ZARÊN ROJAVAYÊ

ZARÊN ROJAVAYÊ

Li her derên dinyayê dilê her kesî bo rewşa kurdên

Rojavayê Kurdistanê dişewite. Dilê helbestvana me a ji Ermenîstanê jî…

 

Hinara Tajdîn

 

Min tesele bû dengê zarên Rojavayê
Kerr bûn, neketin min ra ew gale-galê,
Xeyîdî bûn ew neheqîya dinê
Çawa avîtibûn ew nav gola xwînê.

Çevên min tije hêsirên giran
Ez mabûm sêwî û mabûm dêran,
Kî ra ez bikim hewar û gazin
Mafê mirova ez kî bixwezim?

Çar yaliya însan me dixapînin
Movkê pişta me, me diqetînin,
Her ro, her gav bi gilîyê xwey germ
Ne wan şeref e, ne jî li wan şerm.

Ew me davêjin gêjgerîna da
Nava de`w, doza li wê qurnê da,
Mîna Çara Pîra Fate axirzemana
Dil tije xem, kul e li dem, dewrana.

Dikim û nakim ber derbê şûra
Nikarim azakim ez wan hêsîra,
Erd û ezman tev girtîye mij, dûman
Me unda bûye weleh ew guman.

Wekî wê rokê li erşê hêşîn
Hêsrê ezmana wê bike xuşîn,
Dev û dorê me paqij be, gul de,
Dergê cinetê wê me jî vede.

Emê jî mîna gele mileta
Lev xin şabûna çepil û desta,
Weleh bibin, xweyê mafê xwe,
Dest bînin azadî û aşitîya xwe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev