Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim

Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim

Di Navbera Mêjû û Efsaneyê da
Elî Teter Nêrweyî

 

Lêkolîna Elî Teter Nêrweyî a li ser serhildana Kela Dimdimê bi navê “Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim Di Navbera Mêjû û Efsaneyê de” çap bû.

Kela Dimdim û serhildana Emirxanê Lepzêrîn yek ji rûpelên zêrîn ê tarîxa kurd û Kurdistanê ye. Li ser vê serhildana ku yek ji nîşane û nimûneya herî mezin a xweragirtin û xweavakirina neteweyê kurd e, heta çend salên dawî bi zimanê kurdî zêde lêkolîn nehatine kirin, Kela Dimdimê bêhtir di çarçoveya folklor û edebiyata devkî de maye.

Bereksê kurdî, hê wî çaxî (1609) çavkaniyên girîng ên farisî hene. Yek ji van “‘Alem Araya ‘Ebasî” ya Eskender Begê Turkmen Munşiyê Şah Ebas ku nivîskar bixwe di yekem dorpêçkirina Kela Dimdimê de pişikdar bûye. A duyem “Ruznameya Mela Celal” e ku nivîskar munecimê Şah Ebas e, pir nêzîkî wî ye û pê re pişikdarî gelek şeran bûye. Herdu jî wek romanên tarîxî dorpêçkirin û şerê kelê, xweragirtin û berxwedana Emîrxanê Biradostî pir xweş radixin ser rûpelan.

Elî Teter Nêrweyî ligel wergera beşên li ser şerê Kela Dimdim ên van herdu kiteban, pêdaçûyinek di mêjûya Sefewiyan de dike, berê me dide pêwendiya kurd û sefewiyan a berî şer, bi tafsîlat li ser hersê serhildanên Dimdim, komkujiyên piştî şer, guhertina demografya Kurdistanê û qirkirina Mukriyan disekine.

Di beşa dawî a kitebê de kevintirîn beyta Dimdim a Feqiyê Teyran ku bi serhildanê re hevçerx e, beytek ji devera Dihokê û du stranên li ser Dimdim jî hene.

Emîrxanê Lepzêrîn û Kela Dimdim
Di Navbera Mêjû û Efsaneyê da
Elî Teter Nêrweyî
Tîpguhêzî û Adaptekirina Kurmanciya Bakur: Ferdî Sak

ISBN: 978-605-2246-51-1
21.5×13.5, 208 rûpel 24 TL

 

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.instagram.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev