DİVÊ KURD Çİ BİKİN, KU BERSÎVA VAN PİRSAN ZELAL BİDİN?

DİVÊ KURD Çİ BİKİN, KU BERSÎVA VAN PİRSAN ZELAL BİDİN?

Şeyhmus Özzengin

 

Divê em bi zanistî û li gor metodên sîyasetê pirsgirêkên xwe binirxînin û rêyên çareserî peyda bikin.

Şer û şervanî tenê pergalek ji têkoşînê ye. Kurdan ev pergal bi fêrisî bikar tînin û her bikar anîne jî.

Em di bin ewrên reşîtarî û şîrqînên birûskan de ne. Çawayîya parastina mal, milk, can û axa bavûkalan ne hêsan e. Divê em siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-projeyên wan baş bixwînin, binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şer ev derî venabe!

-Dewlet û aktorên cîhanê, li henber vê êrîşa barbarên tirkan çi dikin?
-Çi didin berçavê xwe û çi nadin?
-Rewşa Sûrîye dizîvire merheleyek nû! Di vê merheleya nû de ji me kurdan re çi heye û garantî çi ye?
-Destê rejîma Sûrîye xurt dikin. Merhela duyem civîna Komîsyona amadekar a Makezagona Sûrîye ye. Di vir de wê kî daxwaz û mafên kurdan bikaribin di makezagona Sûrîyek nû de garantî bikin, kurd an piştgirên kurdan?
-Dîplomasîya kurdan di çi halî de ye û Kurd dikarin bi van dostên, ku di vê Komisyona amadekarîyê de cîh bigirin re têkilîyên baş bimeşînin an na?
-Hêzên Hevpeymanan, hêzên xwe ji Sûrîye vedikşînin? Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku xîyanet bi kurdan re kirin an ji bona çareserkirina pirsgirêka Sûrî divabû vê bikin?
-Çima Emerîka ev biryara bilez da û kir ku PYD/YPG teslîmî Sûrîye bibe û Sûrîye bi rehetî were li ser herêma defakto bicîh bibe.
-Çima rêveberîya Rojavayê Kurdistanê ev biryar da û li pişt vê biryarê çi heye?
-Di Koşka Spî, Pentagonê û Kongra Emerîka de bahozek siyasî heye. Dibe ku sezayên giran bên ser Tirkîye û îhtîmala ku biryara serokkomarê Emerîka Trump a “vekişandina ji Sûrîye” jî bipaşde vebigirin heye.
-Emerîka dibe ku bi carekê de ji Sûrîye vebikişe, ev tê wateya ku Emerîka di Rojhilata Navînde têkçû û ji Rojhilata Navîn vedikişe, an tenê ji Sûrîye?

 

Di bersîva van pirsan de ji we re mifta çareserîyê jî bêjim:


Emerîka û Rûsîya du aktorên mezin yên cîhanê ne. Herdû aktoran li ser nexşa çareserîya Sûrîye lihev kirine. Ev lihevhatin li hesabê Tirkan û Îranê nehatîye. Hewla tirkan yek ji vê sebebê ye. Wê xerameta vê biryarê li ser Tirkîye giran rûnê. Divê kurd qozên xwe yên dîplomasîyê, li ser esasên çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û li angora berjewandîyên Netewî, ku bi kîjan dewletan re berjewendîyên wan ligel hev in, bimeşînin.

Eger Kurd giranîyê bidin Komîsyona çareserîya pirsgirêka Sûrîye û di virde bi hêzên Hevpeymanan, bi Emerîka û Rusîya re bikaribin qoza şerê li henber DAÎŞê û hemahengîya demê bikar bînin, wê piştgiran ji bona mafê xwe garantî bikin di qada dîplomasîyê de.

Dostên kurdan hene û pir bûne. Divê Kurd bikaribin bi hewlên rast xwe bigihînin van dostan!
Şerê herî mezin, şerê dîplomasîyê û bidestxistinên siyasî ye. Niha ev rê li ber kurdan vedibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev