Di Êzdîtiyê de putperestî, pêxemberîtî û parêzgeheke sereke tuneye

Di Êzdîtiyê de putperestî, pêxemberîtî û parêzgeheke sereke tuneye

Kemal Tolan, êzdînas

 

Li goriya ku ez ji kevneşopên Êzdiyatîyê (Ezdayetî – Êzdîtî) fahm dikim û di kevnariya baweriya Ezdayetiyê (Xwedê nasîn) de xwanê dike, ji roja ku Xwedê, milyaket, dinya û giyanber (beşer – evd – însan û hemû ruhliber) afirandine û heta vêga hêjî li seranserî dinyayê de gelek cîhên ku Xas, Qelender, Baba-derwêş û hemû Xwedênas lê îbadet, duha, urf û adetên xwe dikin û pîroziya Xwedênasînê lê didine naskirin hene.

Bi zanîna min, di bawerî û batinîya Êzdîtiyê de, ku evd (însan) karibe li ser erdê hêza hebûna xwe weke ya Xwedê û milyaketan mezin bide xwanê an jî cîh û mekanên xwe mîna „mala Xwedê û milyaketan“ kifşkir be û bide nasandin tune. Ji xwe di navbêna bawermendên Êzdî û Xwedê de, ji xeynî rêzgirtina ji Xwedayê bê şirîk, Milyaket, Xwedanê merivên Xas, Qelender û Qencên Xwedê (pêxemberan) pê ve, wekî dinê tu giringiya kesayetî û pûtperestiyê li cem Êzdiyan tune.

Bi dîtina min, her tiştê xwezayî (çi rihilber anjî ne rihilber) be, dû alî ye, hebûn û tunebûna her tiştî di nav hev de ye. Ji xwe em Êzdî dibêjin, ciyê şer û aşîtî, saxî (tendurîstî) û ne saxî, aramî û tengasî, têrbûn û birçîbûnê, zilm û xembarî, delalî û ne delalî, hezkirin û dujminantî, “bihişt-cinet û dojeh-cahnimê”, başî û xirabî, paqijî û ne paqijiyê, zanîn, marîfet, heqîqatê û hwd. dilê meriv e. Tu evd nikare bi xêra pîroziya nivîs, dua û kiryarên rihaniyan qedera (jiyanbûn) xwe kifş bike.

Weke ku ez di nav baweriya Ezdahîtiya berê de jî dibînim, berê di nava Êzdîxanê de gelek cîhên ku Xas, Qelender, Baba-derwêş û hemû Xwedênasan lê îbadet, dua, urf û adetên Ezdayetiyê dikirin û pîroziya Xwedênasînê didane naskirin weke cîhên pîroz û parizgeh (ziyaret) dihatine xwanê kirin hebûn. Lewma vêga hê jî di nav zargotina me de tê gotin:

 

„Şêx Adî jî her Êzdî mecbûr nekiriye û ne gotiye divê her kesê Êzdî tenê bê li Lalişê ziyaret bive„.

 

Şêx Adî bi zahmetiya miletê xwe dizanîbû û lewma jî ewî herêmên Êzdîxanê li xwedî ocaxên Êzdiyan parvekirine.

 

Weke ez dizanim, „Şêx Adî li ser dema xwe de herêma Helebê daye destên Şêx Mend, welatê Xalta daye Şêxsin, deşta Herîrê daye Hesin Meman, zozan dane Sicadîn, Nasiriyê daye Nasirdîn, Diyarbekir daye Şêx û Bekir, Amediyê daye Amadîn, Tewrêz daye Şêşims û hwd„.

Vêca gava kesekî Êzdî diçû ber ziyaretên van babçakên Êzdiyan, weke ku ew hingê çûbe ber mala Şêx Adî, ziyaretiya wan wisa jî qebul dibû. 

Qewlê me jî dibêje:


-Hecaco meçe bi ber hecê ve,
şimka ne qetîne di rê de,
heca te ewe, mala ku tû tê de“ *1

 

Dîsa li goriya ku ez ji vê şîrova li jorê û sebeqa Qewl fahm dikim, tu devereke ku Êzdiyên ji her herêmê û di wextekî de bi hevûdinê re herin lê bivine „hecî„ tunebuye. Çiqas ji berê û heta vêga hêjî gelek rê û rismên baweriya miletê Êzdî li GELİYÊ LALİŞÊ ku ciyê Xwedênasîn û kirasguhastina Xwedê jê raziyê Şêx Adî ye, bêne parastin û pîrozkirin jî Geliyê Lalişê ne parizgeha Êzdîya (Ezda) ya herî sereke bûye.

 

Li goriya Êzdînasîna xwe dibêjim, çi gava em bikaribin bihevûdinê re li vê devera ku em niha lê dijîn (li ser kîjan axê dibe ferqî tune) de, pîroziya Xwedayê bê şirîk, Milyaket, xwedanê merivên Xas, Qelender, Qencên Xwedê (pêxemberan) û çanda Ezdayetiyê biparêzin, qehir, kerb û kîna di dilê xwe de derxînin û bi hevûdinê re bi ruhekî mirovatiyê, mirazê pak û jiyaneke azad dest pê bikin, wê hingê ev devera ji me ra jî timî pîroz be û wê „heca„ me jî li vê deverê qebul bive. Ji xwe ez bawerim ku, lewma Xwedê jê raziyê Şêx Adî ji Simayîlê xizmetkarê ber LALIŞA NÛRANÎ re gotiye :

 

Simayîl, heke tû yê min bî û ku tû li Hind û Yemen bî jî, dîsa tû yê min î
heke tû ne yê min bî û ku tû li ber min bî jî, dîsa tû ne yê min î.

 

*Çavkanî : – Kemal Tolan – Hevpeyvina bi Koçek Merwan Xelîl Xidir re

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *