Dostên Rojavayê Kurdistanê zêde dibin

Dostên Rojavayê Kurdistanê zêde dibin

Angela Merkel: Min ji Erdogan re got êrîşa li ser bakurê Sûriyê rawestîne

 

BasNews – Seroka Almanyayê Angela Merkel daxwaz ji Tirkiyê kir êrîşa xwe ya ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne û got: Heta niha 70 zarok hatine kuştin.

Seroka Almanyayê Angela Merkel li Parlamentoya Almanya gotarek pêşkêş kir û got: “Beriya çend rojan min li gel Serokkomarê Tirkiyê axift, min got êrîşa xwe ya li ser Bakurê Sûriyê rawestine. Dê encam gelek xerap bin. Ez careke din bang li Tirkiyê dikim, vê êrişê rawestînin. Heta niha 70 Zarok û sivîl bûne qurbanî. Koçberiyek mezin çêbûye.”

Angela Merkel got, li gel vê êrişa Tirkiyê DAIŞ dibe ku ji nû ve zindî bibe. Em careke din bang li Tirkiyê dikin, êrişa xwe rawestîne.

Seroka Almanyayê careke din ragihand, wan firotina çekan ji bo Tirkiyê rawestandiye.

 

Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê li Suriyê gihane rêkkevtinê

 

K24- Hewlêr

Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê gihane rêkkevtinê û pêwîste di dema 120 demjimêran de devera aram bicî bihêlin.

Piştî pênc demjimêran ji kombûnê, Emerîka û Tirkiyê li ser agirbestê li Suriyê rêkkevtin û YPG ji Sinûrên Tirkiyê xwe ve dikişîne.

Mayik Pêns, cêgirê serokê Emerîkayê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, Emerîka û Tirkiye li ser agirbestê li Suriyê rêkkevtin û agirbest jî di dema 120 demjimêran dihêt bi cihkirin.

Pêns aşkera jî kir, Tirkiya rêkkevtîye ku ti operasyonên serbazî encam nede û Emerîka û Tirkiye pabendî şerê Daişê dibin.

Cêgirê serokê Emerîkayê got jî , YPG  bi dirêjahî ya 32 Km ji Sinûrê Tirkiyê dê xwe vekişe.

 

Wezareta Derve ya Rûsyayê: Ji ber êrişên Tirkiyê rewşa bakûrê Sûriyê gelekî aloz bûye

 

BasNews – Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, ji ber êrişa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê rewşa wê deverê gelekî aloz bûye ji ber wê jî divê tevahiya sînor bikeve bin kontrola artêşa Sûriyê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya, Mariya Zaxarova di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, bi destpêkirina operasyona Tirkiyê li rojhilatê Firatê re, li wê deverê û deverên din yên ku ne di destê artêşa Sûriyê de ne, rewş gelekî aloz bûye.

Mariya Zaxarova her wiha ragihand, ji ber êrişa Tirkiyê tîmên veşartî yên DAIŞê aktîf bûne û girtiyên DAIŞê hewla revê didin, ev jî metirsî ye ne tenê li ser Sûriyê lê li ser welatên din yên deverê jî metirsî ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê anî ziman, bo nehîştina wê aloziyê û metirsiyên DAIŞê divê deverên sînorî û tevahiya deverên din bikevin bin kontrola artêşa Sûriyê.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev