Sersala te pîroz be, welatparêzê mezin!

Sersala te pîroz be, welatparêzê mezin!

Zelîmxan Mûsoyev 60 salî ye

 

Birêz Zelîmxanê Eliko!

Em bi dil û can sersalîya bûyîna we pîroz dikin! Em di xebata we a piralî û cabdar da ji we ra serketinên diha mezin dixwezin.

We wek merivekî di karê xwe yê bêhempa da profesyonal, aqilmendê dema me, organîzatorekî şareza, xwedî helwesta zelal, rêvebirekî zîrek û jêhatî îzbat kirîye, ku dikarin her pirsgirêkekê çareser bikin û bi ser bikevin.

Hûn di jîyana xwe da bi rêyeke ne hêsa û dijwar ra derbaz bûne û lema jî hûn derd û kulên miletê sade rind derc dikin û ev yek nîşana mezinaya we ye.

We nas dikin wek karmendekî civakî yê xwedî qedir û hurmet, merivekî dilovan û xêrxwaz. Kesên ku dengê xwe dane we û hûn cara pêncan di Parlementoya Rûsîya Federal da dane hilbijartin, bê hed û hesab ji we hiz dikin û aminaya xwe bi we tînin.

Gelek kurdên diyasporayên tevaya cihanê jî bi we kubar dibin û bi we serbilind in. Rêberên rêxistinên kurdan yên hemû perçeyên Kurdistanê jî qîmetekî mezin didine kar û barên we û qedirê we zanin. Hûn nimûneya aqilmendîyê û dilovanîyê ne, ku hinkûfî ruhê gelê kurd e.

Em rind haj ji karê we yê bo aştî û aramîya li Rohilata Nêzîk hene. Keda we di karê normalkirina rewşa herêmê ji alîyê rêberên welatên Rohilata Nêzîk da bilind tê qîmetkirinê û ev yek bo me cîyê şanazîyê ye.

Keda we di karê pêşketina pêwendîyên dîrokî û dostanîyê di navbera Rûsîyayê û gelê kurd da hêjayî qîmetê herî bilind e.

Zelîmxanê Elikoyê ber dilê me ezîz, em ji dil û can ji we ra serketinên here mezin û cansaxîya baş, bextewarîyê û xweşbextîyê ji we û hezkirîyên we ra dixwezin.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK)

Redaksyona RIATAZA

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev