Xwenezantî û xaîntîya pêşengan, du dakên jehrîn ên di pişta milet da

Xwenezantî û xaîntîya pêşengan, du dakên jehrîn ên di pişta milet da

Nivîskarê malpera me bi awayekî kurt û gelekî dagirtî

dîroka gelê me û welatê me di paragrafekê da tîne ber çavan,

ku dikare heta haya gelek welatparêz û zaneyên kurd jî jê tunebe.

 

Raif Yaman

 

Keyê medan mêjîyê xwe bi xewnek şevan netevizanda, guh nedaya gotinên tewşên çend xwenezanên qaşo xewnzan, tenê ji ber ku nevîyê wî nekuştîye serê lawê serleşkerê xwe nedaya jêkirin, serleşkerê wî jî bi hêrsa xwe bikanibûya arteşa medan nesparta Kuroşê persan, pîsitîya xaîntîyê li xwe dananîya; hindik karger û frarên arteşa parthan li warê xwe û qewmê xwe xaîntî nekirana; pêşengên cardouchan tenê ji ber sebebên bawerîya bi heman dînî hevaltîya persan nekirana; duwanzdeh hukumatên kurdan mîna qewmên din ên dema xwe hêjahîya zar û zimanê xwe bizanibûna; Selahaddînê Eyyûbî systema kargertîya dewleta xwe hewqas bi granî li ser dîn dananîya, bi qasî hemdemên xwe hêjahîya zimanê famîla xwe, zimanê hêla xwe û cultura qewmê xwe jî bizanibûya; mîrên kurdan bi dekûdolabên şahên persan û fenûfûtên sultan û padîşahên turkan nexapîyana, dujminatîya hevûdin nekirana; li ser navê alevîtî, sunnîtî û êzidîtîyê bi hev neketana; di nîvê dawînê sedsala bîstan da bi leşkerên dewletên cîran hêrîşî hevûdin nekirana; dev ji xoybûna warê xwe bernedana; di vê çaryeka pêşîna sedsala bîst û yekî da bi revîna ji çeperên xwe rê li ber qirbûna miletê xwe venekirana, li miletê xwe û warê xwe xaîntî nekirana, ji Kerkûkê ta Şengalê di nav çend roj û şevan da ji sedî şêst û çarê axa parçeyekî warê xwe nespartana Heşdî Şeibî a pasdarên Îranê û arteşa Iraqê, li Başûrê Rojavayê warê xwe ji xelk û aleme ra yar ji xwe bi xwe ra neyar nebûna, di serî da ala rengîn dijminatîya remzên miletê xwe nekirana; erê, pêşeng, rêber, serek, serkirde, karger û fermandarên vî miletî evana nekirana gelo ewê dîsa jî îro ev milet di vê rewşa manûnemanê da bûya? Dizanim hûn dê bibêjin tiştê çû mede dû. Ser seran û ser çavan. Bira ew kesên qaşo pêşengên milet in ji van rûdanan ders bigirin, careke din dubare nekin, em dê jî van ji kitêbên tarîxê ra bihêlin, pê tifî nav çavên wan nekin. Dema dubarekarên van rûdanên qirrkar tunebin meriv bixwaze jî nikane bi hebûn û dubarebûnên wan ên demên buhurî tifî nav çavên kesî bike. Ji dil û can dixwazim ku ev gotin di vî warî da êdî gotina dawîn be, carek din dubare nebe…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Raif Yaman

Raif Yaman ji Diyarbekirê ye. Li Universita Enqerê Filologiya Fransizî xwendiye. Li Universita Artuklu ya Mêrdînê li ser ziman û cultura kurdî master kirîye. Du kitêbên hozanan û gelek nivîsên edebî, linguistic û politic nivîsîne. Bi kurdî, turkî, fransizî, îngilîzî û almanî dizane. Bengîyê zar û zimanê kurdî ye…

Qeydên dişibine hev