Keremê Anqosî serdemeke nû di dîroka civaka êzdîyên Gurcistanê da afirand

Keremê Anqosî serdemeke nû di dîroka civaka êzdîyên Gurcistanê da afirand

Guhdarên delal, di 10ê cotmeha îsal 82 saliya zaniyar, nivîskar û weşangerekî kurd, berpirsyarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê, mamosteyê mezin Keremê Zahar Anqosî wê temam bûya, le sed heyf û korayî, piştî nexweşîya pir xeder, berî 10 rojan, êvara 1-ê cotmehê li bajarê Tbîlîsîyê paytexta Gurcistanê çû ser dilovaniya Xwedê. Ji malbet, kom û pizmama, ji pişta milet çû kesekî navdar, pêşewitîyê milet û dînê xwe. Belê, mirin tiştekî xwezayî ye û hemû ruhliberan vedigire, lê wefata mirovên berhemdar, zanyar û emekdar pir şewat û windayîyeke mezine. Her ciqas sal derbaz bin jî ji dilê gel, malbet û heval-hogirên xwe yên hezkirî dernakevin. Em dikarin bêjin, ku Keremê Anqosî dema xwe de serdemek nû, dewranek nû di dîroka civaka êzdîyên Gurcistanê de afirand…

_

_

 

Keremê Anqosî 10’ê mijdarê sala 1937’an li bajarê Tbîlîsîyê Gurcistanê, ku kurd jê re dibêjin Tilbîs, di maleke mihacirên ji Împeratoriya Osmanî ji diya xwe bûye. Dê û bavê wî, wek hemû kurdên Gurcistanê bi dînê xwe va êzdî bûn.

Welatparêzê kurd Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya orte bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve ûnîvêrsîtêta dewletê, fakûltêya fîzîkayê. Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzaniyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûta Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser karê zanyarîyê dibe. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîstiyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partiyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partiyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir. Ew ji salên 1970î de serkêşê gelek çalakiyên civakî, polîtîk, çandî û perwerdehî ji bo hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî, herweha amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da dikir. Bi dehan broşûr, gotar û pirtûkên wî li ser erf-edet, rabûn-rûniştin, lêkolînên zanyarîyê, ola êzdîyatîyê, folklora kurdî hatine çap kirin. Di gelek rojname û pirtûkên kurdî de editorî û weşangerî kiriye.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra jibo xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatiya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona bineciyên kurd li rex Hevaltiya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvariyên şahiyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhaniyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyêta berê û welatên dereke konsêrt dane, alîkarya ji bo pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye.

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta dawiya jiyana xwe tê da xebitî. Ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî, broşûr, bi dehan pirtûkên li ser erf-edet, rabûn-rûniştin, lêkolînên zanyarîyê, folklora kurdî, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcî çap kirine. Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendiya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên “Lêxin, birano”, “Hola Êzîdê Sor e”, “Ax, kuştim Şirînê”, ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.

Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya “Gêlavêj” kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ku derheqa problêmên rohilatzaniyê, kurdzaniyê û dînê êzdiyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya UNESCOyê li Gurcistanê“ saz kir.

Keremê Anqosî gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatiye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendiya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtiya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê bû. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî. Ew zewicî bû û bavê du keçan bû: Medîna û Gulçîna.

Dibê bê gotin, 50-60 salên dawîyê, gava gilî tê ser çanda kurdên Yekîtîya Sovêta berê, bi taybet kurdên Gurcistanê, berî gişkî navê Keremê Anqosî tê dayîn. Rastî jî xebateke wisa tuneye ku tê de ked û emekê Keremê Anqosî tunebe.

Belê… Kerem bûbû gula şayan û êvarînan, civîn û rasthatinan û, weke dibêjin, xelq ji axaftina wî, ji nûr û nedera wî, têr nedibû.

Tê bîra min, gava salên berê li peytextê Gurcistanê-Tibilisiyê, bi deste wî şevên poêziyayê çê dibûn, kekê Kerem di wan êvarînan da derheqa dîrok, wêje, çand û zimanê kurdî, bi awaza şîrin stran û helbestên xwe digotin, ewî li dilê me keç û xortan de hesîna welathizyê hişyar dikir, we bidîta ruhdarbûn û şabûneke çawa mezin di nava ciwanên kurd da çê dibû, ez jî yek ji wan ciwanan bûm, ku bi saya kekê Kerem kela welathizyê li dilê min de gur bû. Keçeke 17 salî bûm min wî nas kir, mamosta ez teglîfî radyoyê kirim, ku tê de bixebitim. Ewî pêşeya rojnamegeriyê li min da hizkirin û heta dawîya jîyana wî me bi hev re karê radyoyê dikir. Berî cend salan min hevpeyvînek di gel kekê Kerem derheqa rewşa zimanê kurdî di nava ezdîyên Gurcistanê de çê kir. Ezê kerîk ji sohbeta me raberî we bikim, ka ji kerema xwe guhdarî bikin, ev çiqas heyra cimaeta xwe da bûye, bi dilêşeke çiqas mezin behsa vê pirsgirêkê dike, temî û şiretên çawa dide civaka me:

Kerîk ji bernameyê.

Di nava civaka gurca ya zanistîyê de xatirê nav û hurmeta Keremê Anqosî pir mezin bû. Remetî di zindîtîya xwe de merivekî maqûl, aqil, jêhatî û dilrehm bû. Ne diqewimî yek bi daxwezîyekê biçûya bal, ev nebibûya alîkar.

Di dilê wî de ax û kesera walêt bêsînor bû. Di helbestên xwe yên welatparêziyê de dinivîsî:

 

WELATO

Welato, tu p’ir’ dûrî,

Dengê min naghîje te,

Xerîbiyê mam bê lûrî,

Derdê min k’ê bêje te

Tu dûrî, ax, zor dûrî,

Sînor kirine ort’a me,

Dijmina r’ê ji me birî,

K’urdistan ma sonda me.

Ez digirîm, digirîm, digirîm,

Ji dûrbûna welatê xwe,

Serê xwe qurban bikim,

Azaya welatê xwe.

Xerîbiyê da p’adşa bim,

Çî min r’a ne ev diniya,

Welatê xwe şa nebim,

Venexwim avên kaniya

Welatê me K’urdistan,

Ciyê şêran û xweşmêran,

Îro maye bin destan,

K’af-k’ûn biye û wêran

Ez digirîm, digirîm, digirîm,

Ji dûrbûna welatê xwe,

Serê xwe qurban bikim,

Azaya welatê xwe

P’er-baskên min şikestîne,

Mame bê cî û mêrge,

H’eyîfa me wê hiltîne

Gêrîlla û pêşmerge

Ji dûrî te ez sergêjim,

Xem bûne xelatên min,

Şev û r’oj her dibêjim:

„K’urdistan welatê min!“

Ez digirîm, digirîm, digirîm,

Ji dûrbûna welatê xwe,

Serê xwe qurban bikim,

Azaya welatê xwe.

 

Sed heyf sal bi sal cêrgê rewşenbîrên me yên Gurcistanê sêrek dibe. Wefatbûna kekê Kerem Anqosî windayîyeke mezine ji bo civaka êzdîyên Gurcistanê û ji sînorê wê der. Hê gelek berhemên wî hebûn ku pêşkêşî gelê xwe bike. Di warê nivîsê de gelek planên wî hebûn. Emekdarê mezin serbilindî û kubarîya miletê xwe bû. Wan rojan me bi dehan peyamên serxwaşîyê bo koça dawî ya Keremê Anqosî ji kesen berbcav ji dewletên Sovêta berê: Rûsyayê, Ermenîstanê, Qazaxistanê, Ukrainayê, dewletên Evropayê: Almanyayê, Fransayê, Belçîkayê, ji Avstraliyayê, Kanadayê, Amerîkayê, ji dem û dezgehên Kurdistanê ya ser asta bilind: ya Barêgeha Mesûd Barzanî, Fêdêrasyona Navnetewî ya Diyasporayan Kurdan standin, Rêwebirya Fêdêrasyona Êzdiyên Fransayê.

Cinyazê Keremê Anqosî 5 cotmehê tesmîlî axê kirin. Berî cinyazê wî hildin, meresîma xatir xwestine çê bû. Dora cinyazê remetî maqulên êzdîxana Tbîlîsîyê hazir bibûn û derheqa emek û keda wî ye bêhampe diaxivîn, terêqa qewil û beyt digotin û rehma Xwedê ruhê wî re xwestin. Ser navê nemir Keremê Anqosî xêr-xêreteke hêja hate danîn.

Keremê Anqosî ewledekî qedirgir, birakî dilşewat, malxwêyekî hêja, bavekî dilovan bû. Daxwaz û hêviya dilê xwe, temî û wesyetên xwe ewî di beytekê xwe de ji me ra hîşt…

 

BEYTA MIRINA MIN

 

Dema ez mirim, ser min nekin axîn, girîne,

Wê erd biteyise, ezman bike gurîne,

Brûskê lêxe, sitêrk tarîk bin, bimînin bê nûrîne

 

Avê wê rabe, babelîsk her tiştî hilşîne,

Nûr ê bişewitin, birijin ji erşêd ezmîne,

Bende wê bimîne tek gumana Xaliq Alemîne.

Wê siyar be Mamereşane,

 

Xwedanê ba û birûskê, maşê şeşane,

Wê seranser hevxe hemû dayîrê erşane.

Şîna min bikin wek şaya qîz û kurîne.

 

Laçikê res vekin, girêdin qevezê rengesorîne

Dengê saz derxin minet ne def û şibêbîne.

Dîlana bêjin, ne hevce dîlokên şîne,

 

Ne ji qewil-beytên şêx û pîrên zemanîne,

Banga min yeke,: “Hola, hola Sor Ezdîne!”

Ser min kom bibin kinêz, lêzmên hewarîne,

 

Dest nedine xumriya, nebêjin: Em çira mane û kîne?”

Bikevine simayê dor qalbê minî bê rihîne.

Ber hev biseqirin Roj û Hîve,

 

Cinyazê min daynin ser textê hişke bêlivîne,

Çara min hûn bibirin sêzdeh mêtir û nîve.

 

Dem hat ezê herme ber ferwarê,

Heq riya Xwedê raste, ne bi xare,

Koçên min dikişinin, kes namîne van ciya, van ware.

 

Qendîl heye mala Xwedêye,

Minetkarê wêne em rû erdêye,

Qalib dimîne, rihên qencan diçine li wêye.

 

Gava rih ji qalbê min bifire,

Erd û ezman hev ra deng bikire,

Birûskê çardeh tebek jor bi jêr bibire.

 

Ber Taûsî-Melek ebabetê,

Şev û roj min kir xizmete,

Şûna min ma bê kurînî zurete.

 

Zuretê bêkurîne,

Bermaliyên min cot perîne,

Qedrê wan bigirin boyi xwetrê bavê MEDINE, GULÇINE.

 

Vê sekinîne Gulçîn, Medîne,

Hêstrên rihîn dibarîne

Ya Xwedayê Mezin, bav qîzan ra çiqasî şîrîne.

 

Qedrê wan bigirin boy bavêye,

Nebêjin: “Bav çûye, kê li kêye!”

Ber Mîrê xwe ezê diaçiyê we bim, bi sonda navê Xwedêye.

 

Îro, di roja jidêbuyîna mamosta Keremê Anqosî da em careke din bejna xwe li ber rûmeta wî didihêlin. Keremê Anqosî rehmetî çû ser heqiya Xwedê, ruhê wî jî çû gihîşt karwana nemiran. Lê ewî ji pey xwe re bîranînên germ, navê layîq û karê giranbaha hişt. Mamosta Kerem, bê gilî, cihyê layîq girt di pantêona ewledê miletê me yê navdar, berbiçav û hêja de.

Mamostayê delal, emekên te, berhemên te, milethizîya te, evîna dilê te û rûmeta te ji me re hiştî wek mîratek wê her tim li gel me bijî û hêvîdarim silsileta nû wê sûd ji wê kar û mîrata te werbigire.

Rêdaksyona Riataza bi dilekî kovan serxweşiyê dide malbeta Keremê Anqosî û hemû hezkirîyên wî. Bîranîna zanyarê kurd yê mezin wê heta hetayê li dilê gel de bimîne.

Amadekar û rêvebira Bernameyê Bêlla Stûrkî ye

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev