Zara: Dilê min diêşe dema dibînim miletê min dizêre…

Zara: Dilê min diêşe dema dibînim miletê min dizêre…

Xwedîya gotinên ”Ez serbilind im ku keça kurd im…” bangî cihanê dike neheqîyên Tirkîyê bidine sekinandin.

 

Yek ji dengbêjên Rûsîyayê ya herî binavûdeng Zara (Zerîfa Paşa)

berî çend mehan çend stiranên bi zimanê kurdî pêşkêşî tevaya gelên Rûsîyayê

û bi mîlyonan kurdên ber dilê xwe ezîz kirin, ku ev gotinên di stiraneke wê da

îro guhê her kurdekî welatparêz da dike zingîn: ”Ez serbilind im ku keça kurd im…”.

 

Dengbêja navdar di ”Instagram”ê da xemgînîya xwe dîyar dike di hindava neheqîyên Tirkîyê da li Kurdistana Sûrîyê û behsa pirsgirêkên kurdan dike.

Zarayê destnîşan kirîye, ku dilê wê bo bûyerên diltazîn diêşe, ji ber ku kesên ji esilê wê û miletê wê bi neheqî têne zêrandin.

Dengbêja binavûdeng herwiha xwendevanan agahdar dike, ku kurd dikarin dewlemendtîyên xwe yên çandî nîşanî tevaya cihanê bikin, lê bo wê yekê mecala wan tune, ji ber ku herdem di nava şêr da nin.

”Ez hemwelatîya Rûsîya Federal im û her deman piştgirîya berjewendîyên welatê xwe dikim, lê esilê min, koka min, miletîya min rê nade min ez bêy êşa dilê xwe bala xwe bidim bûyerên ku têne sere miletê min, miletê kurd.

Gelê kurd yê pirzêrandî xwedî çand û erf-edetên dewlemend e, ez bawer im, ku cihan dikaribû ji dewlemendîya gelê me karê keve, lê şerên bê dawî nahêlin cihan ji aqilmendîya gelê min lezetê bibîne.

Bûyerên li bakurê Sûrîyê (Kurdistana Rojava.- Not ya ”Riataza” ye) ber çavên cihana medenî diqewimin. Dilê min diêşe ku miletê min îro ketîye vê rojê û meriv nizane ka vê carê alîkarî û piştgirî wê ji kîjan alî bê.

Ez bi hêvî me û dua dikim bona ecêba tê serê miletê min bisekine, bona êdî tu kes neyê kuştin û dayîk perîşan û tengezar nebin, derdê ewledê xwe nebînin, bona rêyeke xêrê bê dîtinê seba kurd ji wî derê teng derkevin, aştî û aramî bê ser axa kal û bavê wan”.

Dengbêja binavûdeng bangî Hevalbendîya Cihanê kir guh bidine ser bûyerên ku li sûrîyê diqewimin, her tişt bikin bona şer û qetil bê rawestandin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev