Çîrokên Înan Eroglu bi navê “Têbîniyek” çap bû

Çîrokên Înan Eroglu bi navê “Têbîniyek” çap bû

Yekem berhema nivîskar

 

Ji çîroka “Têbîniyek”

 

“Dilê min ji min re dibêje rahije qelem û tim binivîsîne. Lê ez ê

nenivîsînim. Na, divê nenivîsînim.” Tu carî min newêrî ji bavê xwe

bipirsim ka çima divê nenivîse, ji ber ku ditirsiyam bertekeke tund

bide min û dilê min yekcar jê bimîne. Lêbelê çend caran min jê pirsî

ka niyeta wî heye kitêbekê binivîse yan na. “Na,” got, wekî ku tê

texmînkirin.

 

Her carê jêgirtineke ji Kitêba Nenivîsandinê dixwend û diyar dikir ku nivîsandin însanan bêhtir meyildarî îxanetê, xapandinê, durûtî û derewkariyê dike. Min dîsa nediwêrî bibêjim nexwe tu kitêbên îxanetkar, xapîner, durû û derewkaran dixwînî. Dikaribû bigota ku hîn umrê te têr nake ji bo ferqa navbera xwendin û nivîsandinê bizanî.

 

Bavê min ne sax e jê bipirsim ka umrê min niha têr dike ji bo zanîna vê ferqê yan na. Ji ber ku hîn jî wekî berê difikirim, gelo hîn ji umrê min re maye? Nizanim. Tişta zanim ew e ku bavê min çi car di xwendina kitêbekê de destê xwe di nav kincê xwe re rakira û jêr stûyê xwe bixwiranda, min wisa dizanibû ku bi eşqeke nivîsandinê ketiye lê dê tu carî nenivîse. Heye ku di xwendineke wisa de bûbe têkçûyiyê vê eşqa xwe ji bo ku vê hevokê binivîse?

 

Têbîniyek

Înan Eroglu

(Çîrok)

ISBN: 978-605-2246-47-4

19.5×13, 112 rûpel Fiyat 18tl

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev