
Ka mêze bikin ku helbestvanên kurdên Sovyetê
çiqasî di heyra welatê xwe û kesên serbilindaya gelê xwe da bûn!
Di navbera wan da hezkirineke nedîyar xuya dibû.
Nimûneyek: hema bêje hemû stiranên Şeroyê Biro stiranên Evdalê Zeynikê ne.
Mîkayêlê Reşîd
Îşev berf dibare, berfa çîl û qerqaş,
Ser dinya rût-tezî, ser erdê hişk û reş,
Îşev ez tenê me ber vê hikyata çîl
Û qey dibhêm dengê kulîyê nazik û jîr.
Îşev begîra min distirê kilama xwe,
Kilama germ, edil, kilama rojê xweş,
Û ez dihênijim nav hemêza germê,
Ku bona min bûye mertal ber sur-sermê.
Û ez dihênijim û nizanim çawa
Bê hemdî xwe cî da xew ra diçim awa
Û xewna şîrin da dibînim dilbirîn
Êvdalê Zeynikê serqot, pêxas, feqîr.
Kûçê da tek-tenê xwe ra rêda diçe,
Xwera rê da diçe bê rêber û bêçar,
Destê xwe dîwara dipelikîne fesal
Evdalê Zeynikê kor, bê şivdar û jar.
Û ser milê Evdal û ser porê Evdal
Kûça bêmerivda berf dibare fesal.
Serî sipî dibe û te tirê ew kal
Ne ji vê dinê ye, bê mal e, bê pergal.
Kesekî xudanê xêrê vir tunîne
Destê Evdal bigire, sur-sermê derîne.
Hûn ku da ce’nimîn, mîr, hakimê qure,
Axir boy we bû, ku Evdal wextkê distira.
Û ez hişyar dibim ji xewa xwe giran,
Xwe davêjim kûçê, çawa tîr ji kevan,
Ku herim hewara Evdalê Zeynikê,
Hewara birê xwe li vê dinyalikê.
Ka kuyî Evdalo, ka kuyî birê min,
Were bira, were, bikeve milê min,
Te bibim mala xwe. Lê bêzar e kûçe,
Tu kes ser berfa çîl nahêle tu rêçek,
Û berf ha dibare nerm û nazik, edil,
Ew gişk xewna reş bû, here razê, ay dil.
Sal 1975
Tablo ya Rebwar K Tahir
Riataza