Pirtûkeke delal ji berpirsê Radyoya Aştî Hecî Kardoxî

Pirtûkeke delal ji berpirsê Radyoya Aştî Hecî Kardoxî

Serpêhatîya Mîrze

(Ji devê kurê wî Hecî Mehfûz)

 

Hecî Kardoxî pêşgotina pirtûka xwe ya di weşanxaneya APECê da çapbûyî, ya bi naverokeke balkêş û bi wêneyên dîrokî va xemilandî ha destpê dike:

 

Sipasî û çend gotin

 

Dema min xwest vê serpêhatîyê binivîsim, ji ber çend sedeman bûn. Sedemek ew bû ku min dixwest ev serpêhatî bibe weke pirtûkek û di 100 saliya tradejiya qirkirina gelê ermenî de sala 2015an bikeve ber destê xwendevanan. Ji ber ku serpêhatî li ser trajediya sedsalê ye. Lê pir mixabin ji ber hindek egeran ez negiham ku serpêhatiyê çap bikim. Ji ber vê yekê ez xemgînî û lêborîna xwe dixwezim. Her çiqas bi derengî be jî, ev serpêhatiya Mîrze bû weke pirtûk, ji windabûnê rizgar bû.

Ez li vir ji dil sipasiya rêzdaran Têmûrê Xelîl û Alî Çiftçî – serokê weşanxaneya APECê – dikim ku di tûjandina vê pirtûkê de alîkariya min kirin.

Herweha sipasiyeka ji dil bo hêja Hacî Mehfûz û Mensûrê kurê Mîrze dikim ku bûn bingeh û çavkaniya vê serpêhatiyê. Sipas ji bo mazûvaniya Hacî Barî ji gundê Mîrze, gundê Sisnûtê em bi dilgermî pêşwazî kirin di dema ku min xwest li gundê ku Mîrze lê hatiye dinê û min karî li wir hindek lêkolînan bikim.

Bi hêviya ku xwendevan ji vê serpêhatiyê çîroka diltezîn ya Mîrze sûd werbigirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev