Çend nûçe derbarê destdirêjahîyên Tirkîyê ser beşeke welatê me

Çend nûçe derbarê destdirêjahîyên Tirkîyê ser beşeke welatê me

Lîndisî Giraham: Serokê Tirkiyê bi hêrişkirina ser Kurdan mezintirîn şasî kir

 

K24- Hewlêr

Sênatorê Amerîkayê, Lîndisî Giraham ragehand: Serokê Tirkiyê mezintirîn şasî di jîyana xwe ya sîyasî de encam da dema hêrişa serbazî kirîye ser Kurdan.

Herwiha got ku Waşington dê sizayên tund bi ser wî de bisepîne û ji Suriyê dûr bixe.

 

Rojnamevanekî nêzîkî rêjîma Sûriyê xalên rêkeftina Rojava û rêjîma Sûriyê eşkere kir

 

BasNews – Rojnamevanekî nêzîkî rêjîma Sûriyê naveroka rêkeftina navbera rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û rêjîma Sûriyê de eşkere kir.

Duhî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bi rêjîma Sûriyê re li hev kirin da ku artêşa Sûriyê li hember êrişên Tirkiyê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bicîh bibe.

Berpirsên Rojavayê dibêjin ew rêkeftin tenê serbazî ye, lê rojnamevanekî nêzîkî rêjîma Sûriyê bi navê Danny Makki li ser twîttera xwe behsa naveroka wê rêkeftinê kiriye. Li gorî ku Makki daye zanîn, naveroka rêkeftinê bi vî rengî ye:

*Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êdî namîne û dibe beşek ji Tabûra Pêncem ya Sûriyê û dikeve bin kontrola Rûsyayê.

*Mafên kurdên Sûriyê di Qanûna Esasî ya Sûriyê de tên misogerkirin. Rêjîma Sûriyê dê otonomiyê bide kurdan, lê ev mijar dê paşê di navbera kurdan û rêjîmê de were axaftin.

*Hêzên Sûriyê û kurd dê bi hev re bo derxistina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê hereket bikin, ev yek Efrînê jî vedigire, lê şimûlî Idlibê nabe.

*Artêşa Sûriyê dê ji bilî Kobanî, Hesekê derbasî Qamişlo û deverên din jî bibe

*Di nav mehekê de serkirdetiya kurdan dê di nav hikûmeta Sûriyê de bibe xwedan roleka fermî da ku qonaxa veguhestina desthilat û rêveberiya bakûrê Sûriyê pêk were. Ev rewş dê heta pêkanîna hikûmetek nû û dariştina Qanûneka Esasî ya nû bidome.

Bi gotina wî rojnamevanî, çend roj berê jî Rûsya hewl dabû rêveberiya Rojava û Sûriyê li hev bîne, lê rêjîma Sûriyê wê çaxê daxwaza îmtiyazên zêde kiribû, ji ber wê jî rêkeftin nehatibû kirin.

 

Amerîka: Tirkiyê tawanên mirovî li bakûra rojhelata Suriyê encam daye û Erdogan jê berpirsê e

 

K24- Hewlêr

Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê dibêje, digel hemû hişyarîyên Amerîkayê û civaka Navnetewî Serokkomarê Tirkiyê operasyonek yekalî liser bakurê Sûriyê encam daye û tawanên mirovî jî di nav de, berpirsê hemûyan – Serokkomar Erdogan e.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Mark Esper bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir, operasyona yekalî ya bi fermana Serokkomar Erdogan li bakurê Sûriyê, bûye sedemên karesatên mezin, awarebûn, wêranbûn û bêaramiyê û gef li ser hêzên Amerîkî zêde kirine.

Wî da xuyakirin, ku ew vê dagîrkirinê qebûl nakin, ku ziyan gihandiye şerê dijî DAIŞê û bûye sedem, ku gelek çekdarên tirsnak yên DAIŞê bên berdan.

Wî herwiha da zanîn, tu pêwîstiya vê operasyonê nebû. Serok Erdogan ji hemû encamên operasyonê berpirsiyar e, ku egera ji nû ve serîhildana DAIŞê, tawanên şer û mezinbûna krîza mirovî heye. Herweha pêwendiyên navbera her du welatan jî, ziyanên mezin dîtine.

Esper got, ew dê heftiya bê, li Brukselê seredana NATOyê bike, ku plan dike hemû endamên NATOyê fişarên dîplomasî, aborî deynin ser Tirkiyê.

 

Încîrlîk – Tirkiyê dest daniye ser 50 bombeyên atomî yên Amerîkayê

 

BasNews- Çavkaniyeka Amerîkayê aşkere kir hikûmeta Tirkiyê dest daniye ser nêzîkî 50 bombeyên atomî yên Amerîkayê li Binkeya Leşkerî ya Încîrlîkê. Herwiha wê yekê jî weke guşarê bixe ser Amerîkayê bikartîne.

Ajansên navdewletî ji ser zarê berpirsekî Amrîkayê belav kirine Tirkiyê rêge nade Amerîkayê ku wan bombeyên atomî Încîrlîkê veguhêze cihekî din.

Herwiha ew yek jî di demekê da ye ku Tirkiye bi wê hengawê hewl dide Amerîka di operasyona ser Rojavayê Kurdistanê da piştevaniyê lê bike.

Rojnameya New York Times aşkere kiriye Wezareta Derve ya Amerîkayê û Wezareta Wize ya Amerîkayê hewl dane wan bombeyên atomî veguhêzin derveyî Tirkiyê, lêbelê aniha Tirkiyê dest daniye ser wan bombeyên atomî û weke karteka guşarê bikartîne.

Li aliyê din berpirsekî Amerîkayê jî ji New York Timesê ra daye zanîn ku veguhestina wan bomebyên atomî ji Încîrlîkê bo welatekî din tê wê wateyê ku peywendiyên Tirkiyê û Amerîkayê bi yekcarî bi dawî dibin.

Ew bombeyên atomî ku li Încîrlîkê ne Amerîkayê di serdama şerê sar da durist kirine û divê ew bi rêya firokeyan bihêne veguhestin û heger bo her armancekê bihê bikaranîn jî bi rêya firokeyan bihên bikaranîn.

Li aliyekî din pispor û şîrovekarekî siyasî yê Amerîkayê jî aşkere kiriye pêwîstiya Amerîkayê bi rêgedana Tirkiyê tuneye bo veguhestina wan bombeyên atomî ji Tirkiyê veguhêze. Ew kengî bixwazin dikarin wan bombeyan veguhêzin.

Pisporekî çekên atomî jî dibêje veguhestina çekan ne karekî asane lewre pêwîstî bi planekê heye çunke parastina wan û veguhestina wan ji Tirkiyê karekî dijware û di xeletiyeka herî biçûk da metirsiya kareseteka mezin heye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev