HSDê li Serê Kaniyê şaneyeke ser bi Tirkiyê ve desteser kir

HSDê li Serê Kaniyê şaneyeke ser bi Tirkiyê ve desteser kir

Kurdan leşkerên tirk kirine ser çokan

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Serê Kaniyê şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve desteser kir û 5 çekdar jî kuştin.

Jêderekî ji HSDê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, şervanên HSDê nêzîkî 15 kes ji şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve li Serê Kaniyê desteser kirin, ku hewl didan aloziyê li nava bajar derbixin.

Herwiha da zanîn jî, 5 çekdar jî dema hewl didan ji aliyê Tirkiyê ve derbasî nava Serê Kaniyê bibana, ji aliyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.

Diyar kir jî, artêşa Tirkiyê derdora gundên Serê Kaniyê hewl dide derbasî bajar bibe, lê HSDê rê li ber wan girt û niha şer û pevçûn derketiye.

 

https://www.kurdistan24.net/ku/news/5e3200bc-c5ce-4fb4-b072-f07bb55889e4?fbclid=IwAR2pyDlvdPUvSV-4TsVwx5BDf2YJSMj64Q3B6S07MgQ1JXRdEBBnBON6vFk

 

HSD: Me firokeyek têkşikand

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Suriya Demokrat (HSD) ragehand, evro li asaman a bajarokê Dêrikê li rojavaya Kurdistanê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê têkşikandîye .

Têkşikandina evê firokeyê piştî wê yekê dihêt ku duhî şevê nûçegehanên Kurdistan24  ragehandibûn ku di yekem rûbirûbûna supayê Tirkiyê û HSDyê li Girê Sipî, çar tank û  fiokeyeke bê firokevana Tirkiyê têkşikandine.

Li gor zanîyarîyên nûçegihanên Kurdistan24 şer û pêkdadan tundin û evro li Serê Kanîyê, Girê Sipî berdewame.

Heya niha jî Tirkiyê ti zanîyarî li ser evê yekê belav nekirîye.

 

https://www.kurdistan24.net/ku/news/0df8d909-56d6-41fb-90dd-f2bbb828d074?fbclid=IwAR1WIojtny_KdgYaktT-wx41y9dN0y93NsPxULT-qF14VCmw-9yTDrIOqow

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev