NIVÊJA GUNDIYAN BÛBÛ YEKDAN

NIVÊJA GUNDIYAN BÛBÛ YEKDAN

Zeynelabidin Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Dibêjin, carek ji caran, rojekê Mîrê Kurdistanê melayekî hinartiye gundekî li devera Garisan da meletî bike. Lê mizgeft li gund tune û gundî jî nizanin ku nivêj çi ye.
Melê dest pê kiriye û li gund mizgeftekê ava kiriye.

Serê ewil bi şev hin gundî çûne mizgeftê û melê waz kirine, lê gundî li ber wazên Melê di xew re çûne û kesî guhdariya Melê nekiriye. Çend roj şûnde gundî êdî neçûne mizgeftê.

Melê bala xwe dayê ku gundî nayên mizgeftê, lê diçin dîwana Axê.
Rojekê Melê gund çûye ba Axê û gotiye:
– Gundî dema dihatin mizgeftê, hema pêre pêre xewa wan dihat û dikirin xirexir. Lê wa ye tên dîwana te û heta nîvê şevê dimînin jî, xewa wan nayê. Gelo sedem çi ye?

Axê gotiye Melê:
– De ka tu jî êvarê were dîwana min, tu yê fêm bikî ka çima gundî tên ba min û nayên ba te!

Melê êvarê dereng çûye dîwana Axê, bala xwe dayê ku zilamên gund tev li wirê ne, ode tije ye û qireqira wan e, her yekê behsa ku wî li çolê ew roj çi kiriye dibêje. Mela jî hema li jêra civatê rûdine û guhdarî dike.

Zilamên gund bi dorê her yek, an çîrokekê dibêje, an stiranekê dibêje.

Dema dor tê ser Melê, ew jî qesîdeyekê dibêje. Dengê Melê jî pir xweş e û kêfa gundiyan jê re tê.
Zilamekî gundî gotiye Melê:
– Seyda çima tu li mizgeftê van stiranan bo me nabêjî?

Melê gotiye:
– Eger hûn werin mizgeftê, ez ê her şev ji we re bêjim.

Pişt re îcar civata gundiyan her şev li mizgeftê kom dibe û Mele jî qesîdeyên cuda cuda ji wan re dibêje. Gundî heta nîvê şevê li wirê dimînin, hin caran çîrok û meselok jî ji hevûdu re dibêjin.

Lê belê Melê gotiye gundiyan:
– Divê hûn nivêj bikin.

Zilamekî gundî gotiye:
– Nivêj çi ye?

Melê behsa nivêjê kiriye û pişt re gotiye:
– Nivêj rojê pênc car in…

Gundiyan gotiye:
– Wele pênc car pir in, em nikarin rojê pênc car nivêj bikin.

Melê gotiye:
– Nexwe rojê çar car nivêj bikin.

Gundiyan gotiye:
– Çar car jî pir e.

Melê gotiye:
– Nexwe rojê sê car nivêj bikin.

Gundiyan gotiye:
– Sê car jî pir e.

Melê gotiye:
– Nexwe rojê du car nivêj bikin.

Gundiyan gotiye Melê:
– Du car jî zêde ye.
Melê gotiye:
– Nexwe rojê carekê nivêj bikin, lê divê hûn werin nivêja înê jî.

Zilaman tev bi hev re gotiye:
– Haaa wisa, qurban, îcar ev çêbû.

Pişt re Melê gotiye:
– Dema we nivêj kir, divê hûn berî nivêjê desmêj jî bigirin.

Gundiyan gotiye:
– Îcar desmêj çi ye?

Melê gotiye:
– Hûnê ruyê xwe sê car bişon, zendên xwe heta enîşkan bişon…

Gundiyan gotiye:
– Seyda wele em vê zivistanê nikarin destên xwe têxin nêv ava qerisî û em nivêj jî nakin.

Melê gotiye:
– Baş e, nexwe bê desmêj nivêj bikin…

Gundiyan gotiye:
– Haha, ev çêbû Seyda. Wey Xwedê ji te razî be, tu çi melayekî baş î…

Ji wê rojê û şûnde gundî her şev çûne mizgeftê û nivêja eşayê bê desmêj li pey Melê kirine. Piştre Melê qesîde bo wan gotiye û her yekê gundî jî stiranek an çîrokekê gotiye. Ha wisa civata mizgeftê heta derengiya şevê domandiye û kes êdî neçûye civata Axayê gund.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev