Çarenivîsa Kurdan û herêmên wan piştî rêkeftina Pence-Erdogan û Putin-Erdogan

Çarenivîsa Kurdan û herêmên wan piştî rêkeftina Pence-Erdogan û Putin-Erdogan

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 60

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 60an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.



Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren heja, Dewleta Tirkiyê li ber çavê dinyayê bi sebeba “vekirina korîdorê û berxwedana li hember terorê” operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê ji 9ê Cotmeha 2019an ve dest pê kir û wake 10 rojan bi firoke û topan gund û bajaran bombebaran û topbaran dikir. Li gor amarên Rêveberiya Xweser, di heyama 10 rojan de ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ve, heta niha, zêdetir ji 250 hezar kes koçber û derbider bûne. Tawanên şer hatin encamdan: 250 şervanên HSDê di êrişên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, zedetir 700 kes birîndar bûne, di nav de jin u zarok jî hene. Heyva Sor a Kurdî dide zanîn, ta niha 218 welatiyên sivîl canê xwe jidest dane, di nava wan de zarok û jin hetine qetil kirin. Çekdarên DAIŞê ji zîndanan hatin rizgarkirin. 10 rojan berxwedaneke mezin li hember êrişên Tirkiyê pêk hat.

Werin em kronolojiya destpêka bûyerên trajîk ên 9ê Cotmehê bişopînin. Êrîşa leşkerê Tirkiyê û çekdarên Sûrî dijî herêma Kurdan li bakur û rojhilatê Sûriye çawa çê bû? Piştî çend rojan ji biryara serokê Amerîka Donald Trump ya vekişandina hêzan ji Sûrîye, opêrasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê destpêkir. Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî ji kanaleke nêzîkî PKKê re axivî û ragihand ku eger Amerîka van êrişan ranewestîne ew dê vê helwesta Amerîkayê li hemberî gelê Kurd weke xiyanet pênase bikin . Serokatîya Giştî ya HSDê da xuyakirin, bi sedema ku ti kesî guh nedaye hewar û bangewaziyên wan, ew bi neçar li gel hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê li hev hatine, ku hêzên hikûmeta Sûriyê derbasî nav Minbic û Kobaniyê bibin.

13ê Cotmehê di roja pêncan a êrîşên Tirkiyê û komên çekdarên ligel wan, rêkeftina navbera rêveberiya Şamê û hêzên Rojavayê Kurdistanê de hat ragihandin. Piştî rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyê, Artêşa Sûrî derbasî çend bajar û bajarok û navçeyan bû. Li gorî wê rêkeftinê Artêşa Sûrî ji Dêrikê heta Serê Kaniyê û ji Girê Spî heta Kobaniyê dê cih bigire. Li gorî rayedaran ew rêkeftin bi garantoriya Rûsyayê hat çêkirin. Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî derbarê rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê jî got ku ev tenê di warê leşkerî de ye û ji bo sekinandina êrişên Tirkiyê ye. Mazlûm Ebdî herwiha da xuyakirin, ku ew di navbera lihevkirineke bi êş û parastina xelkê, jiyana xelkê hilbijaritin.

Êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bûye sedema gelek bertekên cîhanî û herêmî û piraniya welatên cîhanê nerazîbûna xwe li hember vê êrîşê nîşan dane û daxwaza rawestandina êrîşê kirine. Divê bê gotin îcar cîhan li hember êrîşên dewleta Tirk yên hovane bû yek. Civaka navdewletî bi daxûyanî û bangawazîyan xwe piştgiriyeke mezin da berxwedana şervanên Rojavayê. Li hemberî êrişên Tirkiyê, her çend Tirkiyê hevpeymanê NATOyê, berxwedaneke mezin hatiye nîşandan, hemû aliyên siyasî yên Kurdî, welatên Ewropî, welatên Erebî û civaka navdewletî li hember wê êrişê xwedî helwest bûne û li dij derketine. Herwiha li Amerîkayê jî ji bilî rêveberiya Trump civak û dezgehên wî welatî li dijî wê êrişê rabûne. Biryara Trump nerazibûneka zor ji endamên bilind yê partîya Komarî û partîya Demokrat bi xwe ve girt. Nûnerên Kongrêsa Amêrikayê bi piranîya dengan biryara Trump derbarê vekişandina hêzên Amerîkayê ji bakurê rojavayê Sûriyê helweşand û ew biryra Trump şermezar kir. Cihê gotinê ye seroka Encûmana nûneran ya Amêrikayê Nanci Pelosi ragihandibû ku ewana hewil didin bi biryareke hevbeş ya herdu partiyên Amêrîkayê, partiya Komarî û partiya Dêmokrat biryara Donald Trump vekişandina hêzên Amêrîkî ji Sûrîyê hilweşînin. Nancy Pelosi da zanîn ku Donald Trump gilopa kesk bo Tirkiyê vêxistiye ku operasyona serbazî li Sûriyê pêk bîne. Bi gilîkî, zexta navdewletî ku piraniya dewletên cîhanê li Tirkiyê kir, rêveberiya Trump xistiye rewşeke wisa ku neçar maye bi agirbestê şer rawestîne. Donald Trump şandekê dişîne Tirkiyê.

Pêncşemê , 17 cotmehê şanda Amêrîkayê bi serokatiya Mike Pence cîgirê serokê Amerîka û şanda pê re bû, li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civîya. Piştî civînên dualî zêdetirî 5 seatan dom kir. Mike Pence li Enqerê di prêskonferansekê de ragihand ku Amêrîka û Tirkîyê gihane rêkeftinê û di nava 120 seatan de şer dê bihê rawestandin, eger ku di dema diyarkirî de hêzên Sûriya Demokrat HSD xwe ji herêma 32 kîlometrî vekişîne. Serokatiya Hêzên Sûriya Demokratîk jî di derbarê wê rêkeftina Tirkiyê û Amêrîkayê de ragihand ku pabendî vê agirbestê bin û her wiha daxwaz ji Tirkiyê jî dike ku pabendî agirbestê be. Herwiha dan xuyakirin, “ev rêkeftineke agirbestê ya di navbera dewletên Amerîkayê û Tirkiyê de ye. Eger van hêzan biryara agirbestê dabin, ev encama berxwedana me ye. Eger şervan, gel û dostên me li ber xwe nedaban, gaveke wiha nedihat avêtin. Ev serkeftinek e, lêbelê tenê gavek e û agirbest e.”

Gelo çima dewletên cîhanê piştgirîyeke ewqas mezin dan hêzên kurd yên Rojavayê? Ji ber ku her kes dizane şervanên kurd yên Rojavayê ku li şûna tevahîya cîhanê di nava 5 salan de şerê terorîstên DAIŞê kir û zêdetirî 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndar dan.

Wan rojan pirsên wek: Gelo kî û kengê çavdêrên navdewletî bişînin ji bo parastina rêkeftina agirbestê ya li gel Tirkiyê? Rewşa xelqên herêmê dê çawa be? Serê Kanîyê jî bibe wek Afrînê? Pişt wê, taktîka Tirkyaye dê çawa be?

Tirkiyê di dîrokê de gelek caran rêkeftinên ku kiribûn binpê kirine, di rojevê mediya herûmî û cîhanê da ne.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Donald Tusk û Wezîra Berevanîyê ya Almanyayê û Annegret Kramp-Karrenbauer rexne li rêkeftina di navbeyna Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence û Serokkomarê Tirkiyê Receb Erdogan de pêkhatî, dikin. Tusk got: “Ev ne agirbest e, destberdana Kurdan e”. Kramp-Karrenbauer eşkere kir: “Amerîkayê pişta xwe daye hêza ku ji bo wan li meydanê şerê DAIŞê kiriye, nabe kesek ji aliyê cîranê xwe ve di bin gefê de ye bi zora çekê sînoran binpê bike û ev bibe wek karekî standard”.

Roja 22 cotmehê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan rêkeftinek derbarê Rojavayê Kurdistanê de îmze kirin. Li gor rêkeftinê, Rûsya Polîsên Leşkerî yên Rûsî li Rojavayê Kurdistanê belav dike, bi Tirkiyê re gerên hevbeş jî dikin û rêkeftina Edeneyê bicîh dikin. Her du welat tekeziyê li ser yekperçeyîya xaka Sûriyê dikin. Ji demjimêr 00:00 û ta 150 demjimêrên din, agirbest berdewam dibe, ji bo hêzên HSD û YPG ji navçeyê ji 10 ta 30 km vekişin.

Piştî vekişîna Amerîkayê ji bakur û rojhilatê Sûriyê diyar e rola Rûsyayê ku berê jî bihêz bû, li Sûriyê bihêztir dibe û hêzên rêjîma Esed jî desthilata xwe roj bi roj li wan herêmên ku bi salan e ji dest dayî vedigerînin.

Guhdarên delal, vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina mijara derbarê sedem, encam û paşeroja êrîşa Tirkiyê bo ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dê çawa bin û divê di vê qunaxê de Kurd çi bikin û herwiha Çarenivîsa Kurdan û herêmên wan piştî rêkeftina Pence-Erdogan bernamaya Civak û sîyaset mêhvandarîya lêkolîner û pisporê medyayê, sîyasetzan, doktorê dîroknasîyê Ekrem Unen kir.

Birêz Ekrem Onen re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Stockholm ya Swedê ra em bi radyotêlêfonê hatin girêdan.
Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên sîyasetzan, d-r Ekrem Unen bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev