Nameyên evînî – 101

Nameyên evînî – 101

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Tiştê herî pir min bextewar dike, ew e ku Nura min çiqas bixweze, ezê wê hez bikim, çiqas wext bixweze, ezê pê ra bim, çi bixweze, ezê bidim, ji xwe dilê min amade ye xwe jî bide te û ji min ra nemîne.
Dema min ev xet nivîsîn, her tiştek ji serê min dernediket, ku Nura min piştî razana min rûniştîye, xewa xwe herimandîye û peyamek ji min ra nivîsîye. Belkî ji wê bû, ku min nikaribû hemû evîna xwe raxista ber lingên te…

 

¤¤¤

Dibêjin bi cilan qebûl dikin, bi aqil verê dikin. Piştî mêvandarîyê, an dibêjin gelek bedew bû, lê vala bû, an dibêjin ne bedew bû, lê bi aqil bû.
Vêca wextê difikirim, ku tu him bedew î, him bi aqil î, him jî xweş î, di ser da jî a min î, yekser tiştek hîs dikim, ku şika min hema bêje ser tune. Dibêjim, hêzeke ne dîyar û pir xurt Nura kirîye evîndara min. Weke ku ne ew hêz bûya, teyê bo çi ez hez bikirama? Di aliyekî va jî difikirim, ku eger ew hêz wisa bi aqil e, bo çi neheqîyê dike?
Siba te bi xêr, ezîza min.
 

¤¤¤

Zewqa min a here mezin ew e, ku her sibe radibim û ji xwe ra dibêjim: Mesela min û Nura min ne xewn e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *