ÇEND GOTIN LI SER NÎQAŞA ”DENGÊ BERFÊ”

ÇEND GOTIN LI SER NÎQAŞA ”DENGÊ BERFÊ”

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Xwişk û birayên hêja!

 

Ev çend roj in nîqaşek li ser ”dengê berfê” li Facebookê dest pê kiriye. Hinek digêjin: Gelo dengê berfê heye?
Hinek dibêjin: Ji dengê berfê re çi tê gotin?
Hinek dibêjin: Weleh û bile, me dengê berfê seh nekiriye!
Hinek jî dibêjin: Dengê berfê tune!

Baş e, gelo dema baran tê, her kes dizane ku deng jê tê.
Dema teyrok tê, her kes dizane ku deng jê tê.
Dema birûsk vedide, her kes dizane ku deng jê tê.
Dema meriv kevirekî davêje, her kes dizane ku deng jê tê.
Dema şape, lehî, laser, lêmişt û tiştên wisa ku dikevin libatê, her kes dizane ku deng ji wan tê.

 

PIRS: 

Gelo dema mûrî û gêrik bi rê ve diçin, deng ji nigê wan tê yanena? Eger dengê terperepa nigê wan hebe, bi kurdî çi jê re tê gotin?

Bi du tiştan ez ê bidim peyitandin ku dema berf tê, dengê wê heye.

. Di qanûna fizîkê de çi tiştê ku libat û tevger jê re hebe, deng jê derdikeve. Hin deng hene meriv wan bi guhê xwe seh dike, lê hinek deng hene ku meriv wan bi guhê xwe seh nake, lê dengê ku nayê sehkirin, meriv bi alîkariya hin bûjenan seh dike.
. Dema hilf û gulf ji avê radibe, kes pê nahise. Lê bi alîkariya bûjenan dengekî wisa mexof jê tê ku meriv jê ditirse.
. Dema mûrî û gêrik bi rê ve diçin, çu kes dengê nigê wan sehnake. Lê hatiye gotin ku Xwedayê mezin dengê lingê mûriyan jî seh dike.

Bêguman hin deng hene ku merov wan sehnakin. Lê eger mirov wan dengan seh bikin, wê mirov tev şêt bibin.

Di vê sedsala dawîn de, xelk li dengê jîndarên li Galaksiyên din digere û seh jî dike. Lê yên me hêjî li ser ka dengê berfê heye yanena, nîqaş dikin.

Xwedayê mezin zanîneke berfireh bike para Kurdan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev