Referandûma Kurdistanê û Xiyaneta 16ê Cotmehê

Referandûma Kurdistanê û Xiyaneta 16ê Cotmehê

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Neteweya kurd di vê qonaxê de li sê beşên Kurdistanê û bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê di nav êriş, zehmetiyeke mezin da ye.

Di van şertan de beriya vê du salan Başûrê Kurdistanê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê ket nav tade û êrişeke mazin. Bi xiyaneteke mezin re rû be rû bû.

Ez dixwazim ku vê xiyanetê careke din bînim bîra xwe û xwendevanên xwe ku em jê ders derxin.

Wek tê zanîn piştî ku gelek danûstandina derket holê ku dewleta federal ya Iraqê heyî hewcedariya kurdistaniyan bersîv nake. Loma bes li pêş kurdan riya referandûmê ma. Biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê 7ê Hezîrana 2017an de hat girtin. L” girtina vê biryarê, gelek zehmet b Lewra, li Başurê Kurdistanê nekokiyên siyasî û partiyan zêde bûn. Midaxelayên dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî bandora Dewleta Îslamî ya Kolonyalîst a Îranê zêdetir bû ku li ser partiyên Kurdistanê giranî çê dikir.

Di destpêkê de ji derveyî PDKê, hemû partiyên Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Lê dîsa jî Serokê Kurdistanê bi qerardarî xebata xwe meşand. Di encamê de YNKê qane bû û di derbarê referandûmê de biryar da. Ev biryara YNKê gelek girîng bû û li ser gel û siyaseta giştî tesîreke mezin nîşan da. Lewra YNKê jî îrade damezrênêr ya Dewleta Federe ya Kurdistanê bû.

Di 7ê Hezîranê biryar hat girtin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çê bibe.

Piştî vê qonaxê jî, ji bona ku Serokê Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê dev ji referandûmê berde û biryara xwe paşve bigrin, hewildaneke xûrt û êrişker dest pê kir. Lê qerardariya serokatiya Kurdistanê bû sedem ku paşve gav neavêjin.

Ev car jî,  ji bona ku pêşiya referandûmê bigrin dest bi êrişên filî û provakatîv hat kirin. Ev êrişan jî serneketin.

Ev car dewletên mezin Emerîka, Engilîstan û.w.d ketin rojevê û ji bona ku referandûm paşve bê xistin, hewildeneke xûrt diyar kirin. Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê li hemberî  daxwazên wan,  pêşniyarên xwe yên stratejîk pêşkêş kirin. Lê ev pêşniyaran nehatin pejirandin.

Di 25ê îlona 2017an de bi awayekî gelek demokrat referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk hat.

Piştî du rojan jî encama fermî diyar bû ku Kurdistaniyan ji % 93an ji dewleta Kurdistanê re gotine “erê”.

Divê em bi serbilindî diyar bikin ku li Kurdistanê bi encama referandûmê miletê kurd û tevayî kurdistaniyan “şoreşeke siwîl, neteweyî, Demokrat a gel pêk anî.

Encama vê şoreşê li Kurdistanê mîladeke nû dest pê kir. Kurdistaniyan di ser 200 salî re bazdan.

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar kir ku Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Partiyên Kurdistanê û Tevayî Berpirsiyarên Kurdistanê xebatek baş û hêja û bi plan meşandine. Hemu kurd ji wan re sipasdar û minnettar bûn.

Referandûma Serxwebûna Kurdistanê yekîtiya kurdistaniyan û miletê kurd pêk anî.

Encama referandûmê derxist holê ku Kurdistan welatekî gelek aram e. Loma jî li Kurdistanê di şertên gelek dijwarda,  di dengdanê de hîç bûyerek û pevçûnek pêk nehat.

Encama referandûma serxwebîna Kurdistanê derxist holê ku kurdistanî Dewleta Kurdistanê dixwazin.

Ew dewleta jî divê bibe dewleta hemû kurdistaniyan.

Dewlet, demokrat û federal û parlamenterî be.

 

DEMA ENCAMA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ HAT ÎLAN KIRIN, JÊBERA 4 DEWLETÊN KOLONYALÎST XIRAB BÛ. JI BONA KU VÊ ENCAMÊ BÊWATE BIKIN, KETİN NAV DEQ Û DOLABAN…

Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê dema îlan bû, ev yeka ji bona kurdan bû sedema kelecaniyek û kêfxweşiyeke mezin. Li hemû beşên Kurdistanê û li hemû welatên dinyayê ku kurd lê dijîn dawet çê bûn, Kurd derketin kolana govend girtin, stran gotin, tilî kirin, cil û bergên xweş yên kurdî li xwe kirin.

Lewra encana referandûma serxwebûna Kurdistanê qedere kurdan diguhart. Ji  kurd û Kurdistanyan re referandûmê rê vedikir, ku dewlet ava bikin.

Lê encama referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bona dijminên kurdan û dewletên ku Kurdistan dagir û îlxakkirî bû derbayeke mezin. Jêbera wan xirab bû. Loma jî dema encama referanndûma serxwebûna Kurdistanê hat îlan kirin, ji bona ku êrişî Kurdistanê bikin, dest bi planên qirêj kirin.

Lê baş dizanîbûn ku bes bi serê xwe nikarin êrişî Kurdistanê bikin. Divê ji bona xwe hevalbend bibînin. Hezar mixabin di pêvajoya biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê û cî bi cî kirina biryara referandûmê de, kes û grûbên ku xirabî bikin, ne milî ne, bi dewleta Îranê re girêdayîbûn, diyar bibûn.

Hikûmeta merkezî ya “federal” bi lez û bez bi wan re danûstandin kir.

Dewleta Federal ya Iraqê bi dewletên kolonyalîst û dewletên emperyal re tîfaq kir, alikariya xiyenatkarên kurdan jî girt, di despêkê di 16ê Cotmeha 2017an de  êrişî Kerkukê kirin.

Grûba xiyanetkar ji bona ku ji nav YNKê derketibû, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nikarî talîmata şer jî bide. Heger talîmata şer bida, şerê navxwe derdiket.

Loma jî dijminan gelek bi hêsanî Kerkûk û bajerokên hewirdora Kerkukê dagir kirin.

Fermandarekî payebilind ê Heşdî Şabî Mihemed Sebrî, rola YNKê di xiyaneta 16ê Cotmehê de diyar dike dibêje ku “em helwêstê YNKê jibîr nakin!”

Fermander Heşdî Şabîbi bi vê daxuyaniyê, pêkhatina xiyanetê diyar dike.  Dibêje ku:  ‘’Hin pirsgirêk li Kerkûkê derketin û herwaha babeta referandûm û serxwebûna Kurdistanê hat holê, ku ‘’em vê wek dabeşbûna Iraqê dizanin.’’ Fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî bû û ‘’Fermana kontrol kirina Kerkûkê da.’’

‘’Rola Heşdî Şeibî garantî kirina rêyên hatûçûnê, rêgirtina li ziyan geheştina bi hemwelatiyen bû. herwaha biryar jî bû tenê di rewşekî ku eger aliyên serxwebûnxwaz şer bikin em şer û pevçûnê bikin.’’

‘’Ew helwêstê niştimanperwerî yê Iraqîbûnê ye, ew berevanî li her dilopekî xwîna Iraqiyan kirine. Helwêstê YNKê yê yekparçeyiya Iraqê bû. berevajî ewên din ku dixwastin Iraqê cuda bibin û şer bikin, helwêstekî giring bû.’’

Pişt re xwestin ku hemû bajarên kurdan dagir bikin. Lê di şer û êrişan de bi ser neketin. Pêşmergeyên qehreman, êrîşa dewletên dagirker şikand.

Neteweya kurd, wek hemû xiyanetên di dîrokê wan  de, vê xiyanetê jî bîra nake.

Divê xiyanetkar bên darizandin, ciza kirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev