Xweşbînîya du ronakbîrên me ser rewşa Rojava

Xweşbînîya du ronakbîrên me ser rewşa Rojava

PAŞEROJA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

 

Arif Zêrevan

 

1. Herêma ewle dê di bin kontrola hêzên nêvneteweyî de be.

2. Semayê Rojavayê Kurdistanê dê ji balafirên êrişkar re qedexe be.

3. HSD dê hêzeka eskerî ya meşrû be.

4. Rojavayê Kurdistanê dê xudana bîrên xwe yên petrolê be.

5. Cografyaya Rojavayê Kurdistanê dê heta Dêrezorê fireh bibe.

6. Trump, general Mezlûm Kobanî vexwend Washingtonê.

 

 

ROAVAYÊ KURDISTANÊ JÎ DIBE WEK BAŞÛRÊ KURDISTANÊ!

 

Laleş Qaso

 

Bi rastî jî min ewqasî ne texmîn kiribû û ne jî zanîbû ku kurd bi miletî di çavên endamên Kongeraya Emerîkayê de ewqasî henûn, ciwanmêr, miletekî mezlûm, û tirk û ereb û faris jî zilmeke mezin li wan dikirin!
Îro ez ji ber televiyonan ranebûm û min heta bi dawiyê li endamên Kongreyê ku nûnerê Trump ê Sûriyê James Jeffrey, çawa ji hev re diavêtin nerî û hey nerî!!

Ez giham wê bahweriyê ku Erdogan, Trump û ekîba wî kirîne. Tiştê ku rû dane ne politîka Emerîkayê bûye.

Endaman tirk bi dagirkeriyê bi nav dikirin. Hemiyan bahwerî pê anîbûn ku artêşa tirkan kurd di qetliamê re derbas kirine. Him ji xwe tarîxa qetliamên kurdan jî digotin. Hemiyan dizanîbûn ku bi vê êrîşa tirkên barbar, kurd bi zêç û zar û bi sed hezaran ji cih û warên xwe bûne! Ma çi nedigotin!

Çend kes ne tê de endamên Kongra Emerîkayê bi carekê ve bi kurdan re ne. Kurdan li dij berjewendiyên xwe nabînin. Û ew endamên Kongreyê ne ku wê ji Sûriyê re Qanûna Bingehî li qelemê bidin. Dîsa ev Kongre bû a ku ji Elmanyayê, Japonyayê û Iraqê re Qanûna Bingehî amade kiribû.

Îcar we zanîbû ku ev hemû hinera lobiya cihûyan bû! Tu her hebî Israîl!

Em kurd divê çi bikin?

Her kurd divê ji endamên parlamentoya Îsraîlê re nameyan bişînin û sipasiya wan bikin. Û destekê ji wan bixwazin. Ba cihûyan pir tişt e ku kurd wan bi bîr bînin!

Kurd divê her tiştê xwe deynin meydanê, bi emerîkî û ewrupiyan re têkiliyan deynin û destekê ji wan bixwazin. Em xurt in. Ku em xwe bidin ser hev, kes ji me xurttir tune, ewqas!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev