”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 5

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 5

Malpera me bi awayê rêzenivîsê berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî çap dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em wê dikin çend beşan û îro para wê a pêşin çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA -1

 

”Tu ulmekî din weke lêkolînkirina li ser kurdan ewqas pir deyndarê ulmê Sovêtîyê nîne, û lema jî ulmê Sovêtîyê hesab dibe peyhatîyê layîq yê ulmê Rûsîyayê (piranîya berhemên lêkolînên ser kurdan ji alîyê zanyarên rûs da hatine pêkanînê), û ji ber wê jî kurd, xwesma kurdên dervayî welêt, nikarin ji tu cîyan alîkarîya ewqas mezin, merd û bi derfet bona lêkolînkirina çanda xwe, zimanê xwe û bo wê yekê bistînin, ku ew di hêla zanîyarîyê da derxistine li ser meydaneke berfireh ya ser dereceya dewletê, çiqas ku wana ji ulmê Rûsîyayê sitendîye”.

Akademîk Î. A. Orbelî

 

Zimanê kurdî

Zimanê kurdî dikeve nava koma bakur-roava zimanên îranî, ku perçeyekî malbeta zimanan ya hindawropî ye. Ew li ser axeke mezin a Kurdistanê (”welatê kurdan”), ku di nava çar dewletên cînar da – Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê – perçekirî ye, hatîye belavkirin. Gorî malûmatîyên îroyîn, binecîyên kurdîaxêv herwiha li ser axa navçeyên Afxanistanê, Libnanê, Îsraêlê, Hindistanê, Misirê, wisa jî li komarên Sovyeta berê – Ermenîstanê, Gurcistanê, Azirbêcanê, Turkmenîyayê û Qazaxistanê1 dijîn. Gelek diyasporayên kurdan li Awropayê hene (Almanîya, Swed, Brîtanîya Mezin, Fransa, Bêlçîka, Holanda), herwiha li DAY, Kanadayê û Australîyayê.

Perçebûna axa Kurdistanê, û di rûyê wê yekê da sazbûna rêyên astengkirî yên bo pêşketina wê bûne sebeb, ku gelek zarav û devokên zimanê kurdî çê bûn, û vê yekê jî di hindava xwe da rê li ber hevgirtina kurdan û avakirina zimanê lîteratûrî girt.

Bi hesabê îro lêkolîner (him lêkolînerên kurd, him jî yên Awropayê) ser wê bawerîyê ne, ku di nava zimanê kurdî da çend komên zarav û devokan hene. Lêbelê ji hêla kategorîzekirina zaravan û têrmînolojîya ku bona wana tê bikaranînê da hevgirtin û hemfikirî hela tune.

Gorî kategorîzekirina zimanzanê kurd yê binavûdeng T. Wehbî2 (Kurdistana Îraqê), çar komên zaravan yên zimanê kurdî hene:

Herwiha kategorîzekirina gorî çend lêkolînerên kurd yên din jî hene (Mihemed Xal, Gîwî Mukrîanî, Emîn Hewremanî, Ebdurrehman Zabihî, Fûad Heme Xurşîd û yên din), ku nelihevkirina di navbera wan da piranî ser wê yekê ye, ka zaravan bikine nava kîjan komê û kîjan navan li wan bikin (gorî warê bikaranîna wan an gorî navê eşîreta wan, ku ew zarav di nav wan da tê axaftin). Û ev yek di şertên pirawahîya zarav û devokên zimanê kurdî da tiştekî normal e û beşek ji wan zaravan hewcê lêkolînên kûr in.

Di berhemên zanyarên Roavayê yên sedsala buhurî û çend îranzanên dema nû da fikirên cuda cuda têne raberkirinê derheqa statuyên zaravên kurdî yên wisa mezin da, wek hewremanî, goranî, zaza û lûrî. Hinek lêkolîner wan zaran yên kurdî dihesibînin, hinekên din bêy bingeh û îzbat wana ji zimanê kurdî dûr dixin, û ew yek dikare bi wê bê şirovekirinê, ku ew lêkolîner li ser wan zaravan zêde kûr nebûne, ango, lê hûr nebûne.

Di kurdzanîya Rûsîyayê da, ku li ser bingehê bi her alî û kûr lêkolînkirina zaravên kurdî hatîye avakirin, ew fikir pir belavbûyî ye, ku zaravên kurdî bi taybetmendîyên xwe yên  rêzimanî û lêksîkî va pareveyî li ser du komên sereke dibin: kurdîya bakur û kurdîya başûr. Zaravê kurmancî (ku piranî li ser axa Tirkîyê, herweha beşeke axa Îraqê, Îranê û Sûrîyê tê bikaranîn) û zaravê zaza (ku li sî deverên Tirkîyê tê axaftin) dikevine nava koma bakur. Di nava koma başûr da sê beşên di nava koman da yên bi van navan hene: 1) soranî (soranî, suleymanî, mukrî); 2) goranî (goranî, hewramanî, becelanî, kandûlaî, zengene; 3) kermanşahî (sineyî, herrûsî, korûnî û yên din, ku wek zaravên ”başûr-rohilatî” têne naskirin); 4) lûrî (lûrî, lakî, feylî û, bi îhtîmal, yên din jî).

Zimanê kurdî bi hebûna zaravên pirjimar ra tevayî xwedî formên wê yên lîteraturî ye jî, ji wana di rojên me da yên ku bi aktîvî pêş dikevin, kurmancî û soranî ne, ku li ser bingehê zaravên bakur û başûr hatine avakirin. Gerekê bê destnîşankirinê, ku kesên bi van zaravan, herwiha bi zarav û devokên din diaxivin, tîpên herfan yên ji hev cuda bi kar tînin, lê di axaftinê da zehmetîyan nakişînin, rind ji hevdu fêm dikin. Îro kurdên Îraqê, Îranê û Sûrîyê elfabeya li ser bingehê tîpên erebî û farisî çêkirî bi kar tînin, ku gorî taybetmendîyên fonetîka (dengnasîya) zimanê kurdî kirine. Kurdên Tirkîyê tîpên herfan yên latînî bi kar tînin, ku li ser bingehê elfabeya tirkî ya latînîzekirî ava kirine. Di salên 40î yên sedsala XX kurdên Sûrîyê jî elfebaya latînî qebûl kirin, lê ew ji alîyê piranîya kesan va nehate qebûlkirin, ango ew elfeba di nava milet da rûnenişt. Bona kurdên Ermenîstana Sovêtîyê, ku bi zaravê kurmancî xeber didin, sala 1927an elfebaya nû ya latînîzekirî hate amadekirin, bi wê pirtûkên edebî, yên dersan û çapemenî hatine weşandin. Lê sala 1945an hukumetê bona kurdên Ermenîstanê elfebaya kurdî ya li ser bingehê tîpên rûsî (ango, kirîlî) amade kir.

Di wêne da: ji çepê yê duduyan zimanzan Makkenzî (Mc Kenzy), ji rastê yê yekê êtnografê mezin Emînê Evdal. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev