Çalakîyên bîranîna 110 salîya zimanzanê kurd Qanatê Kurdo

Çalakîyên bîranîna 110 salîya zimanzanê kurd Qanatê Kurdo

Dr. phil. Husên Hebeş 

Çalakîyên bîranîna 110 salîya zimanzanê kurd Qanatê Kurdo bi serketineke mezin bi dawî hat.

 

Sêmînarên li ser zimazanê kurd î navdar Qanatê Kurdo yên ji alîyên gotarvanan: Dr. Husên Hebeş, Dr. Îbrahîm Mehmûd li Essen (14.09.2019), Köln (22.09.2019), Hamburg (29.09.2019) û li Mannheim ê (06.10.2019) pêk hatine bi mifadarîyeke zanînî ji pişkdaran re bi kutayî hatin.

Dr. Eskerê Boyîk jî di sêmînara Hamburgê de wek gotarvan beşdar bû.

Spasdarî ji rêxistina YNRKS û Komkarê re, ku xwe dan ber vê bûneya çandî giranbiha.

Wek ji me ve hat xuyakirin, ew bizava roşenbîrî hukarîyeke erênî li amadebûyî û guhdaran kir – xewa tu kesî di wan semînarên dirêj de ne hat – û bi wê yekê em serberz in, ku me kanî bi erkeke xweye neteweyî, çandî rabin beramber zanyar-kesayetîyekî mîna Qanatê Kurdo.

Di wan hevdîtinan de germîyeke kurdanî, dostanî û gîyanî em hemêz dikirin. Çalakîyên weha pêdîvî ne ji me re, ku em her mezinekê, mezinikî xwe bidin nasîn û binasin.

Naskirin û zanîna wan hişyarîyeke neteweyî, perwerdeyî li ba me kurdan peyda dikin, ku em di erkên kurdanî de ji hev re hevkar bin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev