Kurd di navbera Trump û Erdogan de

Kurd di navbera Trump û Erdogan de

Suleiman Sulevani

 

Demekê krîtîk e di dîroka kurdan de. Ev herdu serok, Trumpê impulsiv û negehiştî û Erdoganê arrogant û despot di tengaviyekê de ne û kurd bi canê xwe baca şaşiyên van herdu serokan dide.

Agirbesta demkî 17 oktober 2019 jibo 120 seetan di navbera Amerika û Tirkîyê de û bazara ser kurdan û gavên pişt wê, wê perwaza tabloya pêşeroja kurd li Rojava bi taybet û Kurdistan bi giştî diyar bike. Ne hewce ye mirov pispor be da bibîne ku di wê rêkevtinê de tiştekê baş bo kurdan nîne.

Ev rêkeftin tenê di berjewendiya Tirkîyê û Erdogan de ye. Donald Tusk serokê encumena Ewropayê ser rêkeftinê dibêje: “Ev di rastiyê de agirbest nîne, lê belê daxwazeke sepandina kapîtolasyonê li ser Kurdan e.”Her ser vê mijarê akademisyen H. Xanî dinivêse: Ji destpêka şoreşa Surî, Tirkîya daxwaza vê herêma aram û bi kûrayiya 30 km nav Rojavayê Kurdistanê dikir û wê navçeyê di bin kontrola xwe de bihêle, lê hêzên koalisyonê ew qebûl nedikir. Û nuha Trump tê û spasîya Erdogan dike jiber ku wî (Erdogan) qebûl kiriye ew herêma aram bê avakirin û bi heman şert û mercên berê yên Erdogan. Bi gotineke din Trump hemû tiştên Erdogan dixwest, dide wî û kurdan dike qurban. Hine kurd jî hola hola wan e, kêfxweşîya xwe diyar dikin û wê rêkeftinê weke serkeftineke mezin ya kurdan û YPG li pênûs didin.

Ev peyman ger bê bicih kirin wê pirsa kurdî ji lutkeya herî bilind bîne xwar û Erdogan ”rûspî” bike. Çima?

 

  • Jiber ku Erdogan digot em şer ranawestînin heya em negehin hemû armancên operasyonê. Û vaye Erdogan gehişt hemû armancên xwe û zêdetir û ser re jî bê şer, ma ji vê çêtir?!
  • Jiber ku Erdogan bi vê peymanê hat rizgar kirin ji problem û tela/xefa ketibû têde. Şaşîya ketina Rojava wê pir buha ser rawistaya û ne dûr e dawîya wî û hukmê wî be.
  • Jiber ku Erdogan xwe ji blokad, embargo û sizayên Amerika ser Tirkîyê rizgar kir.
  • Jiber ku Erdogan bi vê peymanê dijberên xwe li hundur Tirkîyê aram û bêdeng kirin.

 

Piştî preskonferansa Pence/ Pompeo, Mezlum Abdî got em agirbestê qebûl dikin. Lê Salih Muslim got em ê rêkeftinê giftogo bikin. Gotinên Salih Muslim rasttir û di cih de ne. Biryarên bilez di pirsên çarenivîsan de, dibin egera bêtar û xirabiyên mezin. Gelo çima mirov peymaneke pir xirab û ne di berjewendiya kurdan de qebûl bike?

Nuha berjewendiyên kurdan û yên Rojava (Amerika, Israel, Ewropa) bi awakê digehin hev. Kurd azadiya xwe, statu û dewleta xwe ya netewî dixwaze û dewletên Rojava jî ajendayên xwe yên cuda cuda hene. Helbet xêrxwazên kurdan jî hene. Hinek dibêjin ev sedsala kurdan e û loma gereke kurd ne tenê ser erd û meydana şer de zîrek be belku di şerê diplomasiyê de jî jîr û aza be.

Pirsa kurdî li cihan û bi taybetî li Israel û Amerika di berztirîn pille de ye, hevalên kurd roj pey rojê zêde dibin. Li Israel ji serokwezîr bigre heya wezîr, parlementer, medya, xelk û bi taybetî kurdên cuhu roleke aktiv dilîzin jibo kurd bigehe azadiya xwe. Li Amerika ji partiya Demokratan bigre heye Komariyan, ji medya, ji hunermendan û heya xelkê sivîl û sade jibo mafên kurd têdikoşin û hinek ji wan aşkere behsa dewleta kurdî dikin, behsa parastin û xwedîlêderketina kurdan dikin û wan weke hevalbendên xwe li Rojhelata Navîn binav dikin.

Erê, Trump bi siyaseta xwe ya tevlihev xiyanet li kurdan kir, lê vê carê Amerika xiyanet li kurdan nekir. Dilsoz û hezkerên kurd hene û ew dij serokê xwe Trump derdikevin û aşkere dibêjin wî, te xiyanet li kurdan kir. Li vir jî gereke kurd nazok û huşyar bin. Gotin, kiryar û gavên xwe bi jîrî bikin û bavêjin. Vaye Parlemana Amerikî di heman roja agirbestê 17.10.2019 biryara Trump derbarê vekêşana hêzên leşkerî ji Surya helweşand û bi dengdaneke yekcar mezin. Trump jî mîna Erdogan di bin zext û fişareke mezin de ye. Trump li Amerika û Erdogan jî ji aliyê Amerika û cihan ve.

Her çend kurd ketine navbera diktatorekê despot weke Erdogan û tiredînekê weke Trump lê di heman demê de Kurd ketine rojeva Amerika û cihanê jî. Medya û siyasetmedarên paye bilind, roj nîne behsa kurdan nekin û bi awakê baş û pozetiv. Ev fenomen û diyardeke taze ye di dîroka kurdan de. Di qada navnetewî de piştgiriyeke xurt heye bo kurdan, pirsa kurdî bûye pirseke navnetewî û ji lokalbûnê derketiye lê çend mixabin kurd bê vîzîyon û ne yek in. Ew bi nerxên xwe yên netewî weke millet xwe nadin pêş. Ala Kurdistanê weke simbola netewî di helkeft û xwepêşandanan de, baş nayê xuya kirin, kurd yekitiya xwe û hêza xwe weke milletekî xwedî daxwazên rewa, nîşanî dost û neyaran nake.

KURD bi nermî, xwe biçûk kirinê û serşorkirina jibo dagirkerên Kurdistanê barê xwe ne tenê sivik nake, belku giran dike, û kurdan bêrumet dike. Rêz ji birêzan re, kesên rêza xwe digrin, dagirker jî bêgav dimîne rêza wan bigre û berevajîya wê jî rast e. Çend mixabin kurd amade ye serê xwe bo dijminên kurd deyne, lê ne amade ye wê digel birayê xwe yê kurd bike.

Hêreşa Erdogan ser Rojavayê Kurdistanê kurd kirin YEK li hemû perçeyên Kurdistanê û li diasporayê. Doza kurdî ne tenê ya YPG ye, doz doza kurdan e. Di medya cihanê de behsa kurdan tê kirin lê hine derdor dixwazin wê biçûk bikin, lokal bikin û bikin ya partiyekê ku cihê mixabinyê ye. YPG dikare xwe bike xizmetkarê gel, lê nikare bi tenê xwe bike xwedî û Xwedayê dozê. Kesên ne YPG jî xwedî li YPG derdikevin jiber ku pirs pirsa kurdî ye, pirsa Kurdistanê ye û ne ya partiyeke taybet e. Her kes dizane behaneya hêreşa Tirkiyê ser Rojava ne aramî ye û ne pirsa terorê ye. Jixwe ew dever aram e û qet nebûye metirsî ser Tirkiyê û aramiya wê. Tirkiye û rejîma Erdogan dixwaze bi derewan, propaganda û desinformasyonan tabloyeke ne rast û xirab bide ser kurdan, lê werîsê derewan kurt e û her kes êdî Erdogan û şantajên wî nas dike. Mebesta Erdogan ji vê hêreşê ew e kurd nebin xwedî statu, azad nebin û pêşve neçin wek millet, nebin dewlet.

Kurdan li Rojavayê Kurdistanê û Suriyê 11 hezar şervan qurbanî dan û 25 hezar birîndar, seqet û kêmendam li pişt xwe hişt. Tenê li Reqqa 6 hezar can şehîd dan. Gelo ma ev hemû qurbanî ji jêhatirîn keç û xortên kurdan jibo çi bû ger di dawiyê de bi sifir encam derkevin û axa kurdan teslîmî Suriye û Tirkîyê bikin? Erê, YPG dewletê naxwaze, federalîyê naxwaze, autonomîyê naxwaze, lê ka xweserî? ka statu? ka destkeft?

Dost û xêrxwazên kurd li Amerika rabûne parêzvaniya kurdan bikin, dij biryara Trump derdikevin û Tirkiya şermizar û protesto dikin, lê gelo pozisyona kurd li ku ye? Daxwazên wan çi ne? Gelo dostên kurdan li Amerika dikarin arîkariya kurdan bikin ger kurd bi xwe daxwaziyên xwe bi ron û aşkere pêşkêşî Amerikayê nekin? Ez ne bawer im!

Bi hêvîya ku YPG serkeve, kurd serkevin û vê carê ew ji dagirkerên xwe jîrtir û zanetir derkevin, jixwe atmosfêreke guncayî bo vê serkeftinê heye. Û doz jî rewa ye!

 

Wêne ji malpera Zikrî Musa

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev