
Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.
Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.
Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî
Pirs: –Gelo ferqa di nava van gotinan da çi ye? Peyvên ÎCA û VÊCA’yê
Bersîv: –Ev Î’ya di serê peyva ÎCA’yê de, di eslê xwe de peyvek e lê kin bûye û hatiye guherîn û vê paşîyê weke pêşgirekê lê hatiye.
Î’ya li vir, bi maneya EV’ê ye. Ango rengdêreke şanîdanê ye. Soranîya min nîn e lê bi qasî ez dizanim di soranî de jî weke EM’ê tê bikaranîn.
mînak:
Bi soranî: em roj, em sal, em şew, em car
Bi kurmancî: ev roj, ev sal, ev şev, ev car (ji kinkirina ‘evê rojê, evê salê, evê carê’)
Ev jî bi domana demê re weha lê hatine:
Îroj, Îsal, Îşev, Îcar
Yanî ya kin, peyva ÎCA jî ji kinkirina ÎCAR’ê û ew jî ji kinkirina EV CAR’ê tê. Bi maneya “vê carê, vê neqlê” ye.
Ew jî, di hin devokinan de kin bûye û bûye weke ÎJA (hinekan N lê zêde kirine û weke ÎNCA dibêjin. Dibe ji ÎN’a farisî jî hatibe. Di farisî de ÎN bi maneya EV’ê ye.)
Bi heman mentiqê, peyva VÊ CARÊ kin bûye û weke VÊCA û VÊCE lê hatiye.
Riataza