”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -7

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” -7

Malpera me bi awayê rêzenivîsê berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî çap dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bineghê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Îro em beşek ji berdewama berhema zanyarî ya bi sernavê ”Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê” çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

V. Vêrtyayêv

M. Rewandî-Fedaî

 

Kurd û Kurdistan di raporên dîplomat û leşkerên Rûsîyayê da (1732–1917)

 

”Bi saya warê xwe yê erdnîgarîyê dîrokê ji kurdan ra qedera eşîretên rexsînor saz kirîye, û ew şert di nava giyana kurdan da nîşanên wisa saz kirine, ku wana ji cînarên xwe dide cudakirin: hezkirina bê hed û hesab di hindava serxwebûnê da, serbilindîya eşîrtîyê, kubarîya bona esil û esasê xwe, şervanî, girêdana bi eşîra xwe ra, berxwedana bona parastina nirxên xwe, mêla li ser ecêbên xweş”.

 

Ji rapora kapîtanê Barêgeha sereke ya Împêratorîya Rûsîyayê A. V. Bênzêngr. 1911 s.

 

Ji destpêka sedsala 20î raporên dîplomat û leşkerên rûs ji Stembolê, Tehranê, Erzurumê, Wanê, Bidlîsê, Bazîdê, Bexdayê, Tewrêzê, Ûrmîyê, Xoyê, Soûcbûlakê, Kêrmanşahê çavkanîyên giring in bona lêkolînên li ser dîrok, erdnîgarî, êtnografîya gelê kurd.

Di dema sedsala 19an û destpêka sedsala 20î zanyar û rêwîyên Rûsîyayê, ku piranîya wan ser karên leşkerî û dîplomatî bûn, yên wek A. Î. Îyas, A. V. Bênzêngr, P. A. Tomîlov, A. M. Kolûbyakîn, M. D. Lîxûtîn, P. Î. Avêryanov, A. V. Karsêv, înformasyonên ser kurdan berev dikirin û diparastin. Ji wana xwesma lêkolînên ciddî yên îranîst û kurdzanê Rûsîyayê yê binavûdeng V. F. Mînorskî kûrfikir û kêrhatî bûn, yê ku li Tirkîyê û Îranê ser karê dîplomatîyê bûye. Xwendina bêhempa û zanebûnên pir yên derheqa herêma ku lêkolîn ser tê kirinê, bi hemû taybetmendîyan va, konsûlê berê yê li Ûrmîyê V. P. Nîkîtîn, xudanê lêkolîna fûndamêntal “Kurd”, ku cara pêşin sala 1956an li Parîsê ronahî dît, wî kirin zanyarekî mezin. Belgeyên arşîvan yên derheqa pirsgirêka kurdan da ji dema Împêratorîya Rûsîyayê û YKSS li Arşîva sîyaseta der ya împêratorîya Rûsîyayê (ASDÎR), Arşîva sîyaseta der ya Rûsîya Fêdêral (ASDRF), Arşîva leşkerî-dîrokî ya navbendî ya dewletê (ALDND), Arşîva Dewletê ya Rûsîya Fêdêral (ADRF),  Arşîva dîrokê ya Rûsîyayê ya dewletê (ADRD), Arşîva dîroka sosîalîyê-sîyasetê ya Rûsîyayê ya dewletê (ADSSRD), Arşîva dîroka here nû ya Rûsîyayê ya dewletê (ADNRD), Arşîva leşkerî ya Rûsîyayê ya dewletê (ALRD), Arşîva Akadêmîya Zanyarî ya Rûsîyayê (AAZR), Arşîva dayîreya federal ya qulixkirina ewlekarîyê ya navbendî (ADFQEN), Arşîva belgeyên sînemayê û fotoyê ya Rûsîyayê ya dewletê (ABSFRD, Arşîva nevbenda destxetan a Gurcistanê a miletîyê (ANDGM) û cîyên din têne parastinê.

Li arşîva dîrokê ya dewletê ya navbendî li Sankt-Pêtêrbûrgê (ADDN SPb) belgeyên şexsî yên serleşker û dîplomatên rûs yên binavûdeng, herwiha nameyên mîsyona dêra Rûsîyayê ya ortodoks li Ûrmîyê hatine berevkirinê. Di wan da malûmatî hene derheqa karê mîsyonerên rûs û yên welatên dereke yên xaçparêz li Kurdistanê, înformasyonên derheqa aşûrîyan û nêstorîyanan da ku li rex kurdan diman.

 

Arşîva Wezareta karên der ya Împêratorîya Rûsîyayê salnivîsarîya xwe ji sala 1721ê destpê kirîye, lê malûmatîyên derheqa kurdan da li wir pir hindik in. Cara pêşin ”faktora kurdî” di pêwendîyên dîplomatî yên Rûsîyayê-Tirkîyê da sala 1732an dîyar bû.

 

Him di fondên wezareta karên der ya Osmanîyê, him jî ya Împêratorîya Rûsîyayê da malûmatî hene derheqa wê yekê da, ku du qutî bi pereyan va û kitêbên bi îvrîtî vegerandine rûsekî nenas, ku ew xwedîyê wan bûye û ew ji konsûlxaneya Rûsîyayê ya Stembolê şandine Helebê, lê di rê da kurdên ji eşîreta Millî dest danîne ser, ew zevt kirine. Eleqeya vê bûyerê ya rastene bi pêwendîyên rûsan-kurdan ra tune, lê îzbateke giranbuha ye, ku di nîveka pêşin a sedsala 18an da eşîreteke kurdan a bi navê Millî hebûye.

Xurtbûna zevtkarîya Împêratorîya Rûsîyayê li başûr-rohilata Pişkavkazê, ku wê demê axa Farizistanê bû, û êrîşên zevtkarîyê yên pêşin di salên 1722-1723an da, piranî bi meremên qiral Pêtrê 1ê va girêdayî bûn, ku hewil dida çemê Xezerê bike bin destê xwe û riya tucarîyê ya ji Ewropayê ber bi Hindistanê veke. Kurdistan di çavkanîyên rûsan da girêdayî bi wê yekê va tê bîranîn, ku di salên 1732-1733an da ew dîsa bû erafê şerê Farizistanê û Tirkîyê, ku di wî şerî da artêşa osmanyan dor li Kerkûkê û Kêrmanşahê girt, ew kire nava hesarê. Lê artêşa Farizistanê di şerê rex Dîyarbekirê da şikest, û farisan ”xwe li revê girtin û berê xwe dane çiyayên kurdan”1.

”Belgeyên komîsyona Kavkazê ya arkêologîyê” ya bi 13 cildan, ku ji sala 1866an heta sala 1904an çap bûn û weşana belgeyên fermî ya arşîva Serwêrtîya sereke ya nûnerê Kavkazê yê qiralê rûsan bû (heta sala 1905an nûnerê qiral di eynî wextê da serekqumandarê leşkerî yê herêma Kavkazê bû), ji bo dîrokzanan balkêş in. Di wan da nameyên leşkerî û dîplomatî hatine berevkirin, ku derheqa Kavkazê û Pişkavkazê da ne di dema ji sedsala 16an heta nîveka pêşin ya sedsala 19an. Di wan da belgeyên bi zimanên gurcî, ermenî, rûsî, erebî, farisî û tirkî hene.

Malûmatîyên derheqa kurdan da herwiha di çavkanîyên dîplomatên Sovyet yên nîveka pêşin a sedsala 18an da hene, li wir em rastî malûmatîyên derheqa eşîretên koçer da tên, ku beşeke mezin ya artêşa farisan bûn. Dîrokzanê Rûsîyayê yê sedsala 19an P. G. Bûtkov dinivîse, ku ewana pareveyî li ser çar beşan bûbûn: “1. Eşîretên turkmenan, ku di wan da 41 malbet hebûn, wek binemalên Efşaran û Qeceran. 2. Eşîretên kurdan, ku 10 malbet diketine navê, wek binemala Zend a binavûdeng. 3. Eşîretên lûran, ku di wan da 6 malbet hebûn (Fêylî û Bextîyar). 4. Eşîretên ereban, ku di wan da 4 malbet hebûn”2. Li vir cara pêşin tê gotinê, ku kurdên ji berrîya Mûxanê bûne hemwelatîyê Rûsîyayê, ku ”ji sala 1928 heta 1932an li wir bûn, dema Geylanî teslîmî Tahmasp şah bû”3.

Bûtkov di nava kurdên binavûdeng û berbiçav da Kerîm-xanê Şîrazê yê ji binemala Zend bîr tine, yê ku “sala 1757an, gava leşkerekî kurdî sade bû, di dema Nadir şah da bi saya hêza xwe a xurt bi nav û deng bû, li Şîrazê bi cî bû. Piştî mirina Nadir şah wî şah Îsmaîlê di temen da biçûk ji binemala Sefewîyan anî ser text, lê piştî mirina wî ew 20 salan (1759-1770) di bin navê sade “wekîl” hate ser textê qiralê Farizistanê, rezîdênsiya wî li Şîrazê hebû, şexsekî mêrxas, zane û merd bû, 32 salan bi aqilane serkarî kir, lê ne xwendin zanibû, ne nivîsar, text û tacê qiralîyê bi serketî, hinkûfî qiralê Rohilatê, diparast”4.

Sala 1756an di çavkanîyên dîrokî yên Kavkazê da herwiha eşîreta Şikakî jî tê bîranînê: “Ev miletê koçer, kurd, weke 7-8 malbet in, karê heywanxwedîkirinê û leşkerîyê dikin. Xanê wan bi xanê Tewrêzê va girêdayî ye5”6. Xênji wê, sala 1757an li rojnameya ”Nûçeyên Sankt-Pêtêrbûrgê”, di gotara derheqa dawîhatina şerê Tirkîyê-Farizistanê da em cara pêşin di çapemenîya Rûsîyayê da rastî nûçeya derheqa rêberê kurdan Selîm-paşa tên, ”ku xudantîyê li gelê kurd dike û bangî Bîlbas dike”7.

 

Qumandarî di Serketina Rûsîyayê himberî Împêratorîya Osmanîyê da ne tenê keda kurdan şêkirand û qîmet kir, lê herwiha ya xaçparêzan jî, ku li rex kurdan diman.

Ji çakanîyên dîplomatî yên sedsala 19an xuya dibe, ku dema Şahê Farizistanê Abbas Ûrmîye zevt kir û ew kire herêmeke Farizistanê, aşûrîyan biryar kirin di bin “hukumdarîya kurdan” da bimînin û ji wê demê ew hatin binavkirin wek kurdên aşûrî. Tê gotin, ku heta 20 hezar malbetên aşûrîyan gihîştine kurdan. Di bin “hukumdarê kurdan” da dihate fêmkirin Ahmed-xanê (1593-1637) ji binemala Benî Erdelan. Nûnerên wê binemalê, ku heta nîveka sedsala 19an serokatî li Erdelanê kirine, dihatine binavkirinê wek welîyên Kurdistanê (şaredern wilayetê) û, wek ku ji çavkanîyên rûsan xuya dibe, ewana wek rêber bûn, yên ku di anîna şahan ser text roleke giring lîstin. Welîyê Kurdistanê li Farizistanê xwedî nîşanên xwe yên taybetî bû: di dema nave qiralîyê li şah dikirin, ewî xişirên ji du almazan girtibû destê xwe, û heta ew negota ku şah hêja ye bibe qiral, ew nikaribû bibûya.

Di destpêka sedsala 19an beşa Kurdistanê a bakur di hêla sîyasî da bala Împêratorîya Rûsîyayê kişand. Rûsîya dema hewil dida bi kîsî axa Pişkavkazê erdê xwe bide firekirinê, herwiha fêm dikir, ku wê pêrgî dijderketina berjewendîyên Tirkîyê û Farizistanê bê. Xantîyên kurdan, bi bawerîya dîplomat û leşkerîya Rûsîyayê, di wan deman da hema bêje di şertên serxwebûna tam da kar dikirin, lê di eynî wextî da di nav wan da perçebûn hebû. Anegorî nivîsên rêwîyên rûs, ku di nîveka pêşin a sedsala 19an da kêm caran seredana Kurdistanê dikirin, welat pareveyî ser çar beşan bûbû: Kurdistana Rohilatê (Erdelan), Kurdistana Bakur, wisa xuya ye ku paşalixîya Bazîdê bû8, Kurdistana Roavayê û ya Başûr, ku çend çavkanîyên rûsan destnîşan dikin, ku “Kurdistana rasteqîn” hema Erdelan e.

 

Di destpêka sedsala 20an zevtkirina Êrîvanê û Naxçiwanê firsend dida Farizistanê bêy tu astengîyan tesîra xwe ya sîyasî li ser tevaya Kurdistana Bakur bide belakirinê, û xwesma jî ser paşayê Bazîdê û kurdên Bazîdê.

 

Anegorî nivîsên leşkerîya Rûsîyayê, di wan deman da paşalixîyên Erzurumê û Mûşê, herwiha xantîya Dêrsimê, ku hukumê tu kesî qebûl ne dikir, di nava Kurdistana Bakur da bûn. Lê paşalixîyên Diyarbekirê û Mûsilê diketine nava Kurdistana Başûr.

Destpêka pêwendîyên di navbera rûsa û kurdan da sala 1804an mîr P. D. Sîsîanov danî, yê ku bi rêberê kurdên Êrîvanê Huseyn axa ra dikete nava têkilîyan. Erkê leşkerên rûs ew bû, ku wisa bikin, ku di destpêka şerê Rûsîyayê-Farizistanê (1804-1813) da kurd tevî şêr nebin, û dema yekkirina Gurcistana rohilatê bi Rûsîyayê ra nebin asteng. Sîsîanov ferman da êrîşî navenda xantîya Êrîvanê bikin, bona xanê Xoyê Ceferkulî ji wir derxin, yê ku li wir hewil dide hemwelatîya Rûsîyayê bi dest xe. Xan bi riya zawacê merivê paşayê Bazîdê bû, û bi saya wê yekê ”bi leşkerên kurdan va bi hêz bû, yên ku ne hemawelatîyên Tirkîyê bûn, ne jî yên Farizistanê”9. Sîsîanov bi heqî ser wê bawerîyê bû, ku kurdên Êrîvanê, ku Ceferkulî bi wan ra koçertî dikir, wê tu caran bêy şer wî nedin. Li der û dorê Kor-Oxlîyê çarsed malbet bi serokatîya Ceferkulî derketin pêşberî taxbûra rûsan. ”Zivistan bû, piştgirên Cefer, ku lezo-bezo berev bûbûn, ne pez û dewar bi wan ra hebûn, ne nan hebû û ji westandinê kesirîn û di ser da jî serma kirin. Leşkerên rûs û kazak, ku bi xwe jî di nava berf û bahozê da bûn, zaro digirtine destê xwe û kincên germ davîtin ser jinan, xurekê xwe bi wan ra parvedikirin. Qumandarê taxbûrê Nêsvêtayêv weke ku xwest nimûneya dilovanîyê nîşanî leşkerên xwe bide, hespê xwe da nexweşan, bi xwe heta sînor peya çû10. Sebebê ku Ceferkulî dixwest bibûya hemwelatîyê Rûsîyayê rewşa kambax ya merivên wî bû û heta niha jî bona dîrokzanan ne zelal e ka sebebê sereke çi bû.

Wê demê Huseyn axa, ku mîrlaw Sîsîanov hewil dida pêwendîyan pê ra dayne, dij derket ku bi leşkerên rûs ra bikeve nava hevkarîyê û ”bi tevaya barê xwe, pez-dewar û merivên xwe va” cîguhastî paşalixîya Qersê bû. Lema jî welîyê Kavkazê mîrlaw Gûdovîç, ku piştî wê yekê hate ser wî karî, dema mîrlaw Sîsîanov li rex Bekûyê ji alîyê alîgirên şahê Farizistanê da bi nemerdî hate kuştin û sere wî jê kirin, Ceferkulî bi hilbijartina kurdên Êrîvanê kir serokê wan hemû erdan, ku berê di bin destê Huseyn da bû.

Ji qumandarîya Rûsîyayê ra lazim bû bi kurdên Êrîvanê ra ziman bibîne, ku di navbera wan da hevdufêmkirin hebe, ji ber ku li herêmê bi jimara xwe va herî pir ew bûn. Ber serokên kurdan pêşnîyar dikirin bi dilxwezî bibine hemwelatîyên Rûsîyayê. Soz didan warên zozanan bidin wan, bona bikaribin jîyana xwe ya koçerîyê berdewam bikin. Bi wê ra tevayî jî leşkerîya Rûsîyayê hewil dida bi şerên ser axa wan wana aciz neke. Lê dîsa j piranîya kurdan ne xwestin ”bikevin di bin hukumê qiralê rûsan”, di eynî wextê da di şeran da piştgirîya tu alîyekê ne dikirin.

 

Çavkanî:

1) Bûtkov P. G. Nivîsên bona dîroka nû ya Kavkazê, ji sala 1722 heta 1893an. Cild 1. SPb., 1869. Rûpel 115.

2) Bûtkov P. G. Nivîsên bona dîroka nû ya Kavkazê, ji sala 1722 heta 1893an. Cild 1. SPb., 1869. Rûpel 244.

3) Dîsa li wir. Rûpel 92.

4) Dîsa li wir. Rûpel 247.

5) Navê berê yê Tebrîzê (Tewrêz) li Îranê.

6) Bûtkov P. G. Nivîsên bona dîroka nû ya Kavkazê, ji sala 1722 heta 1893an. Cild 1. SPb., 1869. Rûpel 243.

7) Nûçeyên Sankt-Ptereburgê, 1757, ê tebaxê.

8) Paşalixîya Împêratorîya Osmanîyê bi rêberîya paşa.

9) Belgeyên ku komîsyona arkêografîyê ya Kavkazê berev kirine. Cild 1. Tîflîs, 1866. Rûpel 132.

10) Belgeyên ku komîsyona arkêografîyê ya Kavkazê berev kirine. Cild 2. Tîflîs, 1868. Rûpel 630.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev