Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” -3

Mele Mehmûdê Bazîdî – ”Adetên Kurdistanê” -3

Xwendevanên delal, em tevaya kitêba serbilindîya gelê me Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi sernavê ”Adetên Kurdistanê” bi amadekarîya heyranê malpera me birêz Qasimê Xelîlî beş bi beş raberî we dikin. Qasimê Xelîlî herwiha karê dîjîtalîzekirin û redaktekirinê jî kirîye.

Malpera me jî wê hinek şaşîtîyên di dema amadekirina berhemê rast bike, wek navên nivîskar û lêkolînerên biyanî, ku di pirtûkê da şaş hatine çapkirin.

Fermo, îro em destpêka  wê berhemê raberî we dikin, weke ku Mele Mehmûd Bazîdî nivîsîye.

 

BISMILLAHIREHMANlRREHÎM

Elhemdulillêhî Reb-bîl alemîn we sselatu ela Muhammedin we alîhî ecma’în…

Emma baed me’alûmî cenabêd talib û naziran bibitin ko ew tewayîfêd Ekradan ji tewayîfêd Erebêd bedewîêd berê ne. Ko zemanê maziyê de ji wan tayfêd Ereban miqdarek cuda bûyîne û bi wan kenaran de bi eyal û etfal hatine û hemû qebîleyek bûne. Û berê lîsanê wanî jî bil’umûm zmanê Erebî bûne û yek ta’îfe bûne. Heta wî zemanî lefz Kurdistan tune bûye. Paşê weko hatine van etrafêd xalî û sînorêd Îran û Xoresanê ew merovêd hatî mesela çend in elbette her yekî navek heye. Heyder, mesela navê yekî bûye. Herçî ji ewladêd wî Heyderî zêde buyîne nîsbet bi bal wî da ye Heyderî. Ewana buyîne tayîfeyek û mesela navê yekî Zeylo bûye, herçî ewladêd ji wî merovî zêde bûyîne nesebet dayîne bi bal Zeylo, Zeylî Zeylî gotine. Ta’ifêd mayî jî bi vî tarzî ne. Mirad ji ta’îfan eviya her ta’îfeyek kurê bavekî bûne û bi mirûr eyam her yek bûyîne ew qeder mal, îcarî ew ta’îfe jî bi neseb nêzûkî û bra û pismamiya wî zemanî xeyreta yek û du dikişin û eger dûr in li yek û du nabine xweyî, qebile û tayfe ewna ko beyan bûn…

Û lefz Kurd û Ekrad eslê wî girde ye.Yanî berhev û cem’îkirine. Bo munasebetê ko ew Ereb bûyîne cîranê Îran û Farisê û Xoresanê, êdî ji lîsanêd wan tayfan yek û yek û berhev û cem û exz kirine û hêdî hêdî zmanêd xwe ê qedîm ko Erebî ye terikandine û mirûr zeman û borîna îyamî buyîne hinde eşayîr û qebaîl û ta’îfe…

Ew navê wan ko maye Kurd û Ekrad ew sebeb e ko zmanê berhev, yanî mexlûtîye, Yanî gird kirdî ye. Ji Farisî û Îranîyan. Îcarê ew tayfana ji etrafan bi nav Kurd û Ekrad hatine navdan û buyîne miletekî meallûm…

Ema zmanê wan jî biheseb cih û mekan bazê îxtilaf tê heyîn, Lewranî lîsanê Ereb û Farisî û sair jî dîsanê cezwî muxayîret heyîn, Mesela lîsanê ehlê Hîcaz û Misrê û Erebêd Bedewî naşibine yek û du. Û zmanê Farisîya derî û Pehlewî û Iraq û Azerbeycanê naşibine yek û du.Lîsanêd Ekradan ji cezwî tefewat heyin…

Ekrad qewî zêde nesl û neseban hesêb dikin û amare û axayêd wan bazen seyyîd û bazen sahebzade heyin.

Weko Abbasî û Xalidî û Ensî û Merwanî ji vana tê heyin. Wekî dinê ekserêd Ekradan heta heft bavan navêd ecdadêd xwe dizanin û xizm û eqrabayetî winda nakin. Mesela xizm û pismamê yekî li Şamê û Misrê heye, bavê wî xizmî û ewî pismamî ji boy kurê xwe wesayet dike ko li filan welatî û filan gundî ji filan tayifeyî navî ew e, xizm û pismamekî me heye iqtiza bike ew jî dîsanê ewî wesîyetê ji boy ewladêd di xwe dike…

Û eger şayed Ekradan xwîndarî û yaxûd dawayekî maye di welatekî de di gel merovekî hebe, dîsanê weqit û tarîx û bitefsîl ewê dawayê ji boy ewladêd xwe dibêjin, wasiyet dikin. Adetê wan ko eger yek ji wan mesela biçite xerîbetê rastî a esl û neseba xwe bizûwî ji boy kesekî nabêjin. Lewranê ihtiyat dikin. Ko nebe xwîndarî û ya dawaîdarek kewn ji neseba wan biderkevin. Xulasa dawa di nîva wan da kewn û zayî nabe. Heta heft bavan dawa dajon…

Û Ekrad qewî xweyîbext dibin, eger mirovek qebahatekê mezin bike û biçe xwe bavêje bextê yekî elbette ji qisûra wî diborin û bi bext sondê dixwin û bi cihderewî tiştekî naxine bextêd xwe. Weko yekî gote yekî mesela ew şola we ha nebuye weko ewî gote ko di bextê min de be ko weha ye elbette pê bawerî dikin, Yanî bi bext sond xwarin di nîva wan de qewî mezin e. Wekî mesela: merovekî dixwazin bikujin, xwe avêtine bextê yekî, elbette bi çi tarzî bibe dê wî mirovî ji kuştinê xilas bikin…

Adetê Ekradan di şerî de weko mirovek ji hespî ket û esîr bû êdî mimkun nîne ewî nakujin. Adetên Ekradan ên piçûkan(piçkan) bêşikkertme dikin, mesela: weko ji boy mirovekî keçek welidî ji boy mirovekî jî kurek welidî hema di roja weladitiyê de ewê keçê didine wî kurî. Bêşikkertme dibêjin. Heta ko ew kur û keç balix dibin, êdî men û poşmanî nabit. Îcarê dawata wan her dukan dikin. Û di nava Ekradan da berdêlî jî dikin. Mesela: yek xweha xwe dide yekî û xweha wî jî ji boy xwe distîne, weyaxût keça xwe dide yekî û keça wî jî ji boy xwe distîne. Yanî mibadele dikin. Herkesek jî wan mesrefa daweta xwe dibîne.

Ekserî Ekrad dawatan di weqtê biharan dikin. Lewranê zivistanan cihyekî tenha ji boy bûk û zavaê tunîne. Wekî dawatê  dikin li goşeyekî konê weyaxût li goşeyekî malê perde girê didin. Ew bûk û zava li pişta perdê gerdek dibin. Wekî dinê adetêd wan ên weko cih tune bin, bav û kur û bra digel jinêd xwe hemû di malekê de radizin û radibin û keç û bûkêd wan ji kesekî narevin.

Biharan wekî bîstê Adarê elbet bi der dikevin konan, lakin nêzûkî cihê qişlaxê ji wî re “warê kozê” dibêjin. Heta ko pezêd wan zêyî xilas dibin, paşî ji wî warî bar dikin. Warê biharê û payîzan newal û cihêd talde û deşt dibin. Lakin warê havînê zozan û çiya dibin. Her deh û bîst û sih û çel malan mexsûs warek heye. Kesek li warê kesî nahêwêre û lê nabe xweyî. Û caran dibe ko li ser wan di nîva wan de nîza peyda dibe û ji boy birekê malan ko digel hev û du dihêwêrin, ZOME dibêjin. Û axayê wî bîrrî û rîspîê wê cimaatê kî ye? Mesela: Elo û Heso ji boy wê zomeê Zoma Elo û Zoma Heso dibêjin, birrêd wan jî weko gundan nav heyîn, zomea filankesî û zomea filan axayî dibêjin. Mesela: îqtîza bike ko tu zomeyekê pirs bikî ji boy te salix didin, diçî û dibînî.

Şayed weko tirsek hebe îcarê ew êl hemû berhev çiya û deştekê dibin û li ser hev û du nêzûkî yek û du konan li hêşîyê wek ordîyan vedigirin. Ji bo vê berhevîa konan re ABIR dibêjin, filan aşîrê bi Abir danîne dibêjin. Weko şayed tirsa wan ji kenarekî de heye ji çar kenaran riya yek saetê yek çend siwaran qerewal datînîn û bi xwe jî şev ranazin. Hespêd wan hazir lixabkirî û  bi xwe jî çekgirêdayî guhdarin.

Heman ji kenarekî deng û pêjnek peyda bûyî hemî siwar dibin û bi wî kenarî de diçin. Eger yeqîna dijminan kirin, defa wanî hewarê heye, bi şev û bi roj çi wextî dibe ewê defa hewarê li cihekî bilind didine kutan ko deng bigehe hemû zomeyan. Weko dengê defê peyda bûyî êdî mimkûn nîne kes bi şû ve namîne siwar û peya bi kenarê defê de tên. Û jinêd wan malan jî her yek kon-istûnekî digirin destêd xwe û hazir dibin, guhê jinan jî li şerî ye. Dîtin ko şer hate nêzûkî malan ew jin jî bi wan istûn-konan diçine şer û yariya mêran dikin. Dibe jin jî têne birîndarkirin û kuştin. Yanî weko şerekî weha li ser malêd Ekradan biqewimin jin û mêr şerî dikin. Û eger şayed hezar siwarêd dijmin bêne ser çel pênce malêd Ekradan dîsanê qedr nabin ko ewan belav bikin. Lewranê di nîva Ekradan ewê meseleyekê menşûr e.(Şerê kûçikan li ser dêlan in.) Ekrad şerêd ser malan bi xeyr ji mirin çare nînin, elbette heta mirin şerî dikin.

Û adetekî dinê di şerêd ser malan de heyin, weko Ekrad dibînin ko dijmin zehf û ew bi xwe hindik in, herkes siwar dibin û ji nîva malan bi der dikevin û xwe didine çiya û kerrekî asê. Û malan dispêrine dijminan û bi xwe ji dûr ve difkirin û çek û aletêd xwe ê herbê dirist dikin û digel yek û du qewl û qerarê dikin ko nerevin. Yek ji wan dibêje ko eynegozê min Meho maye dest dijminan de û yek ji wan dibêje ko “wa ye keça min Eyşê” maye di dest dijminan de, weha xeyretê didine yek û du, îcarê dijmin jî bi talan û malhilgirtinê mijûl dibin. Bilanê zehf bin jî ew xweyîêd wan malan bi carekê hicûm û êrişê tînine dijminan û jinêd wan jî di nîva malan de bi kiziman arîkarîa wan dikin, elbette dijminan perîşan dikin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev