Maqûl, mêrxas û canfedayên Kurdên Êzdî

Maqûl, mêrxas û canfedayên Kurdên Êzdî

Êzdîyên herêma Xaltiyan ya Bakurê Kurdistanê

Kemal Tolan-Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê

 

Li gorî ez dizanim, me Êzdiyên bakurê Kurdistanê heta vêga ji ber gelek ferman û qirkirinên bi serê bav-kalên me de hatine û tûnebûna xwandin-nivîsandinê nikarîbûye gelek delîl, nêrîn-dîtin, bîranîn, çîrok, stran û agehdariyên ku di nava zargotina me de hatine parastin û yên hinek arkêolog, dîplomat, nivîskar û gerokên xerîban bi nivîskî bahsa rewşa jiyan, pirsgirêk, bûyer û hevgirêdanên di navbera mîr, beg, axa, şêx, êl û eşîrên me kurdên Êzdî kirine bigihîjine hevûdinê.

 

Min li ser mijara navên hinek maqûl, mêrxas, şervan û canfedayên Kurdên Êzdî, yên ku di herêma Xaltiyan de, ji bo azadî û serxwebûna malbat, êl-eşîr, civak û Kurdistanê cangorî bûne, bi gelek rûspiyên Êzdiyan yên ku li bajarê Oldenburg`ê (binêre navên wan) diman ra rûniştime û min karîbû ji ber zargotina wan, van agahdariyan berhevbikim:

 

1 – Kalo yê Şekir, Feqîr bû û mala wî li gundê Qinaskê bû. Li ser dema 1820

2 – Miho yê Êvdo, Mirîdekî ji êşîra Şemsikiyan û mala wî li ser dema 1820 de li kela Meranê bû.

3 – Şêx Mîrza yê Anqosî, li ser dema 1928 de li gundê Daqotê, herêma Xerzan ya ku li nav bakurê Kurdistanê ye dima.

Serpêhatiyên vî maqulî gelekin. Binêre li *1- rûpel:66-68 û *1a.

4 – Aqo yê Simo, li ser dema 1830 de li gundê Êzikê/Bişêrî yê dima, serokê êşîra Berekiyan û midûrê nahiya ……. (Ridwanê) buye.

a- Strana şerê berxwedana nebiyê wî Nemirê Mîrza I (1856)-Şerê berxwedana vî maqulê Êzdî, Binêre li *1-rûpel:61

b- Strana şerê berxwedana nebiyê wî Nemirê Mîrza II (1890), vî maqulê Êzdî, Binêre li *1- rûpel:62-63

5 – Mîrza yê Zoro Axa , Mirîdekî ji êşîra Şedikiya, li ser dema 1830  de û li gundê Zivingê/Bişêrî yê dima .

Îskanê Zoro (bavê Fariz axa…) (di şerê Dela de hatiye kuştin…)

a – Strana şerê berxwedana nebiyê wî Bişarê Zoro, Binêre li *2-rûpel:6)

b – Strana şerê berxwedana nebiyê wî Kolosê Aqo: Binêre li *1 rûpel:52-53,

c – Strana şerê berxwedana nebiyê wî Îskanê Zoro, Binêre li *3 rûpel:107

6 – Hemzoyê Dêrî (bapîrê xalê Hemzoyê Xalit e , Mirîdekî ji êşîra Metînka, mala wî li ser dema 1835 de li Dêra Hemzo/Bişêrî yê dima . Binêre li * rûp.: 134.

7- Mîrzikê Zaza , ji nav êşîra Qizlaniyê endamê êla Bavbina ye , li qeza Ridwanê/Bişêrî yê dima û midûrê vê Qezê bû. Binêre li *3.

a-Naveroka berxwedana Mîrê Ridwanê: Binêre li tevaya *3

b-Strana şerê berxwedana vî maqulê Êzdî, Binêre li *1 rûpel; 43,30-34, 46-48 û 56

8 – Hemzê Çelikê

9 – Mîrza yê Hacî, ji êşîra Şewqetî ya û mala wî li ser dema 1984 li nav Qubanê de bû.

a- Strana şerê berxwedana vî maqulê Êzdî, Binêre li *1 rûpel:89 û *4 rûpel:37-41

10 – Aqo yê Rizgo, Mirîdekî ji eşîra Şewrîkiya (mihemedkî ) ye û di sala 1846 de muxtarê gundê Gozelderê bû . Ji bo mêvandarî û hêza vî maqulê Êzdî, binêre li *1 rûpel:28-31

11– Mihemedê Hesê, li ser demê 1900 de Mirîdekî ji eşîra Xendeqiyan , li gundê Şimzê dima û midûrekî hêza leşkerên Siltanên Osmaniyan ku hingê li Elmedîna (kêleka Batman a niha)bû.

Mihemedȇ Hesȇ di wextȇ xwe de, Midûrîtiya nehiya Erenzȇ kiriyȇ. Di nav gundȇn Ȇzdiyȇn li herȇma Xendeqiyan ȗ tevaya gundȇn Kurdan yȇn ku li derȗdora navҁa Elmedîna  ev vȇga ketiye bin avȇ ȗ Ȇliha-Batman ketiye dewsa wȇ..) ȗ Qubînȇ de hebȗne weke maqulekî Ȇzdîtiyȇ dihate naskirin. Yekemin avayȇ Qereqola gundȇ Șimzȇ li ser riknȇn Qesra mala M.Hesȇ hatiye ҁȇkirin. Wekî din tu dokument ȗ dîmenȇn ku em bikaribin vȇ maqȗltî ȗ meznaya vȇ binemala Xendqiyan bide kifșkirin ne gihîștine ber destȇn me. Binêre li *5

12 – Mîrza yê Kalo, Mirîdekî ji eşîra Xendeqiyan li gundê Şimzê dima, li ser demê 1915 de muxtarekî hêza Siltanên Osmaniyan, ku hingê li Elmedîna (kêleka Batman a niha)bû.

13- Eqîtê Cibo û Keleşê Çelo (Qizili ye), Binêre li *3 rûpel:132-135.184

 

Û hwd.

Hêvî dikim, hinek ji we birêzan jî bikaribin ji kêmasî û agahdariyên di vê mijarê de henin ra bivine alîkar!

 

Gelek sipas ji bo van kesên ku li ser vê mijarê agahdarî dane min. Navên wan li jêr in:

 

  1. Rahmetiyê Eliyê Eyşê (Tolan), di sala 1922 de li gundê Zercil çêbuye. Binêre li * rûp.: 134
  2. Rahmetiyê Hemzoyê Xalit (Yenirce),di sala 1932 de li gundê Dûşayê ku bi qeza Qubînê (Beşiri) ve girêdayibû ye çêbûye. Binêre li * rûp.: 134
  3. Rahmetiyê Hesenê Birahîm (Duman);di sala 1927 de li gundê Bazîwanê ku bi qeza Qubînê (Beşiri) ve girêdayibû çêbûye. Binêre li * rûp.: 134
  4. Rahmetiyê Sebriyê Emer (Tagay), di sala 1937 de li gundê Awîskê ku bi qeza Qubînê (Beşiri) ve girêdayibû çêbuye. Binêre li * rûp.: 134
  5. Birêz Mihemedê Hezarê (Mehmet Tekçe),di sala 1937 de li gundê Awîskê ku bi qeza Qubînê (Beşiri) ve girêdayibû çêbuye. Binêre li *1 rûp.: 134 û
  6. Rahmetiyê Nayifê Reşo (Ture), di sala 1936 de li gundê Zercil ku bi qeza Qubînê (Beşiri) ve girêdayibû çêbûye. Binêre li * rûp.: 134
  7. Birêz Huseyînê Elî (Tolan),di sala 1941 de li gundê Şimzê ku bi qeza Qubînê (Beşiri) ve girêdayibû çêbûye. Binêre li * rûp.: 134
  8. Birêz Hesenê Xelef-Aral, li herêma Xerzan/Sêrt-gundê çêbûye.
  9. Birêz Îskanê Birahîm…….
  10. Û hwd.

 

*Çavkanî:

1 Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne (K.t.2000)

2 Emir Celadet Bedirxan û Roger Lescot- Gramera Kurdî (Bi Almanî) Kurdisches Institut 1986 Bonn-Rûpel:306: (Ev jî hatiye girtin, ji ber kovara Hawar;N.54;15.04.1943)

3  Dr.Eskerê Boyîk, Êzîdiyatî Mîrzikê Zaza , -Dengê Êzîdiyan.Oldenburg 2006

4  Aydin Ronak, di Kovara Roj hejmar 2 rûpel:37-41

https://krd.riataza.com/2017/07/22/serpekhatiya-38-ezdiyen-ji-malbata-misto/

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev