
Îro di 60 salîya rojbûyîna sîyasetmedarê navdar yê Rûsyayê, parlamentarê Parlamentoya Rûsyayê, kesekî milethiz û xweyşureta mezin birêz Zêlîmxan Mûsoyêv da em bi dil û can wî pîroz dikin, cenabê wî ra sihet û qewatê, emirê dirêj û serketinên mezin dixwezin. Zêlîmxan Mûsoyêv ji malbeta kurdên êzdî ye, ku li ser asta cihanê, Rûsyayê û Gurcistanê di warê bîsnêsê û xizmetkarîyê da navdar in. Malbeta Mûsoyêv salên dirêj xizmeta çand û halxweşîya gelê xwe kirîye û di warê sîyasî, aborî û întêlêktûal da alîkarîya bêhampe daye. Ji bo vê roja nav û nîşan Radyoya Ria taza bernameya xwe bi navê “Mêrxasê dewrana me” dîyarî kar û jîyana sîyasetmedarê navdar yê Rûsyayê, parlamentarê Rûsyayê, xwedî û sponsorê sereke yê malpera RIATAZA birêz Zêlîmxan Mûsoyêv dike, ku berî çend salan hatibû amade kirin, cardin raberî radyoguhdarên xwe dike. Di bernameyê de hevpeyvîn di gel birêz Zêlîmxan Mûsoyêv cîh girtîye.