Pirsgirêka kurdan li Îraqê di salên 1963-1968an da -2

Pirsgirêka kurdan li Îraqê di salên 1963-1968an da -2

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine.Îro me bona we beşa bi sernavê ”Problema kurdan li Îraqê di salên 1963-1968an da” amade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan.

Ev berhema me ya 200î ye. Kerem bikin, îro beşa wê a duduyan bixwînin, beşa pêşin me heftêya buhurî çap kiribû.

Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye. 

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

Ji berhemên kurdzanên me – 200 

Piştî weşandina peymanê bangawazîya Mustefa Barzanî hate çapkirinê: “Birayên minî ezîz! Me gazîya prêzîdênt derheqa parastina yekîtîya Îraqê û sekinandina şêr da qebûl kir, şer betiland û em dixwezin derbazî jîyana aş bibin bona firsendê bidine dîwanê, ku mafê kurda di goveka Îraqê da di jîyanê da bi cî bîne”.

Peymana 10ê sibatê di navbera kurda û hukumetê da ji alîyê dêmokratên welêt û ji sînorên wî der jî bi dilgermî hate qebûlkirinê. Pişt ra hukumetê çend gav avêtin bona bicîanîna sozên xwe yên derheqa wê yekê da, ku serokatîya axên, ku piranîya binecîyan kurd in, gerekê di dest kurda da be. 18ê sibatê gênêral-welîyê Îraqê elametîya derheqa wê yekê da çap kir, ku “di nav heftêkê da” wan hemû hebisîyan berdin, ku bi bûyerên bakûr ra girêdayî hatibûne girtinê. 23ê sibatê serekekî PDKê Salih Ebdilla Yûsifî hate berdanê, ku serekê dêlêgasyona kurda bû di hevraxeberdanên bi desthilatdarîya beesîya ra. Hukumeta Îraqê destpê kir xurek şande bakûr. Hukumetê soz da navçeyên Kudistanê yên hilweşandî careke mayîn çê bike.

Lê gelek sozdayînên hukumetê nivîşkan bûn, lê hinek ji wan jî nehatine pêkanînê. Usa dihate texmînkirinê, ku hukumet sîyaseta durû derbaz dike û di rastîyê da fikra wê da tune problêma kurda çareser bike. Ser gelek dêmokrata, him kurda, him jî ereba, wek berê zordarî hebû. Piranîya qanûnên “dema derbazok” nehatibûne guhastinê, ku mafên bê sînor didane dîwana eskerîyê-cendirmîyê.

Piştî girêdana peymana lihevhatinê li Kurdistanê, bûyereke here giring ew bû, ku dewsa konstîtûsîya sala 1958a konstîtûsîya Komara Îraqê ya nû hate qebûlkirinê. Ew konstîtûsîya ne bi dilê dêmokratên Îraqê bû, di nav wan da kurda jî. Di wê da xalên konkrêt tunebûn derheqa wê yekê da, ku kurd gerekê li ser axa xwe bi xwe serkarîyê li gelê xwe bikin. Di wê da tenê derheqa wekehevtîya îraqîya – ereba û kurda – himberî qanûnê da dihate gotinê, ango, mafên ereba û kurda wê di goveka welatê yekgirtî da bêne parastinê. Ew konstîtûsîya ser demekê, rengê resmîyetê dida dîktatûra karmendên eskerîyê. Prêzîdênt bi xwe û Şêwra Miletîyê ya Serkarîkirina Şoreşê (ŞMSŞ) extîyarîyên bê sînor distendin. Bi vî awayî, peymana 10ê sibatê tenê şerê li Kurdistanê da sekinandinê û riya berbi qeydekirina “problêma Bakûr” vekir û ji wê zêdetir jî tu tişt ne kir. Serokê desthilatdarîya ser hukum bi xwe ew hêvîyên milet didane ber bê, ku hukumetê problêma kurda bi heqî safî bike. Wek nimûne, prêzîdênt Arif bi dêmagogî elam dikir, ku di navbera kurda û ereba da “peyman” girêdan tiştekî zêde ye û hewcedarîya wê tuneye. Tu gotin nikare hebe derheqa “hevraxeberdanên” derheqa mafên kurda da, ji ber ku kurd û ereb birane, “neferên malekêne, mala ereba û kurda”. Lê demeke kurt piştî qebûlkirina konstîtûsîyayê Arif eşkere elam kir: “… Îdî otonomîya kurda heye. Em qedirê zimanê wan digrin. Piranîya serokên hukumetê li Bakûr kurd in. Ewana îdî çi dixwezin?”.

Ew nerazîbûnên ku berê di nav serokatîya kurda da hebûn di pirsa derheqa berbirîbûna hindava desthilatdarîya Arif û Yahya da, ku bi çend pirsên bi şerkarîya bona otonomîya miletîyê va girêdayîbûn, kûrtir û serttir bûn. Kome serokên PDKê bi serokatîya sêkrêtarê yekê yê PDKê Îbrahîm Ahmed û endamê polîtbyûroyê Celal Telebanî derketine dijî tabîya Barzanî û hevalbendên wî, ku bi peymana 10ê sibatê sala 1964a va girêdayî bû. Opozîsyonê elam dikir, ku eger armanca şerê kurda ya sereke ew bû, ku “mafên gelê kurd li ser bingehê otonomîya Kurdistana Îraqê di goveka Îraqa aza û dêmokratîk da bêne naskirinê”, wê demê peymana 10ê sibatê xapandin e, lê hevraxeberdan tiştekî valane û tenê ji bo xapandina gelê kurd in. Pişt ra Barzanî gunehkar dikirin, ku ew di safîkirina pirsên sereke da fikra serokatîyê bendî tiştekî nahesibîne. Wek mînak, Barzanî ji bo wê yekê dihate rexnekirinê, ku bi Arif ra qayîl bûye ku partî dest ji şuxulvanîya xwe bikişîne. Opozîsyonê derdiket dijî wê yekê, ku di nav şerê kurda ji bo otonomîyê da rola Barzanî ya sereke ye. Ser bingehê van hemû yeka terefdarên Îbrahîm Ahmed û Celal Telebanî di konfêransa xwe ya ji 4 heta 9ê nîsanê da, ku li Mevatê hate derbazkirinê, biryar qebûl kirin, li ku dihate gotinê: “Ji bo wê yekê, ku di van demên dawî da Barzanî destpê kirîye ji navê serokê PDKê biryarên usa dide çapkirinê, ku piranîya wan dijî xala 22a ya Destûra Partîyêne, konfêrans bala endema, navzada û terefdarên partîyê dikişîne ser wê yekê, ku kar û barên Barzanî ji qanûnên me derdikevin, ji ber wê jî ew nayêne qebûlkirinê û hêç têne hesibandinê”.

Hevdu gunehkarkirinên terefdarên Barzanî di alîkî da, yên Telebanî jî di alîkî mayîn da (gotinên wan da gelek tiştên heq jî hebûn), di çend pirsan da yekalî bûn û piranî ji bo wê yekê bûn, ku qedirê hevdu bêxin. Tiştê herî xirab jî ew bû, ku ev hemû tişt di wan dema da derbaz dibû, gava pirsa derheqa wê yekê da, ku kurd gerekê li ser axa xwe bi xwe serokatîyê li xwe bikin, nehatibû safîkirinê û dubendîya di nav wan da dikaribû ziyaneke usa bide, ku wê birînên wê zû nehatina kewandinê.

Di van şerta da Barzanî hewl da her tiştî bike bona yekîtîya PDKê biparêze. Nerazîbûnên bi opozîsyonê ra sert bûn, lê dîsa jî Barzanî usa kir, ku di nav dêlêgasyona kurda da, ku gerekê rastî dêlêgasyona hukumetê ya bi serokatîya serekwezîr Tahir Yahya (di tîrmeha sala 1964a, li Kelekanê) bihata, him barzanîst hebûna, him jî hevalbendên Îbrahîm Ahmed û Celal Telebanî hebûna. Di dema hevraxeberdana Barzanî destê xwe dirêjî endamên dêlêgasyona kurda kir û sohbetvanên xwe yên ereb ra got: “Niha, gelî maqûlno, hûn gerekê bi nûnerên gel ra hevraxeberdana derbaz bikin”. Dema hevraxebedan berbi hilweşînê diçûn, dêlêgasyona kurda hewl da çarekê bibîne, hema bêje bi wan prînsîpa ra qayîl bû, ku hukumetê derheqa mafên kurda da pêşnîyar kiribûn. Dêlêgasyona kurda hewl dida qe na hin tişta zêde bi dest xîne. Û bi pêşnîyarkirina dêlêgasyona kurda herdu dêlêgasyon ji Kelekanê çûne Ranîyayê û berdewama wan hevraxeberdan li wir derbaz kirin. Lê tiştê tek-tenê li hevraxeberdana da, ku baş bû (him li Kelekanê, him jî li Ranîyayê), ew bû, ku li hev kirin, ku konstîtûsîya ser demekê bê guhastinê: li wira jî wê navê otonomîyayê nehata dayînê, lê li wira gerekê bihata testîqkirinê, ku Îraqê da kurd hene û gerekê ew jî weke gelê ereb pêşda herin. Hevraxeberdanên li Kelekanê û Ranîyayê dane kivşê, ku desthilatdarîya Arif – Yahya naxweze problêma kurda bi awakî aşîtî çareser bike.

Di destpêka tîrmehê sala 1964a Mustefa Barzanî û hevalbendên wî kongrêya PDKê derbaz kirin. Bona normalkirina rewşa di partîyê da hemû endamên KN û Polîtbyûroya PDKê (di nav wan da terefdarên Îbrahîm Ahmed û Celal Telebanî jî) hatibûne dewatkirinê. Kongre di rewşeke pir dijwar da derbaz bû. Gelek tevgelên wê (amadekar) hindava opozîsyonêra da bêdeng mabûn.

Ji ber ku hukumet ne dixwest problêma kurda bi aşîtî safî bikira, kongreyê biryar kir bi serokatîya M.Barzanî Şêwra qumandarîya şoreşê ava bike. Ew organa here bilind bû, ku gerekê di navçeyên rizgarkirî da serokatî li hemû kar û baran bikira. Kongreyê biryar kir terefdarên Îbrahîm Ahmed û Celal Telebanî ji endametîya KN PDKê derxin. Bi wê yekê ra tevayî Şêwrê ji wan ra got, ku gerekê qedirê biryarên kongreyê bigrin û nehêlin, ku di nav partîyê da dubendî çê bibe, lê wana usa ne kir. Piştî wê yekê di hundurê PDKê da şervanî xurttir bû. Heta şerê çekdarî jî derket. Telebanî û Îbrahîm Ahmed bi hezara terefdarên xwe ra tevayî mecbûr bûn bi riya sînorê Îranê ji Îraqê derkevin. Him di dema wan bûyera, him jî paşê, komên Îranê yên resmî hewl didan rewşa li Kurdistana Îraqê bi kar bînin bona nerazîbûnên xwe yên axê bi Îraqê ra hel bikin, bi wê ra tevayî jî dixwestin tevgera kurda ji hundur va hilweşînin.

Serokatîya PDKê, ku xebata sazkirina organên admînîstratîv di navçeyên rizgarkirî da bi serfirazî berdewam dikir, 9-17ê tîrmehê li Ranîyayê “Konfêransa miletîyê” da derbazkirinê. Him endamên partîyê, him jî binecîyên adî wê da hazir bûn. Hate biryarkirinê bi Şêwra qumandarîya şoreşgerîyê ra tevayî “parlamênta ji nûnerên gelê kurd” bidne sazkirinê. 18 kes bûne endamên wê û ji wana 12 endamên PDKê bûn.

Sazkirina organên xweserkarîkirinê di şertên Kurdistanê da gaveke mezin bû li ser riya dêmokratîkkirina jîyana gelê kurd. Wana firsend da, ku gelek kurd bikevine nava sîyasetê, û evê yekê derbeke xedar digîhande derebeg û şêxa, ku bi sala hukum di dest wan da bû.

Ev hemû bûne sebeb, ku kampanîya dijî kurda dîsa serê xwe bilind kir. Prêzîdênt Arif di xeberdaneke xwe da eşkere got: “Emê tu buhusteke erdê welatê xwe nedine wan (ango, kurda.– Avtor), wetenê ereba wê ji ereba ra bimîne”. Hukumet eşkere xwe li riya şêr girtibû.

3ê nîsanê sala 1965a ordîya Îraqê destbi şerekî mezin kir. Ewê herweha emelên cazekirinê jî hindava binecîyên aş (sivîl) da bi kar dianî. Weke 50 hezar merî tevî van emela dibûn. Şer belayî li ser axa bi mezîla weke 500 kîlomêtra bû – ji Zaxo bigre hetanî Xaneqînê. Wek berê, zora eskerên Îraqê tenê di binecîyan da diçû. Pêşmergên kurda derbên xedar digîhandine eskerên dewletê û bi wê yekê va ew gotinên Arif pûç derdixistin, ku xudêgiravî eskerên wî “hindava kurda da gihîştine serketinên mezin”.

Di dawîya sala 1965a serekwezîr Bezzaz dîsa bangî kurda kir, ku çekê xwe daynin û bi pêşnîyarên hukumetê ra qayîl bibin. Wek bersîva wê yekê Barzanî elam kir: “Ez ji Arif, el-Bezzaz û berdevkên wan ra dibêjim, ku riya aşîtîyê ya tek-tenê ew e, ku bi awakî resmî otonomîya Kurdistanê bê naskirinê. Tenê wî çaxî dikare peyman bê girêdanê derheqa sekinandina şêr, bona pişt ra hevraxeberdan bêne derbazkirinê derheqa sînorên otonomîya Kurdistanê di goveka Îraqê da û gerekê em derheqa wan kefîltîya da jî li hev bikin, ku vir şûnda hukumetê mafên gelê kurd pêpes neke”.

Wek bersîva wê yekê hukumeta Îraqê plana “şerê mezin” li Kurdistanê amade kir, ku ji çileya pêşin sala 1965a da destbi pêkanîna wî kirin. Di bingehê wê da taktîka “cabdarîya kolêktîv” bû, di nav wê da li her dera şewitandina gundên kurda. Di amadekirina ewê planê da rola sereke gênêral Ebdil Ezîz Okeylî lîst. Qumandarîya Îraqê dît, ku zivistana salên 1965/1966a ne gelekî sar e û rêyên berbi çiyayên Kurdistanê bi berfê va nehatine nixamtinê, şerê xwe xurttir kir. Barzanî di nama xwe ya ser navê sêkrêtarê sereke yê Yekîtîya Koma Mileta ra şandî da hukumeta Îraqê di gelkujîyê da gunehkar dikir. Bi şerê pêşmergên kurda ra tevayî, Bezzaz gelek gav avêtin bona nêzîkîhevbûna bi Îranê û Tirkîyê ra. Bi Tehranê ra li hev hatin, ku komîsyonekê saz bikin bona ew pirsên bi pevçûnên li ser sînor ra girêdayî binihêre. Di destpêka sala 1966a wezîrê karên der yê Îraqê çû Enqerê bona pêwendîyên herdu alîyan xurttir bike.

13ê nîsanê sala 1966a prêzîdêntê Îraqê Ebdil Selyam Arif di xetayeke balafirê da şehîd bû û kes nizane, ku ew firinde ji bo çi ket û qeza çê bû. Ebdil Rehman Arif, birayê wî, bû prêzîdênt. “Plana derblêxistinê”, ku dijî otonomîstên kurd bû û gênêral Okeylî amade kiribû, ji holê ranebûbû. Piştî bombebarankirinên ji firinda û topa, ordîya Îraqê bi alîkarîya tanka derbazî êrîşa li ser navçeyên çiyayên Zozek û Hîndreyn bû, ku nêzîkî Rêwandûzê bû. Desteyên ordîya Îraqê ra pênc roj lazim bûn, ku xwe bighînine kurda. Lê kurda dor li eskerên Îraqê girtin. 11 û xwesma 12ê gulanê sala 1966a kurd tam bi ser ketin û derbên xedar gîhandine pareskerên ordîyê, alaya ordîya Îraqê ya çara tam hincirandin. Şerê li rex Rêwandûzê bi serketina hêzên kurda yên çekdar xilaz bû. 2 hezar esker di meydana şêr da hatine kuştinê, di nav wan da 150 zabit. Ew şerê herî mezin bû di navbera 5 salên şerê li Kurdistana Îraqê. Kurd ji wan serketina pir ruhdar bûn. Derbeke mayîn jî gihîşte planên hukumetê yên derheqa wê yekê da, ku pirsa kurda bi şêr safî bikin.

Di van şerta da li Bezzaz ra li hev hat Arifê biçûk, ku himberî birayê xwe hinekî nermtir bû, bide bawerkirinê, ku lazime bi kurda ra rûnên. Di nîveka meha hezîranê sala 1966a Bezzaz elametîyeke awa kir: “Ez û hukumeta min dixwezin pirsa kurda bi awakî aşîtî çareser bikin. Îraq ne tenê welatê ereba ye, lê herweha welatê kurda ye jî”. Şer berdewam dibû jî, lê di nav herdu alîyên şervan da kontakt hatine danînê û destbi hevraxeberdana bû. Piştî hevraxeberdana 29ê hezîranê sala 1966a dêklarasyonek hate îmzekirinê, ku ev xal tê da hebûn.

  1. Hukumet hazire heyetîya miletê kurd û mafên kurda yên miletîyê di goveka Îraqa yekgirtî da testîq bike, ku tê da du miletên sereke dijîn – ereb û kurd -, ku maf û borcdarîyên wan wek hev in.
  2. Hukumet hazir e van hemû tişta bi cûrê weşandina qanûnê testîq bike, ku ji bo çapê tê amadekirinê.
  3. Hukumet bi zimanê erebî ra tevayî, zimanê kurdî di wan navça da wek zimanê resmî dibîne, ku piranîya binecîyên lê dijîn kurd in. Xwendin jî di wan navça da wê bi zimanê kurdî be û ewê jî bi qanûnê bê testîqkirinê.
  4. Hukumet soz dide, ku hilbijartinên parlamêntoyê wê di wextê xwe da bike, ku bi konstîtûsîyayê hatine kivşkirinê (ango, berî destpêka sala 1967a). Kurd gorî jimara binecîyên xwe û anegorî qanûna hilbijartina wê li parlamêntoyê da cî bigrin.
  5. Hukumet elam dike, ku “kurd bi birayên xwe yên ereb ra wê gorî jimara binecîyên xwe di karên dewletê da cî bigrin, heta wê karê wezîra, karmendên bi qulixên bilind, karên di derecên dîplomatîyê û eskerîyê jî bistînin”.

Di xalên 6 û 7a yên bernama hukumetê da derheqa zêdekirina jimara xwendkarên kurd di ûnîvêrsîtêta da û dayîrên xwendina bilind yên mayîn da dihate gotinê, him di welêt da, him jî ji sînorên wî der, û herweha derheqa wê yekê da, ku “li Bakûr” jî wê ûnîvêrsîtêtek bê vekirinê û kurd dikarin bibine serekên mentîqên xwe.

  1. Di pêvajoya dasekinandina normayên jîyana parlamêntîyê “wê çend rêxistinên sîyasî bêne sazkirinê û prêssa wê daxaza milet bîne zimên”; ev yek li ser kurda jî derbaz dibe: “wê îzin bidin, ku nivîsên sîyasî û edebî bi zimanên kurdî û erebî, an jî bi herdu zimana tevayî bêne çapkirinê”.
  2. Piştî dawîanîna “emelên zordestîyê li Bakûr”, wê amnîstîya derê, û ew kes wê bikevin ber, yên ku bi wê va girêdayî bûn. Hemû karmend û qulixçîyên kurd wê derbazî karê xwe yê berê bibin, ku ji dest wan hatibû hildan û hukumet di wî alî da soz dide her tiştî bike.
  3. Piştî weşandina evê bernamê, hemû qulixçîyên eskerîyê û cendirme (qesta wan ew esker û cendirmene, yên ku ji ordî û cendirma Îraqê revîbûn û gihîştibûne kurda) gerekê di navbera du meha da bi çekên xwe va vegerine pareskerên xwe. Emê bibaxşînine wana û tiştekî ji wan ra nabêjin. Gerekê “desteyên çekdar yên alîkar” jî derbazî jîyana normal bibin (hukumet xayîna – “ceşa” usa bi nav dikir), yên ku di şerê himberî kurda da hatibûne alîyê hukumetê.
  4. Ew hemû xercên, ku hetanî niha li ser “berxwedana himberî zordestîyê” dihatine kirinê, wê niha li ser çêkirin û şênkirina Bakûr bêne xerckirinê.
  5. Ew binecîyên kurd, ku di rûyê şer da ji cî û warên xwe hatine sirgûnkirin, an jî mihacir bûne, gerekê vegerine malên xwe û ewê kompênsasîyayê bistînin.

Peymana 29ê hezîranê sala 1966a bûyereke giring bû di şerê kurda yê ji bo bidestxistina otonomîya miletîyê da û berî her tiştî ji ber wê, ku îzbat kir, ku gerekê ji sîyaseta bi destî çeka safîkirina pirsa kurda, derbazî sîyaseta hevraxeberdanên aşîtîyê bibin. Kurd ji bona wê yekê bi wê peymanê ra qayîl bûn, ku nîşan bidin, ku ew hazir in hemû firsenda bi kar bînin bona qeydekirina problêma kurda li Îraqê. Hêzên dêmokratîk li Îraqê û ji sînorên wê der îmzekirina ewê dêklarasyonê silav kirin û bawerîya xwe anîne ziman, ku hevraxeberdanên paşdemê jî wê bi ser kevin. Gênêral Okaylî navê “dêklarasyona Balfûr ya nû” li “peymana Bezzaz” kir.

Rojekê piştî îlankirina dêklarasyonê, 30ê hezîranê, çend zabit bi serokatîya serekwezîrê berê Ebdil Rezzaq Arif xwestin derbe bikin, lê ji wan ra li hev nehat. Gênêral Nacib Talib di elametîya hukumetê ya nû da soz da şertên peymana 29ê hezîranê bi cî bîne. Di destpêka îlona sala 1966a wezîrê parastinê Şakir Mehmûd Şukrî, lê 28ê çirîya pêşin di eynî salê da Arif li Kurdistanê rastî M.Barzanî hatin. Barzanî di dawîya hevraxeberdanên xwe yên bi prêzîdênt ra got, ku pirsa kurda nikare tam bi ser keve bêy pêkanîna hemû xalên peymana 29ê hezîranê. Dema rasthatinê Arif erebek wek hedya da Barzanî, lê Barzanî jî sinîya zîvîn dayê, ku li ser hatibû nivîsar: “Biratîya ereba-kurda”. Lê hêzên Îraqê yên êkstrêmîstên rastê nerazîbûna xwe hindava pêwendîyên serokatîya welêt bi kurda ra anîne ziman.

Di rewşeke awa dijwar da ji 15 hetanî 20ê çirîya paşin sala 1966a li Gelalê kongrêya PDKê ya 7a hate derbazkirinê, ku li ser pirsên bi rewşa welêt ra girêdayî û rêyên pêkanîna bernama helkirina pirsa kurda sekinî, herweha pirsên rêforma agrarîyê li Kurdistanê, pêwendîyên PDKê bi Partîya Komûnîstîyê ya Îraqê ra û pirsên mayîn hatine lênihêrandinê. Kongreyê gorî van pirsa û rewşa sazbûyî cî û rola partîyê kivş kir. Bi tevayî PDKê wan dema xwe li wê taktîkê girtibû, ku lazim e karê ji bo bi aşîtî çareserkirina pirsa kurda berdewam bikin, bilî wê jî gerekê hazir bin bona careke din şerê xwe bikin, eger pêwîstî hebe.

Di dawîya çileya paşin sala 1967a hukumeta Îraqê qanûna hilbijartina weşand, ku bi tevayî ne bi dilê hêzên dêmokratîk bû, ne jî bi dilê şervanên kurd yên ji bo bidestxistina mafê otonomîyê bû.

Sebebekî rewşa hundurîn ya ne bêlî li Îraqê, ber hev guhartina serokatîyê – ew bû, ku pirsa kurda nedihate safîkirinê. 3ê gulanê sala 1967a hukumetê biryar qebûl kir derheqa wê yekê da, ku dema derbazok ser salekê jî zêde dike û ev yek bû sebebê tevlihevîyên nû. 6ê gulanê Nacî Talib dest ji karê xwe kişand. Arif bi xwe hukumeta nû saz kir.

Di dema şerê ereba yê “şeş roja” bi Îzrayêlê ra (hezîrana sala 1967a) hukumeta Îraqê, ku bi aktîvî tevî “şerê dawî yê ji bo Felestînê” dibû (ev gotinên prêzîdênt Arif bûn), hewl dida pêwendîyên xwe bi hemû hêzên opozîsyon ra bide xweşkirinê û di hêla “yekîtîya miletîyê” da biserkeve seba xatirê “şerê sereke bi Îzrayêlê ra”. Gelek dijminên sîyasî yên hukumetê ji hebsa hatine berdanê. Lê ew kampanîya “lihevhatina miletîyê” ser kurda derbaz nedibû. Kesên, ku bi bûyerên “li Bakûr” ra girêdayî hatibûne girtinê, di hebisa da man. Piranî êkstrêmîstên rastê hatine berdanê.

Hukumeta kurda têlêgramek ji Arif ra şand û di wê da piştgirîya şerê felestînîya yê heq dikir. Bi wê yekê ra tevayî serokên tevgera kurda, Barzanî jî di nav da, bi awakî rexnegirtinê berbirî gotin û kirinên çend serokên ereba bûn, yên ku êkstrêmîzm û înkarkirina rewşa sazbûyî di karên xwe yên rojane da bi kar dianîn. “Em dijî her cûre zordestîyê ne,- di elametîya endamên Polîtbyûroa PDKê da dihate gotinê,- em derdikevine dijî ji alîyê Îzrayêlê da zevtkirina axên ereba, lê piştgirîya wan hemû gela dikin, yên ku dixwezin serbest bijîn”.

Derdayîna ereba bi şerê Îzrayêlê ra, nesafîkirina pirsa kurda, zordarîyên xurt ji alîyê hêzên çepê û rastê li ser hukumetê, Arif kirine di nav rewşeke dijwar da. Bona rewşê hinekî milahîm bike, Arif hukumê xwe bi êkstrêmîstekî rastê – Tahir Yahya ra nîvî kir. Evê dawî bi çend wezîrên Îraqê ra tevayî di dawîya sala 1967a û destpêka sala 1968a rastî Barzanî hatin xudêgiravî bona ji çareserkirina pirsa kurda ra riyan bibînin. Lê ev hemû telikên taktîkî bûn. Desthilatdarîya li ser hukum hewl nedida problêma kurda bi rêyên aşîtî û dêmokratîk safî bike. Hukumetê qestbende pevçûnên çekdarî bi hêzên kurda ra çê dikirin, gelek gund û bajarên Kurdistanê ketine ber derbên êrîşên desteyên ordîya Îraqê.

Di gulana sala 1968a prêzîdênt Arif, ku tirs ketibû dilê wî, ku dikare hukum ji dest wî derkeve, roja hilbijartinên parlamêntê paş xist û amadekirina konstîtûsîyayê ser du sala jî şûnda êxist. Ev biryar didane xuyakirinê, ku ew gotinên hukumetê, ku xudêgiravî dixweze problêma kurda bi awakî aşîtî safî bike, vir û derew derketin û di nav serokatîya PDKê da bi dilêşî hate qebûlkirinê. Barzanî du wezîrên kurd, ku di hukumetê da bûn, jê derxist. Ewî got, ku “kurd wê wek parsekçîya li benda hukumetê nesekinin û wê desttewarkirî rûnenên”. “Şerê ji bo otonomîyayê,- ewî digot,- wê careke din destpê bibe, eger hukumet xalên “peymana Bezzaz” pêk neyne”.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev