Bersivên Çend Feylesof û Zanistmendan

Bersivên Çend Feylesof û Zanistmendan

Mirîşkek, li ser rê derbasê aliyê din dibû

 

Alî Gurdilî


Pirs: Mirîşk, çima derbasê aliyê din dibe?

 

Rene Descartes
Bes dixwaze ku derbasê aliyê din bibe.

Platon
Ji başiya xwe. Rasteqînî li aliyê din e.

Aristoteles
Bi awayeke xwezayî, dixwaze ku here aliyê din.
Ev yek, di xwezaya wê de heye.

Karl Marks
Ji hêla dîrokî ve, ev yek rewşeke bivênevê ye.

Hipokrates
Ew ji ber ava pankreasa xwe wiha tevdigere.

Martin Luther
Ez cîhaneke wiha xeyal dikim ku di vê cîhanê de mirîşk, wê bikaribin bi azadî tevbigerin.

Sigmund Freud
Meyl û bala we, li ser mirîşkê ye û ev yek jî nîşan dide ku hûn, ji hêla hesta zayendî ve ji xwe ne ewle ne.

Buddha
Pirsiyarkirin, înkara xwezaya wê a mirîşkî ye.

Galilei
Heçku mirîşk, ji aliyekî derbasê aliyê din dibe.

Einstein
Awa û terzê livdariya mirîşkê, bi temamî girêdayê referansên we ne.

 

Feylesof & Philosophia

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev