ZIMANÊ TIRKÎ BOYKOT BIKE!

ZIMANÊ TIRKÎ BOYKOT BIKE!

Van xetan ne wek şîret, lê wek temî qebûl bike

û dema te ev daxwezên ronakbîrekî me yê welatparêz pêk anî,

bizanibe te çend gulle li sîngê dijmin xist, te kevirê hîmê xanîyê Kurdistana serbixwe

zexm kir, te xwe nas kir û wê demê him dijmin, him jî cihan wê te nas bike.

Dijmin wê ji wê naskirinê bitirse, cihan jî wê ji wê naskirinê ji me hez bike.

 

Remzî Kerîm

 

Tu ji êrişa tirkî birastî jî aciz î?

Tu kurdê/a Ewropayê:

– Bi zarokên xwe re û di nav xwe de bi kurdî bipeyive!

– Zarokên xwe bişîne kursên zimanê kurdî!

– Zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsîna kurdî bike!

– Her şev li malê 10 deqîqa pirtûkeka kurdî bixwîne!

– Her şev 10-15 deqîqa çîrokeka kurdî ji keça xwe re, ji kurê xwe re bêje!

– Malê tirkî nekire!

– Tu bixwe rêyên boykotkirina tirkî bibîne!

 

Tu kurdê/a bakurê Kurdistanê yî û li bakurê Kurdistanê yan li Tirkîyê dijî?

-Tu nikarî li derve bi kurdî bipeyivî? Tu tim nikarî bi kurdî bipeyivî?

Li malê bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyive:

– Her şev li malê 10 deqîqa keça xwe, kurê xwe fêrî hejmarên kurdî bike: 1 (yek) 2 (du-didu) 3 (sê-sisê) 4 (çar) 5 (pênc) 6 (şeş) 7 (heft) 8 (heşt) 9 (neh) 10 (deh)

– Her şev li malê 10 deqîqa navên rojan bi kurdî fêr bike: YEKŞEM-DUŞEM –SÊŞEM-ÇARŞEM-PÊNCŞEM-ÎN-ŞEMÎ

– Her şev li malê 10 deqîqa pirtûkeka kurdî bixwîne!

– Her şev 10-15 deqîqa çîrokeka kurdî ji keça xwe re, ji kurê xwe re bêje!

– Ji keça xwe re, ji kurê xwe re bêje: Dilê min. Bîbika çavê min. Cegera min ûwd. (ji bîr neke, keça te, kurê te heta mirinê van gotinên te ji bîr nake)

– Her şev temaşeyî zincîrefîlm (dizi) ên tirkî neke!

Tu bixwe rêyên boykotkirina tirkî bibîne!

 

Tu kurdê/a başûrê Kurdistanê yî?

– Dev ji Ibrahim Tatlises û stranên tirkî berde!

– Eger alternatîv hebe malê tirkî nekire!

Tu bixwe rêyên boykotkirina tirkî bibîne!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev