Nûçeyên derheqa perçeyê biçûk yê Kurdistana mezin

Nûçeyên derheqa perçeyê biçûk yê Kurdistana mezin

Ji preskonferansa senatorên Amerîkî çend helwest:

 

-Nabe DAY zordestîya kurdan bike.
-DAY bi Erdogan ra berpirsê kokbirkirina kurda ye.
-Dibê Erdogan dagirkeriyê rawestîne û hêzên xwe paşda vekişîne.
-Erdogan Sûriyê dagir dike ji bo ku girtiyên Daîşê rizgar bike, ji ber ku ewana ji Tirkiyê serbest derbasî Sûriyê bûbûn.
-Erdogan dixwaze kurdan bi alîkariya Trump ji wir paqij bike.
-DAY ne tenê Trump, Pence û Pompeo ye, piraniya endamên Kongreya DAY bi hevalbendên xwe – kurdan ra ye.
-Erdogan ji PYDê ra dibêje terorîst, lê em wan wek hevalbendên xwe yên Daîşê têk birin dibînin.
-Emê li hemberî Tirkiyê cezayên pir giran bi kar bînin, heta ku Tirkiye êrîşkarî û qetlîamên xwe radiwestîne û çeteyên xwe ji Sûriyê vedikşîne.

 

Helwesta fermî ya HSDê li ser “agirbestê”

 

BasNews – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi fermî helwesta xwe li ser agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîka di navbera wan û Tirkiyê de hatiye ragihandin, eşkere kir.

Duhî piştî civîna şanda Amerîkî bi serokatiya cîgirê serokê Amerîka Mike Pence û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê, Pence da zanîn ku Tirkiye razî bûye êrişên li ser Rojava bide sekinandin lê bi şertê ku YPG di nav 5 rojan de ji “herêma aram” vekişe.

Fermandehiya HSDê jî bi nivîskî helwesta xwe li ser wê rêkeftinê eşkere kir. Daxuyaniya HSDê wiha ye:

“Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriya Demokratîk a bi navbeynkariya Amerîkayê û bi nûnertiya cîgirê serok birêz Mike Pence, îro lihevkirina agirbestê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Dewleta Tirk de hat ragihandin. Ev lihevkirin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilata bajarê Serêkaniyê yê heta rojava û her wiha heta bajarê Girê Spî ye. Lihevkirina agirbestê dê ji saet 22:00 bikeve meriyetê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk teqez dike ku ewê li gorî lihevkirina agirbestê tev bigerin û bang li dewleta Tirk dikin ku ew jî li gorî lihevkirinê tev bigerin.”

 

Rêxistina Lêborîna Navdewletî: Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dike

 

BasNews – Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand, artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên alîgirên wê li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer dikin.

Êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin û roj bi roj jî metirsîdartir dibin. Heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne û bi sedan hezar kes jî koçber û derbider bûne.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî li ser komkujiya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê raportek belav kiriye û ragihandiye, artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê bi komkujiya sivîlan û gulebarankirina wan sûcên şer dikin.

Rêxistina hand aye zanîn ku gelek belge li ber destê wan hene, tevahiya belgeyan jî nîşan didin ku li Rojavayê Kurdistanê sûcên şer tên kirin.

Di raporta rêxistinê de behsa kuştina siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef jî hatiye kirin û hatiye gotin, roja ku Hevrîn Xelef ji aliyê çekdaran ve hat gulebarankirin 9 sivîlên din jî ji aliyê wan çekdaran ve hatin komkujkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev