Ji nimûneyên zargotina me – 200

Ji nimûneyên zargotina me – 200

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina xwe berdewam dikin. Berhema 200î me ji pirtûka Hecîyê Cindî ya bi sernavê “Kilamêd cimaeta kurdaye lîrîkîyê” hildaye, ku sala 1972an li Yêrêvanê bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va ji alîyê “Weşanxaneya AKADÊMÎYA ZANYARÎ YA KSS ERMENÎSTANÊ” da hatîye çapkirin û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê em ji wê pirtûkê çend stiranên gelêrî raberî we bikin.

Amadekirina têkstan, pêşgotin û şirovekirin yên Hecîyê Cindî ne.Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin. 

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

 

HEYLO DILO 

Heylo dilo, heylo dilo, heylo dilo,

Xwelî li te be, tu maşoqê hemû dila nebe,

Maşoqê dilekî usa bibe,

Bira kara te hebe,

Zirara te tunebe.

 

Heylo dilo, darek hewşa meda heye,

Dar karçîne,

De bera kawa min rabe sêrî, dawşîne,

Herçê orta du dila, çar çevada

Xerab xeber bide –

Bera xêrê ji delalê dilê xwe nebîne.

 

Heylo dilo, xwelî li te be,

Tu maşoqê hemû dila nebe,

Maşoqê dilekî usa bibe,

Bira kara te hebe,

Zirara te tunebe.

 

Heylo dilo, darek hewşa meda heye,

Dar bi geze,

Kawa minê bera diçe-têye çiqa leze,

Herça orta du dila, çar çevada

Xerab xeber bide –

Bera ew tu cara nebîne mirazê teze.

 

Heylo dilo, xwelî li te be,

Tu maşoqê hemû dila nebe,

Maşoq dibî, poşman nebe,

Eger poşman dibî, kul nav te be. 

 

CANÊ 

Canê, canê, canê, canê, canê!

Canê, Rewanê ha ji me wêda,

Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinhêrim,

Giştî xirtî-xalî bi nîşan serda pêda.

 

Canê, canê, canê, canê, canê!

Te li ser dînê ecemanê,

Sûrete sorin ji ramûsanê

Çeve belekin ji kildanê,

Deve-dirane şekirîne –

Ji xeverdanê,

Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinhêrim,

Gişte xirte-xale bi nîşane ji tevdanê.

 

Kawê, Rewane bi yane,

Kawa mine kubar rabûye vê sivê –

Çevê xweye reş-belek kildane,

Ezê dikim herim ramûsanekê jê bixwezim,

De tu were pintîyê mêrayî li bale.

 

Canê, canê, canê, canê, canê!

Te li ser dînê ecemanê,

Sûrete sorin ji ramûsanê,

Çeve belekin ji kildanê,

Dev-dirane şekirîne –

Ji xeverdanê,

Ezê orta sîng û berê kawa xwe dinhêrim,

Gişke xirte-xale bi nîşane ji tevdanê.

 

* * * 

Kanîya gundê me sarince,

Ser minra sekinî xortekî bi apince,

Min got – lawiko, ramûsanekê min keremke –

Êşa diranê tera gelekî qence.

 

Lawikê min vê sibê berjêr meşîya,

Qevza qemê karî bar bû ji ber kişîya,

Çevê min pêket, dilêm êşîya.

 

Lawkêm derket konê mezin,

Koloz xar kir, reben ezim,

Lawiko qurba, hergê cindî-bedewa dixwezî,

Were bivîne – yek jî ezim. 

 

 WEXTÊ ZERÎYA MIN NÎŞAN KIRIN

Wextê zerîya min nîşan kirin,

Derê birîna min vekirin,

Birîn tije xwê dikirin,

Dermana çar pê nedikirin.

 

Derdê dila wê çawabe,

Dil kafire, ra pê nabe,

Eşqa dila betal nabe

Gelo halê minê çawabe?

 

Derdê dila kes nebîne,

Gele merîya dizêrîne,

Dil ku ketê, çare nabe,

Dil tu dîna nahebîne.

 

Çi dareke rex gêlîda,

Her belgî serda sîda,

Şerîet hevde salî bidî mêrê bîda.

 

Çi kanînga qic-qicî,

Cotê kewa lê xaricî,

Xuzla min wî xortî bêye –

Çevê xwe gerand, dilê xwe zewicî.

 

Wî zinarî teqe-teqe,

Min gul çinî, te kir baqe,

Kê dîtîye, kê bînaye –

Kurap ser qîzapê biye aşiqe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev