Hunermenda kurd a naskirî Sîsa Mecîd çû ser dilovanîya Xwedê

Serxweşîya Yekîtîya kurdên Qazaxistanê “Berbang”

 

21 cotmeha sala 2019an li gundê Aşîbûlakê herêma Almatiya Qazaxstanê dengbêja radîoya Yêrêvanê, hunermenda kurda naskirî Sîsa Mecîdê Silêyman çû ser dilovanîya Xwedê.

Sîsa Mecîd 1960 salê li gundê Demirçîyê nehîya Masîsa Ermenîstanê malbeta şaîr û hunermendê navdar Mecîdê Silêyman da hatîye dinê.

Cenazê wê bi beşdariya 400 kesî li goristana kurdan a li Gundê Aşîbûlakê hate veşartin. Sîsa Mecîd 59 salî bû. Ew zaroka mezin a dengbêjê navdar rehmetiyê Mecîdê Silêman bû. Apê Mecîd jî sala par, di 82 saliya xwe de li gundê Aşîbûlakê çûbû rehma Xwedê.

Heft zarokên Mecîdê Silêman hebûn. Çar qîz, sê kur: Sîsê, Sînem, Sêvdîn, Nesredîn, Semedîn, Sorgul û Tamîle. Sê navên pêşî rehmet kirine, çar mane.

Bila yên mayî emirdirêj bin. Apê Mecîd di 16-17 saliya wê de, Sîsa keça xwe dibe Radyoya Yêrevanê, cem serokê radyoyê Xelîlê Çaçan û dengê wê dide qeydkirin.

Sîsa Mecîd xanima Evdirehmanê Eylazê Hecîsilêman bû ku çend sal berê rehma Xwedê kiribû. Du kur û qîzeke rehmetiyê Evdirehman û rehmetiya Sîsê hene. Rehma Xwedê li wan be, cihê wan cineta baqî be, Xwedê zarên wan bihêle.

Sîsa Mecîd bi dengê xweyî xwaş, bi kilamê xwe yên gelêrî û welatparêzî va nexşeke nû kire nav çanda gelê kurd. Dîapazona dengê Sîsê gelekî bilind û berfireh bû. Piranîya kilamên wê li ser helbestên nivîskarê meyî binavûdeng Elîyê Evdilrehman hatine sêwirandin, hunermendê me yê naskirî Xelîlê Evdile jî pê ra li meyê dixe.

Sîsa Mecîd dayka sê ewledan bû.

Keda Sîsê nava çanda kurdan da wê neyê bîrkirin.

Bira rehma Xwedê lê bê. Cîyê wê cinnet be. Serê malbeta wê, qewm-pismamên wê û gelê kurd sax be.

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dilekî kovan serxweşîyê dide malbeta Mecîdê Silêman, olka kurdên Qazaxistanê bona wefata dengbêja kurdan a navdar Sîsa Mecîd.

Sîsê kilamên mînanî van kulîlkên di wêneyê da bedew bi radyoya me sitiran, kedeke wek çiyayê di wêneyê da mezin kire zengînxaneya çanda gelê me. Di vê sitirana wê da tevaya xemgînîya welatê me û tevaya mêrxasîya gelê me xuya dibe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

1 Şîrove

  1. Cemalê Usiv

    Ez rehmê xûska meye dengbêj Sîsa Mecîtra dixwezim.
    Ez şedê wan salame,wextê ew tevî bavê xwe,rehmetîê Mecîtê Slêman dihatin radyoyê û stranên xwe dinvîsîn. Xwezila wan çaxa.
    Dinya Şah û padşara jî namîne…

Şirovekirin hatine girtin.