Kurdên Qazaxistanê hêvîya Kurdistaneke serbixwe xurttir dikin

Kurdên Qazaxistanê hêvîya Kurdistaneke serbixwe xurttir dikin

Têkoşîna bo Kurdistanê bi her alî ye, li Rojava bi çekan û sîyasetê be,

li Qazaxistanê bi welatparêzîyê, bi zimanê kurdî, bi dersên bi zimanê dayîkê ne…

Nura Şane

Eger bingehê avabûna welatê me hevgirtin û yekîtîya di nava miletê me û zimanê kurdî da be, gorî zanebûnên min, kurdên Qazaxistanê di wî karî da pêşengî dikin. Ev zanebûnên min piştî wê yekê çê bûn, dema min gelek nûçe, gotar, hevpeyvîn û reportajên derheqa kurdên Qazaxistanê da xwendin û temaşe kirin. Ew hemû di dema seredana Komxebata KURMANCÎ ya Înstîtûya Parîsê a Kurdî li Qazaxistanê çê bû, ku bi teglîfkirina Rêxistina kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê bi serokatîya akademîsyen Kinyazê Îbrahîm pêk hat û endamên Komxebatê xênji karê zimanzanîyê, gelek karên din yên welatparêzîyê jî kirin û kurdên hişyar yên Qazaxistanê diha zêde bi miletê xwe, bi edebîyeta xwe, bi çanda xwe û bi welatê xwe va hatine girêdan.

Du tişt rê li ber kurdîtîya kurdên Qazaxistanê vekirîye. 1. Sîyaseta dewleta Qazaxistanê ku mafên hemû miletên biçûk û mezin wekehev dibîne û bi karê xwe va wê di jîyanê da jî îzbat dike, 2.Welatparêzên kurd yên zane û aqilmend, ku bi her awahî piştgirîya pêşketina çand, edebîyet, folklora me dikin, yên wek akademîsyanên binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov û Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan û Mehmedê Misto, karsazên di komarê da navdar Ezîmê Şemo, Borîsê Kinyaz, Filîtê Îbrahîm û Şîrinê Elî, mamostaya zimanê kurdî Gulnare Ahmedova û mamostayê folklora kurdî Îbrahîmê Filît (hemû karên bi fêrkirina zarokên kurdan, çi di hêla ziman da, çi di hêla stiran û reqasê da bi rêberîya birêz Filît tê kirinê), bizîşkê di komarê da binavûdeng profêsor Barîyê Nadir Nadîrov û xanima wî Narîna Kinyazê Hemîd, herdu lawên nivîskarê kurdan yê mezin Elîyê Evdilrehman – Sulheddîn û Fexreddîn, herwiha Zumret Balayev, Barzanî Nebiyev û gelekên din.

Sebebê nivîsara vê gotarê ew e, ku min di rûpelên medyaya civakî da çend wêne û video dîtin, ku pêwendîyên di hêla pêşxistina çand û edebîyeta kurdî di navbera endamên Komxebata Kurmancî (ku endamên wê ji hemû perçeyên Kurdistanê û dervayî Kurdistanê ne) û kurdên Qazaxistanê da berdewam e û berên baş dide. Hûn bi xwe dikarin bibînin, ku yek ji endamên Koma Kurmancîyê Têmûrê Xelîl weke 100 kitêbên bo zarokên kurdên Qazaxistanê şandîye, dû ra ez pê hesiyam ku Weşanxaneya APECê jî bi serokatîya Alî Çiftçî weke 150 kitêb amade kirine bona ji wan ra bişîne. Ev hemî bo zarokên kurdên Almatîya Qazaxistanê ne, ku piranîya kurdên komarê li wir dimînin. Hilbet, zarokên kurdan li mekteban bi pirtûkên dersan yên ji alîyê akadêmîsyan Kinyazê Îbrahîm da amadekirî fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî dibin, lê ev pirtûkên têne şandin bo xwendina dervayî dersên zimanê kurdî ne, bona zarokên me bingehên baş in ku di paşdemê da bibine kadroyên kurdîzan. Wek ku Têmûrê Xelîl got, wê bi daxweza profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan gelek kitêbên bo zarokên kurd dîsa bên şandin bona wana di nava kurdên Qazaxistanê yên dervayî bajarê Almatîyê bêne belakirin.

Dema van zarokên di wêne û vîdêoyan da dinêrî, hêvîya rizgarbûna Kurdistanê di dilê her kesî da xurttir dibe.



  • 72634500_500054670576635_3556130726636158976_n
  • 72893723_479763299291064_4342746848662913024_n
  • 73035704_2693063754051336_5800785583051636736_n
  • 73495100_529904584240848_3364432579435429888_n
  • 73497811_432966157356220_8649505049661145088_n
  • 74226531_2489130831365355_5005608130915074048_n
  • 74585849_400733083940292_5095918446902771712_n
  • 74664615_1378470145645662_4737732558261846016_n
  • 74800503_928531264200538_8278790543849291776_n
  • 74995709_654407081750459_4420624625898094592_n
  • 75127995_445144329460112_2763140460825280512_n
  • 75258526_2448274355428413_3260607547555446784_n

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev