Nûçeyên derbarê sûckarî û qetilkarîyên Tirkîyê da!

Nûçeyên derbarê sûckarî û qetilkarîyên Tirkîyê da!

Hoşyar Zêbarî hişyarî da: Tirkiye dixwaze kurdan jenosîd bike!

 

BasNews – Siyasetmedarê kurd Hoşyar Zêbarî li ser êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê hişyarî da û ragihand, tirsa wê heye Tirkiye li hember kurdên Rojava komkujî û jenosîdê bike.

Wezîrê berê yê derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî ji televîzyona Sky News re behsa êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û nîgaraniya xwe li hember wê yekê aniye ziman.

Hoşyar Zêbarî hişyarî daye û gotiye, tirsa wê yekê heye ku Tirkiye li hember kurdên Rojavayê Kurdistanê komkujî û jenosîdê bike. Ev jî dibe metirsî li ser Rojhilata Navîn. Hêzên Tirkiyê, kî dikeve ber wan dikujin û çi dikeve ber wan wêran dikin.

Zêbarî daye xuyakirin, li gorî ezmûnên borî Tirkiye kî deverek dagîr kiribe, bi hêsanî jê derneketiye.

Li ser helwesta Amerîkayê jî Hoşyar Zêbarî gotiye, Amerîka xiyanet li kurdan kir û xwe rûreş kir û bi vekişandina hêzên xwe aloziyek mezin li deverê çêkir.

 

Encumena Nûneran a Amerîkayê biryara Trump hilweşand

 

BasNews- Encumena Nûneran a Amerîkayê beriya bi demekê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavaya Kurdistanê hilweşand.

Encumena Nûneran a Amerîkayê bi raya dengan biryara Trump derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavaya Kurdistanê hilweşand.

Herwiha Encumena Nûneran a Amerîkayê biryara Donald Trump şermezar kir û ragihand, 354 perlemanteran dengê ”belê” bo helweşandina biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê dane.

Cihê behsê ye Seroka Encumena Nûneran a Amerîkayê Nancy ragihandibû  ew hewl didin bi biryareka hevbeşa herdu partiyên Amerîkayê Partiya Komarî û Partiya Demokrat biryara Donald Trump a vekişandina hêzên wan ji Sûriyê hilweşînin.

Herwiha Nancy Pelosi dabû zanîn ku ew amadekariya biryareka nû dikin ku hêzên wan li Sûriyê bimînin û biryara Trump hilweşînin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Nancy Pelosi da zanîn ku Donald Trump gilopa kesk bo Tirkiyê vêxistiye ku operasyona serbazî li Sûriyê pêk bîne.

 

Pentagon: Bi HSDê re berdewam dibin

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî ji Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Amerîka di şerê li dijî DAIŞê bi HSDê re berdewam dibe.

Berpirsekî Pentagonê ku navê xwe aşkere nekir ragihand, tevî ku hêzên wan li bakurê Sûriyê nemînin jî, ewê bi hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re berdewam bin.

Wî berpirsî diyar kir, tenê 150 leşkerên Amerîkî li binkeya Tinif li başûrê Sûriyê dimînin, lê HSD hevpeymaneke Amerîkayê ya girîng e û dê di şerê li dijî DAIŞê de pê re berdewam bin.

Herwiha got: “Dê danûstandin hebin, ji bo bizanin çawa emê hevkariya HSDê bikin.”

Derbarê pirsa êdî baweriya şervanên Kurd bi Amerîkayê maye, piştî ku wan di rûbirûbûna Tirkiyê dest jê berdan, wî berpirsî got: Pêwendiya artêşa Amerîkayê hîna bi Kurdan re bihêz e, ji bo hevkariya wan bikin û em dikarin wê pêwendiyê biparêzin.”

Amerîkayê ragihandibû ewê leşkerên xwe ji Sûriyê vekişînin, lê ta niha ti nexşerêyek bo vekişandina wan nehatiye danîn, ji ber ku rewş her dem di guhartinê de ye. Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper jî gotibû, heger hêzên Amerîkî li wê deverê mabana jî, Tirkiyê dê dest bi operasyona xwe kiriba.

 

Trump: Kurd ne firişte ne û baş parastina wan hatiye kirin

 

K24- Hewlêr

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragehand ku baş parastina Kurdan hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di nûtirîn helwest de derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ragehand, ku Kurd ne firişte ne û baş parastina wan hatiye kirin.

Herwiha Trump got, ku êrîşa Tirkiyê pêwendî bi Amerîka ve nîn e û girêdayî Sûriyê û Tirkiyê ye û da zanîn, ku ew hewl didin çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Donald Trump herwiha got: Karekî asayî ye Suriya ji alîyê Rûsyayê ve bihêt hevkarîkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev