê wê dirêjî telefona berîka wê dibe. Lê nizane, yê ku telefonê veke jî nesîbê xwe hilda ye ji demsalê. Nizane, çareserîya xengînîyê û serpêhatîyên bêdad, tune ye.

Her wiha li me diqelibe payîzek nû, li ser peyarêyên ber mala min. Divê ez îro qet negerim li ser wê peyarêyê. Qet nebe ez têkneçim. Nebime pelek, nekevim ser peyarêyan.

Hûn jî nebin ba, nekevin ser peyarêyan. Ji bo bila bijîn pel, bi xeyalên xwe ve…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *