Emerîka di eynî demê de çend qozan bi hev re dimeşîne

Emerîka di eynî demê de çend qozan bi hev re dimeşîne

Şeyhmus Özzengin

 

Di van çend rojên pêşîya me de wê pir tişt zelal bibin.

Emerîka çima Mazlûm Kobanî derxist pêş? Li pişt vê çi heye?

Emerîka di eynî demê de çend qozan bi hev re dimeşîne:

Qoza yekem; bicarekê de xwevekişandina ji Sûrîye bû! Ev daxwaz a Trump bû. Li dîwarê civîna Kongreya Emerîkayê ket û bi şîweyek sert bi paş de vegerîya. Ev tê wateya ku Kongre a Emerîkayê vê sîyaset û hewlên Trump napejirîne. Ji kurdan re derîyekî vekirî dihêle.

Qoza duyem; navbênçîya di navbera Kurd û tirkan de ye. Ev jî bi destê serleşkerên HSD/YPG ket bin bandorek nedîyar. Bi lihevkirina leşkerî di navbera HSD/YPG û Rusîya-Sûrîye de, ev blofa Emerîkayê jî ketîye bin bandorek xerab. Heyeta ku îro li Tirkîyê ye, her çiqa bixwaze ku rê ji vê re veke, îhtîmala ku Tirkîye qebûl bike zeîf e. Wê ev jî bi xwe re derfetên serkevtinên sîyasî û dîplomasî ji kurdan re çêke. Dibe ku carek din Emerîka li kurdan vegere.

Gelo Kurd wê bikaribin van denkleman ji bona xwe bikar bînin? Ez di virde ne piştrast im.

Çima?

Ji ber ku Tirkîye jî di eynî demê de bi Sûrîye, Rusîya û Îranê re di danûstendinan de ye û ev jî pîlanê Emerîkayê dixe tehlûkê û destê Rûsîya xurt dike.

Heger Kurd ji hêla leşkerî de teslîmî Sûrîye bibin û hêzên xwe yên leşkerî ji holê rakin, wê çi bibe?

Wê Kurd li beranberî vê tawîza mezin, ji Sûrîye û Rusîya çi bixwazin?

Hinek dibêjin; “wê li henber vê tawîzê, li Sûrîye pirsgirêka Kurd çareser bibe”(!)

Garantîya vê îdîayê çi ye?

Heta ku ev mejîyê îdeolojîk û partîzanî, bi bandor li ser axa Kurdistanê rol bilîze, nahêle ku derfet ji bona kurdan bên bikaranîn.

Dema ku em Rûsîya, Îran, Sûrîye û Tirkîye bînin cem hev û di denklemekê de binirxînin, di vê denklemê de ti şensê Kurdan ku, bi destkevtina mafekî rewa, di denklemê de cîhê xwe bigire, xuya nake. Ji ber ku hesab, bihêzkirina derfetên hêz bîne, ne yên millî û niştimanî ne.

Ji ber çend sebeban ez îhtîmalê nadim vê hewlê:

PYD û YPG di qada dîplomasîyê de ne serkevtî ne. Têkilîyên wan teng û di warekî partîzanî û îdeolojîk de ye. Tenê qozek di destê wan de hebû, ew jî têkilîyên wan yên bi Emerîkayê re bû. Ev jî niha ketîye bin bandorek xerab. Her çiqali Emerîka, ew dostên kurdan, ku ji HSD û YPG re dibêjin; “ecele nekin”(!) jî, garantîya vê û çawayîya vê daxwazê ne zelal e. Bi encama danûstendinên Emerîkayê, ku bi tirkan re tên meşandin ve girêdayî ye. Tirk wê niha gotina dawî ji Emerîka re bêjin!

Îhtîmalek pir mezin ewe, ku HSD û PYD, tercîh û berjewendîyên  xwe di denklema Rûsîya, Sûrîye de bibînin. Ev jî, ji kurdan re nedîyarîyek xerab û întîharê tîne. Ji ber ku PYD di denklemên dîplomasîyê de ne xwedî hêz e û nikare bi dostê kurdan yên navnetewî û navdewletî re jî di cîhgirtina nav denkleman de, destkevtinan bihonin. Tenê qozek leşkerî di destê wan de ye û niha ev qoz jî ketîye bin bandorek man û nemanê.

Kurd, di qada navnetewî de hêza xwe a dîplomasîyê û hêza sîyasetê nekirin yek. Her çiqa Parlemena Kurdistanê û Serokê manewî yê kurdan Kak Mesûd Barzanî, çendîn car ev gazî derxistin û hewl dan xwe ku ev herdû alî hêzên xwe bikin yek, mixabin guh nedan van bangan. Rewşenbîr, sîyasetmedar, aqilmend û hunermendên kurdan jî ev bang derxistin, guh nedan wan jî. Ji ber helwestên sîyasî yên xerab, berxwedana şervanên kurdan, xwebexşên kurdan berbi hewa dere.

Sebeba vê a herî bi bandor jî têkilîyên PYD bi Sûrîye re ne. Sebeba din, têkilîyên ENKS ku di nav Encûmena Opozîsyona Sûrîye de cîh girtine.

Ev cîhgirtinên di nav du denklemên cûda û dijraber de, mercên ku ev herdû hêz nêzî hev bibin, ji holê têt rakirin. Ev jî zîyanek pir mezin dide doza Kurd û keda bi hezaran şervan û xwebexşên kurdan.

Kurd ku di vê pêvajokê de sîyaset û dîplomasîyek hevpar ava nekin, mercê ku peymanên sîyasî bi hêzan re îmze bikin û garantî bikin tine ye.

Li Emerîkayê, di qada navnetewî û navdewletî de pir dostên kurdan hene û di hewlên serkevtî de ne. Piştgirîyek hêja ye hurmetê didin. Mixabin Kurd jihev perçe perçe ne û bi mejîyê hizbî tevdigerin. Mercên ku van îmkanan ji bona miletê Kurd bikar bînin tine ye. Ji ber wê jî hewlên van dostan jî bêencam dimînin.

Kurd bê dîplomasî ne û li hêvîya ku dostên wan werin ji bona wan şer jî bikin! Lê tênagihêjin ku ev ne mumkûn e. Kesek ji bona kurdan berjewendîyên xwe, dewletên xwe naxin bin tehlûkê. Tiştê maqul hene û dostên me vê dikin.

Îro eger hinek dengê me derdikeve ev jî bi saya serê şervan û xwebexşên Kurdistanê, îmkanên rêyên dîplomasîya Başûrê Kurdistanê ne. Ku ev jî nebe, wek bakûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê jî rêya têkçûnê derdikeve ber me. Eger Kurd nexwazin ku vê hevokê ji Rojavayê Kurdistanê bibihîzin, divê divêtîyên çareserkirina pirsgirêkan bînin cîh.

Îro ne dereng e, lê dibe ku sibe dereng be!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev