Çalakvana Kurd a navdar li Almanyayê koça dawî kir…

Çalakvana Kurd a navdar li Almanyayê koça dawî kir…

Kurda êzdî Xezal Sîdo bûbû dayka hemû kurdên Almanîyayê

Çalakvana Kurd a navdar ji Efrînê, Xezal Sîdo ku çalakvaneka navdar a bajarê Bonn li Almanyayê bû û piranîya kurdan li ser medyaya civakî wê weke dayîka Kurdan bi nav dikirin, koça dawî kir.

Xezal Sîdo kî ye?

Xezal Sîdo di 02-02-1944an li gundê Basutê yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û ji malbateke navdar a wê herêmê ji dayik bûye.

Di temenê xwe yê zarokîtîyê de li Efrînê, Şamê û Laziqîyê jîyaye û her ji temenê xwe yê gencîtîyê de, ji bo mafên Kurdan û bi taybetî jî mafên jinan xebat û çalakî kirîye.

Di sala 1967an de çûye Almanyayê û li wî welatî di warê hemşîretîyê (perestarî) de xwendina xwe qedandîye. Sala 1972an li gel Dr. Salih Sîdo mêr kirîye û 3 kurên wan hene.

Di sala 1968an de dibe Endama Rêxistina xwendekarên Kurd li Ewropayê (KSSE) û wê demê yekane endama jin di wê rêxistinê de bûye. Di sala 1971an de bûye Endama Rêxistina ”Gelên jêr xeterê”.

Sala 1990, bi alîkarîya wê çalakvana Kurd a Efrînî, Herêma Nordrhine Vestefallen (NRW) a Almanyayê, 300 hezar mark weke alîkarî bo avedankirina gundên Başûrê Kurdistanê şand û li 3 gundan nêzîkî 100 xanî ji welatîyên Kurd re ava kir.

Xezal Sîdo, herwiha Endama Navenda Kurdî ya li bajarê Bonnê bû. Xezal Sîdo bê cudayî, alîkarîya hemû kurdan dikir û di nav Kurdên Almanyayê û hemû Ewropayê de keseke gelek xweştivî bû, lewma piranîya Kurdan di medyaya civakî de wê jina Kurd, weke dayika Kurdan bi nav dikin.

Xezal, demeke dirêj bû ku bi nexweşîyeke giran ketibû û berî çend rojan koça dawî kirîye.

Dayka hemû kurdan li Bonnê, bi amadekarîya kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê û dinyayê hate binaxkirin.

http://www.rupelanu.com/calakvana-kurd-a-navdar-li-almanyaye-koca-dawi-kir-7172h.htm

P.S.

Di vîdeoya pêşin da Xezal Sîdo behsa yekîtîya gelê kurd dike û destnîşan dike, ku gerekê kurdên musulman kurdên êzdî biparêzin, ku em ji welatê xwe Kurdistanê dernekevin.

Vîdeoya duduyan nîşana hevgirtina gelê me û dilêşîya tevaya kurdan e bona wefata xanima delal Xezal Sîdo. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev