Civîna ”Kurmancî”yê a 65an

Civîna ”Kurmancî”yê a 65an

Rênas Awdal, 

endamekî Koma KURMANCÎyê

 

Civîna Kurmancîyê ya 65an di navbera rojên 26ê Çiriya pêşî heta 5ê meha Çiriya paşî li Zanîngeha Zaxoyê tê kirin. Rêkxer, sponsor û piştgir Zanîngeha Zaxo ye.

Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Rênas Awdal (Zaxo), Fazil Omer (Duhok), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ismail Şahîn (Sêmêl),  Lezgîn Çalî (Barzan),  Xosro Ebdulahî (Selmas), Newzad Hirorî (Duhok), Selam Numan (Qamîşlo),  Zinar Soran (Dêrik), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Eyub Kiran (Siwêrek), Umîdê Mistefayê Celalî (Bazîd),  Abdulwehab Xalid Musa (Duhok).

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6

”Kurmancî” zaravayê piraniya Kurdên Kurdistanê û yên dervayî welêt e. Ji Çiyayê Kurmancan li ser kendava Îskenderûnê bigire cemaetên kurd ên Xorasana Îranê, Ermenîstanê, Qazaxistanê, Turkmenistanê û tevaya Qafqasyayê, li Kurdistana Bakur û Rojava, Rojhilat û Başûr tê peyivîn.”

Weha di pêşgotina pirtûka Kurmancî ku ji hejmar 1-40 pêktê, birêz Kendal Nezan serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da hatiye gotin: Wekî piranîya dunyayê di kurmancî da jî gelek devok hene. Her devokek ji ya din cihê ye û taybetmendîyên wan hene. Ew li gor jiyana civakî ya xelkê li dever û navçeyên xwe tên cihê kirin. Lê di eynî wextî da girêdan bi zimanên cîran re heye. Lê herçend ku zimanên kurmancî di xwendingehan da jî nayê xwandin û kurmanc dikarin bê asteng ji hevûdu tê bigehin. Birêz Kendal Nezan herwiha dibêje: ”Ev bi xwe, li gora hin zimannasan, mûcîze ye: çawa zimanekî bê dewlet, bê xwendegeh û bê medya ciddî karibûye di hoyên siyasî yên pirr dijwar da xwe ewqas biparêze?”

Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran e: berhevkirina gotinên di devokan da heyî, zelalkirina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîlêgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye. Kurmancî ji komek/grupek zimanzan û roşinbîrên kurd ji deverên cihê yên Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê. Piranîya wan ji ber gelek egeran/sedeman ji derveyî Kurdistanê jîyana xwe derbaz dikin. Gelek ji wan li Swêdê rûdinin.

Heta niha 64 hejmarên Kurmancîyê hatine weşandin. Hejmar 1-40wek pirtûk hatîye weşandin. Civîn her şeş mehan carekê li welatekî çê dibe.

 

Bernameya babetên me yên civînê ev in:

 

Peyvên berîya Mêrdînê (Hemîd Kilicaslan)

Hin peyvên kêmnas-nenas (Reşo Zîlan)

Peyvên kêmnas an nenas yên devera Bedînan (Lezgîn Çalî)

Hinek heywanên navê wan bi kurd û Kurdistanê hatine binavkirin (Eyub Kiran)

Erd, av û hewa di devoka celalîyan de (Umîdê Mistefa Celalî)

Peyvên Zaxoyî (Rênas Awdal)

Hin peyv ji ”Zargotina Kurda” (Zinar Soran)

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev