Em çima ji dîrokê ders nagirin û yekgirtî nabin.

Em çima ji dîrokê ders nagirin û yekgirtî nabin.

Yaqûb Kurmanc

 

Li roja ku Kurdistan li ser çar dewletan perçe bûye, zilm û zora wan jî destpê kirîye û di her warî de mafê Kurdan binpê kirine û gelek neheqî li kurdan kirine.

Di vê lîstik û komkujiyên ku bi destê wan dewletên dagirker li ser me diqewimin, di vê navberê de jî qaşoka dewletên ku dibêjin em dostê kurda ne û em kurda tenê nahêlin, bi nêrîna min tenê laqirdî û henek e û ew welat tenê berjewendiyên wan jibo wan girîng e û bi rêbazên curbecur li pey vê yekê ne ku ka çawa ji berjewendiyên xwe biparêzin. Dema rêxistinên terorîstî wekî DAIŞ û hwd jibo wan gef û tehdît çêkirin, bi zû xwe nêzîkî kurda kirin û bi siloganên derewîn û xapîner serê me mijûl kirin û bi hezaran kuştî û şehîd û birîndar û aware encama wê xebata kurda jibo dewletên xwedan hêz û bandordar bû.

Li hemberî wê wan çi xizmet Kurdan ra kirin û çi sûdmendî jibo gelê Kurd hebû?!

Ez dikarim wiha axaftina xwe bidomînim û bi eşkereyî bibêjim wan tu xizmet jibo Kurda nekiriye û belkî di gelek xalan de li dijî me bûne.

Ez ê bi du sedeman vê yekê jibo we diyar bikim

Yekem: Başûrê Kurdistanê û şerê DAIŞê û proseya referandûmê.

Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di şerê DAIŞê de roleke wan ya sereke hebû û ne tenê demografiya şer guhertin û belkî di têkbirina DAIŞ’ê li Iraqê hêza sereke bûn û herwiha herêma Kurdistanê bû wargeha penaberan ku metirsiya DAIŞê ji sedî sed li ser gelê aware hebû lê hikûmeta herêma Kurdistanê tevî ku di qeyrana aborî de bû ew hemû penaber wergirtin û li wan xwedî derket.

Dema proseya referandûmê hat rojevê û Kurdan got tena bi riya rizgariyê em dikarin azad bin û em ji gelek pirsgirêkan dikarin bi riya serxwebûnê çareser bikin.

Dîsa dewletên xwedî hêz li hemberî wê xwesteka me ya rewa derketin û her yekî bi awayekî ku tenê jibo ku berjewendiyên wan di xeterê de bûn, li dijî serxwebûna Kurdistanê bûn û kurd tenê hîştin û hikûmeta Îraqê bi hevkariya cîranên xwe êrîşên xwe li ser kurda zêde kirin û dîsa bajarên Kerkûk, Şingal û hwd ku Kurda jibo parastina wan şehîd û birîndar dan, ji kontrola pêşmergeyan derxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê jî meseleke eynî wisa diqewime.

Dema ku DAIŞ li Suriyê hêzdar bû, welatên wekî Rûsya û Amerîka hwd jibo ku hêzên wan û îmkanatên wan xisarek zêde nebînin xwe nêzîkî kurda kirin û ji sedî sed di şikesthênana DAIŞ’ê û rêxistinên din yên terorîstî de rola Kurdan berçav bû û heta ku peytexta DAIŞ’ê yanî Reqqa jî ji destê wê grûpa terorîstî derxistin.

Lê dema ku pirsa mafê Kurdan û xwedî derketina ji destkeftiyên gelê Kurd hate rojevê, dîsa yên ku digotin kurd dostê me ne, kurd tenê hîştin û heqaret li me dikin. Mînaka herî eşkere li vê dawiyê Efrîn e û bi giştî Rojavayê Kurdistanê ye, Rûsya û Amerîka hêzên xwe di herêma Rojavayê Kurdistanê de bicih kirin û qaşoka dostê kurda bûn û digotin çi tehdîd li derve û hundir li ser Rojava hebe, em hene! Lê di rastiyê da ew gotin hemû derew bûn. Îro dewleta dagirker a Tirkiyê êrîş dibe ser Efrînê û tevahiya Rojavayê û jin û zarokên Kurdan dikuje û ew hemû dewletên ku digotin em dostê kurda ne, bêdeng mane û ji dûr ve tenê vê bûyerê temaşe dikin.

Gotina min ya dawî

Jibîr nekin dostê kurda tenê çiya ne û riya rizgariya me jî xurtkirina tekoşînê ye. Yên ku dibêjin em dostê kurda ne, tenê dixwazin me xwera bikin mertal û bes!

Bi rastî jibo her kurdekî îsbat bûye ku çi li riya siyasetê û çi ji li riya dostdarîyê da tu kes pîştevanê kurda nebûye.

Gelo dewleta nijadperest a Tirkiyê ku xwînrijandina kurda hêvî û daxwaza wan ya sereke ye, li ser vê baweriyê ye ku mafê Kurdan bi riya aştiyê û diyalogê çareser bike?! Na, bila tu kes dilê xwe xweş neke, ne xelkê Bakurê Kurdistanê û ne jî partîyên sîyasî û leşkerî, yên ku armanca wan têkbirina me ye, tu carî hez nakin kurd biserkevin. Lê li vir tiştek pirr girîng e û ew jî ew e hêzên çekdar ên Kurdistanî şer biherin li nav axa Tirkiyê û vê gavê di pêşketina Tirkiyê di şerê li ser Rojava bandoreke mezin çêbike û dibe sedem ku Artêşa Tirk şikestinek mezin di vî şerî de bixwe.

Ji îro pê de her kurdek ku jibo azadîya xwe têkoşîn bike, dostê min e û yên ku dû dostiya bi dijminê welatê me re be, ew jî dijminê min e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev