Ewrên reş û Rojavayê Kurdistanê

Ewrên reş û Rojavayê Kurdistanê

Şeyhmus Özzengin

 

Divê em xwe nexapînin; Tirk, Ereb û Farisan dewletên xwe li ser bingeha dijminatîya kurdan ava kirine. Hebûna dewletên wan, bi dagirkirina Kurdistanê, bi tinekirina kurdan ve girêdayî ye. Ku Kurd nebin xwedîyê stratejîyek şikênandina nîrê dagirkerîya van hersê dewletan û Kurd li ser axa xwe rehet nebin xwedî hêz û nikaribin serfiraz, azad bijîn. Çanda mirovatîyê bi van dewletên dagirkerên Kurdistanê re tineye û ji van dewletan hêvîya helwestek mirovane xapandine.

Ev demek dirêje Tirkîye bi piştgirîya Rûsîya, Îran û Sûrîyê pîlanek ava kirîye û dixwaze li Başûrê Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonek dagirkerî bike. Pîlana ku li ser Rojavayê Firatê pêk anî, niha dixwaze vê pîlana dagirkerî bi berfirehî li seranserê xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê bimeşîne.

Bi alîkarî û dagirkirina Tirkîyê li Cereblûsê û Efrînê çi têt kirin?

Artêşa Tirkîyê bi hemahengîya wan hêzên Ereban yên tundrew re destdirêjî canê kurdan, malên kurdan, namûsa kurdan dikin. Heta niha 350 hezar ereb li herêmê, li ser mal û milkê kurdan hatîye bicîhkirin û demografîya herêmê têt guhertin. Niha Tirkîya dixwaze vê planê ji bona seranserê axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê bikar bîne.

*Armanca vê plana Tirkîye dagirkirina xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye.

*Bicîhkirina penaberên ereb li ser mal û milkê kurdan e û guhertina demografîya herêmê bixwe ye.

*Di amadekirina nexşa Sûrîyê a sîyasî û amadekirina makezagona nû a Sûrîyê de zeîfkirina destê kurdan e, ku Kurd wek statû tiştek bidest nexînin.

Tirkîye ji bona destpêkirina vê operasyona leşkerî û pêkanîna vê plana dagirkerî ev demeke danûstendinên dîplomatîk, navdewletî dimeşîne.

Di meşandina van têkilîyên dîplomatîk de muhatabên Tirkîye Rûsîya, Sûrîye û Îran piştgirî dan Tirkîye.

Yekitîya Ewrûpa (YE) bi plana „derî ji penaberan re vedikim. Wê bi milîyonan penaber werin ber derîyê we“(!) YE tehdît kir û eşkere ji YE ji bona vê planê piştgirî xwest.

Serokkomarê Tirkîyê di civîna Netewên Yekgirtî (NY) de nexşa Başûrê Rojavayê Kurdistanê bilind kir û bi zimanekî vekirî, li navçayê hemû nûnerên cîhanê mêzekir û got: „Yan hûnê piştgirîyê bidin min, ku ez derbasî Rojhilatê Firatê bibim û li ser dirêjîya 450 km û kûraya 35-40 km bigirim destê xwe. Li vê deverê gund û bajarokan ava bikim û 2 milîyon penaberên Sûrîyê li van gund û bajaran bicîh bikim, ku fînansman ji we û avakirin ji me. Yan jî ezê derîyê xwe ji penaberan re vekim, bikim ku bi mîlyonan penaber werin welatên we.“(!)

Bi qasî ku ez dişopînim, YE hin ji bona berjewendîyên xwe yên aborî-siyasî û hin jî di pirsgirêka penaberan de ev tehdîda Tirkîye qebûl kirîye. Her çiqa hinek sazîyên civakî li dij vê derkevin jî, wê wek dewletên YE bêdeng bimînin.

Muhatabê din yê Tirkîyê Emerîka ye. Ji ber ku bi destpêka şerê li henber DAÎŞ Emerîka hat herêmê û bicîh bû. Bi kurdan re têkilî danî û Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) avakir. Di şerê li henber DAÎŞ de, wek hevalbendek leşkerî tevgerîya. Ji hêla lojîstîk de piştgirî da van hêza û her ku çû ev têkilî di asta leşkerî de bipêşve çû. Lê ticarî Emerîka bahsa piştgirîyek sîyasî ji kurdan re nekir û kurdan jî li Rojava ev ji Emerîka daxwaz nekir!

Gihîşt astek wilo ku Emerîka di navbera presa Tirkîye û rewşa YPG/HSD de ma. Tirkîye, têkilîyên xwe bi Rusîya, Îran û Sûrîye re jî çêkir û li henber Emerîka wek qozek bikaranînê xist destê xwe.

Di herêmê de li ser hevalbendîya bi kurdan re, sîyaseta Koşka Spî û Pentagon û kongre, Senato ya Emerîkayê perçe perçe û durû helwest nîşan dan. Ev rewşa sîyaseta Koşka Spî û Pentagon li ser asta têkilîyê bi kurdan re, ji dagirkirina Kerkukê û Cereblûs-Efrîn de, bawerîya Kurdan şikenandîye. Helwestek xiyanetkar û tenê ji bona berjewendîyên xwe bikaranîna kurdan derxistîye ber me. Beşek ji van sazîyên Emerîkayê sîyaseta Koşka Spî rexne kirin û Koşka Spî bi „terkkirina hevalbendên Kurd û xîyaneta bi kurdan re“ tewanbar kirin û eşkere kirin ku „ev helwesta Emerîkayê wê kurdan bavêje hinbêza Rûsîyayê, Tirkîyê, Sûrîye û Îranê“.

Koşka Spî jî di daxuyanîyên xwe de eşkere kir ku „şerê Sûrîyê û hebûna leşkerên Emerîkayê li bakûrê Sûrîyê mesrefek mezin ji Emerîkayê re tîne û ji netîcên vî şerî jî bi fikar in“. Ji ber wê jî eşkere kirin ku; „Ev demeke Tirkîye amadekarîya xwe dike. Wê Tirkîye di demek nêzîk de li ser bakurê Sûrîyê dest bi operasyonekê bike. Emerîka di vê operasyonê de cîh nagire û piştgirîyek leşkerî jî nade vê plana Tirkîyê. Wê Emerîka hêzên xwe yên leşkerî ji herêmê bikişîne“(!)

Bi gelemperî ji van daxûyanîyan derdikeve holê ku Tirkîye raya navdewletî bi van têkilîyên dîplomatîk nerm kirîye û vê jî, ji bona berjewendî û armancên xwe yên nemirovane bikar bîne. Hin dewletên ku di bin baskê Yekitîya Netewan (YN) de û hin YE, Rûsîya di derbarê vê plana Tirkîyê de îqna bûne. Ji Koşka Spî jî dengên cûre cûre didin nîşan ku Emerîka jî ji bona planên Tirkîye bê biryar e.

Sîyasetmedarên Kurd çi dikin?

Ji helwestek netewî û kurdistanî dûr, bi berjewendîyên partîzanî tevdigerin. Bi sîyaseta wekaleta şer li xwe dinêrin û bê stratejîyek Kurdewarî ne. Bi pergalên sîyaseteke yekalî, totalîter tevdigerin û di nav xwe de perçe perçe ne. Bi binpêkirina berjewendîyên Kurd û Kurdistanê sîyaseta „biratîya gelan“(!) diparêzin. Nizanin ku wê rojekê ev sîyaset jî bibe sebeba têkçûna wan.

Min her nivîsîye û carek din dinivîsim. Eger li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ênîyek Kurd û kurdistanî ava nebe, artêşek milî parastina xaka Kurdistanê neke stratejî ji xwe re, wê kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê wenda bikin!

Her stratejî li ser esasên berjewendîyên milî ava dibe. Kurd ji vî hestî dûr nikarin xaka xwe ji dagirkeran biparêzin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev