
FNDK (Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan) ji Yakov Kêdmî û rêveberîya televîzyona “Rossiya -1” daxwaza lêborînxwestinê dike
10ê Cotmehê li kanala televîzyona dewletê “Rossiya -1” li hemberî tevayî gelê Kurd heqaretek giran hate kirin. Li bernameya “Êvara bi Vladîmîr Solovyev ra”, kul i wir êrîşa artêşa tirk li ser Rojavayê Kurdistanê dihate niqaşkirin, şirovekarek bi navê Yakov Kêdmî, li pêş bi dehan milyonan temaşevanan dijûnên giran li gelê me kir.
Gotina wî mirovê beredayî hêrsa civaka Kurdên li welatên cîhanê rakir.
FNDK, di bernameyê de gotinên Yakov Kedmî piçûkxistina şeref û rûmeta gelê Kurd dihesibîne û ji ber vê yekê ji rêveberiya “Rossiya – 1” û Yakov Kêdmî daxwaza lêborînxwestinê bi eşkerahî dike!
Ger lêborîn nexwazin, Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan yê bi sebebên piçûkxistina rûmeta netewî û pêşkarîkirina dijmintîyê di nav miletan de li hemberî televîzyona “Rossiya -1” û Yakov Kêdmî bi çarçoveya qanûnên Federasyona Rûsyayê da wê hewildanên berfirehtir pêş bixe.