
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
¤¤¤
Hezkirina min û Nura min destpê nabe, herdem heye. Ew hezkirin di nav taştê da heye, di nav wergerê da heye, di nav diranfirçekirinê da, di nav firaqşûştinê, di nav bi têlêfonê axavtinê, di nav fîlmmêzekirinê, di nav cilxwekirin-cilêxistinê, di nav Kurdistana serbixwe da heye.
¤¤¤
Çû. Hîç jî nafikirim bo çi çû. Hela di ser da jî kêfxweş dibim, ku çû.
Ji zewqê weke ku hêsirên min tên, lê ne girî ye.
Oxir be, delala ku ez li cihanê ji hemûyan pirtir hez dikim.
¤¤¤
Bira Nura min bizanibe, ku eger Nura min kîsî êşa min aram be, ezê êşa xwe zêde bikim bona aramîya wê zêde be.
Riataza