Serpêhatî û Qewlê mele Ebûbekrê Cizîrê

Serpêhatî û Qewlê mele Ebûbekrê Cizîrê

Kemal Tolan, êzdîzan

 

Di wextekî de, hinga ku spî zahf di merivan de hebûn, mêrkê hewêrî yê gavan, êvarê gava hate malê, jina wî gotê: -filankes, xwê û sabûna me ne maye. De rabe here bajarê Cizîrê, ji me ra hinek xwê û sabûn bîne.

 

Mêrkê gavan gote jina xwe:

 

Heyran, tû dizanî, Mele Ebûbekir di bajarê Cizîrê de bi çilse, qelfeye û fermanê Êzdiya radike. Li Êzdiyan digere û dêje, gava ez yekî Êzdî bikujim, weke ku ez  heft caran herime hecê û bêm.

 

Jinik dêje mêrê xwe: -Kuro, qey mele Ebûbekirê Cizîrê te ji kur nasdike ?

 

Gavan heta dû sê rojan kir û nekir, jinikê tu rehetî ne dayê. Radibe rojekê radêje çermê çêleka xwe û berê xwe dide bajarê Cizîrê. Gava çu gihîşte ber çisir, mêrkekî Cizîrê rastî wî hat û gotê: -Ha mirîdo, tû bi kur ve diçî?

 

-Gavan got: -Tû dibînî ez diçime Cizîrê.

 

Mêrkê Cizîrê gote gavan: -Welle, mele Ebûbekir vêga ji benda cisir vegeriya, hisra, cimcim û gumgumek di destê wî de bû. Çil feqî yên ku her yekê baltayek di destên wan de bû jî, li pey diçûn. Welehî ku ew te bivîne, ewê te bikuje.

 

Mêrkê gavan got: -Wellehî eger ew Şêx Mendê ku min gazî kiriyê û gotiyê, ya Şêx Mend, piştî Xwedê, baweriya min bi te tê û ku tû min ji vê belayê xilaz nekî, ez hew bi te bawer dikim, bangî te nakim û li pey te jî hew têm. Ezê herim….

 

Mêrkê gavan çû, çermê çêleka xwe firot, pêdiviyên mala xwe kirîn, bi lez ji bajarê Cizîrê derket û vegeriya ku were malê.

 

Di peyra hinekan çûn ji mele Ebûbekir ra gotin û mele Ebûbekir kete pey gavan. Mele Ebûbekir çû, li ber cisrê mêrkê gavan dît û gazî kirê got, welehî tû ji ber destên xelaznabî!

 

Hinga gavan dengê mele Ebûbekir bihîst got, ya Şêx Mend haware, ev gehîşte min! Ya min û te jî ev kêliye!

 

Gava mele Ebûbekir gihîşte gavan, hisrayê xwe bi herdû destan bilindkir, kir ku daweşîne gavan, mêlên mele Ebûbekir li jor man û ne hatine xwarê. Mele Ebûbekir serê xwe bilindkir, hevraz bû li destên xwe rihênt, delalê dilê min Xwedê, perde da ber çavên mele Ebûbekir û ewî di perdê de wênê erş û kursî dît. Mele Ebûbekir serê xwe berjêrkir, li ser erdê ga û masî dît. Hew dît ku hisrayê wî ji destên wî kete xwarê. Mele Ebûbekir xofkir, rabû çengek zêr ji berîka xwe danî, dane destên yê gavan û gotê , de tû încar bi oxura xwe va here.

 

Di vê navê ra feqe jî hatin, gihîştine mele Ebûbekir  û gotinê, tû wî ji me ra bihêle,  emê wî bikujin!

 

Mele Ebûbekir gote feqiyan, na jê bigerin, bila ew here.

 

Feqî jî acis bûn û gotine mele Ebûbekir, ka te fermanê Êzdiyan rakiribû û te digot, kî Êzdiyekî bikuje, ewê here cinetê..

 

Mele Ebûbekir, bi ser feqiyan de hêrsbû û got, ez ji were dêjim, jêgerin , qîma min nayê û li pey wî meçin.

 

Gava feqî ji pê gavan neçûn û bala xwe dane mele Ebûbekir, mele Ebûbekir dest bi gotina vî ilmî kir:

 

Ez minetkar im ji minetê,

ez vavartim ji destê şiretê,

el hemdilah şikir, ez dame ser pişka şêxê Sinetê.

 

Ez minetkarim ji Mîra

Ez vavart im ji destê xenzîra

El hemdilah û şikir , ez dame ser pişka Şêxan û Pîra

 

Feqiyan bibevra gotine mele Ebûbekir, kuro tû çi dibêjî? Tû meleyî, te li ser derê hemî camiyan, fermanê Êzdiyan dalqandiye û tû vêga qewlê Êzdiyan dibêjî.

 

Mele Ebûbekir berdewam kir û got:

 

Ez minetkarim ji Adiya,

ez vavart im ji destê raviya

El hemdilah şikir, te ez dame desta Şêxê Adiya

 

Ez ji Adiya minetkar im,

bi şêx, pîr û merebî ez pênc bar im,

er hemdila ji navê Şêx Adî ra,

min dît ku xindkar im,

 

……….. Alem, ji wir ve tên û feqiyan got, gidî werin, bi Xwedê ev mele dîn buye.

 

Rêza 4 dûbare dike

 

Xalisê mestê sikan im,

ez ji yekmînê kasan im,

ez hêsîrê şêx Mendê Fexran im.

 

Ez çi direke lend im,

û alimekî hinurbend im,

Mîrê mezin ez li jor dixwend im,

Ez hêsîrê Qere Şêx Mend im.

 

Min çi direke xwe ye lend dî,

min di zahir de Qere Şêx Mend dî,

Min di batin de Padşayê xwe yî hunerbend dî.

 

Axaftin: Ezîzê min , perde ji ber çavên wî hilanî, erş, kursî û ga masî dît.

 

Dewrêşekî bab zer im,

Ez alimekî qelender im,

Ez hêsîrê qere şêx Mendê teter im.

 

Feqiyan û alemê got:  Kuro ne tû Meleyî . Te dev ji ilmê Şerîf berda. Tû niha qewlê Êzdîyan dibêjî, tû dîn bûyî çi hewala te ye?

 

Mele Ebûbekir gotina xwe ne birî  û got:

Ez çume meydana hil a

Hate pêşiyam êrîşa sofî, feqî û mela

Go ha Mela tû bisilman nabî ?

Min go, na welleh

 

Feqiyan û alemê got:  Kuro ne tû Meleyî . tû çi dibêjî?

 

Ez çume meydana hil a

Min borê xwe weşand ,

Hate pêşiyam êrîşa sofî, feqî û keşan

Go ha Mela tû bisilman nabî ?

Min go, heq rêya Siltan Êzî , weleh bi min gelekî xweş hat

 

Ez çume meydana hil a, ye dûr e, dirêj

Min li wir terkir sûret, rojî û nimêj

 

Feqiyan û alemê got: ……………………..Te welehî mele Ebûbekir dîn bûye. Kuro tû kurê mele Celalî, me digot tuyê ciyê bavê xwe bigrî û tû welatê Bota ciyê bavê xwe zeptbikî û tû vêga qewlê Êzdiyan dibêjî.

 

Mele Ebûbekir berdewam kir û got:

 

Ez zêr im eslê min sifir

Xafila ew sir nasnekir(bavê wî xafil bû)

Xafil korin li ser rêya siltan Êzî dibine kufir

 

Ez mele Ebûbekirê Cizîrê me

Ez bi eslê xweyî Qureşî me

Er himdila ji navê Siltan Êzî ra, ez Êzdî me

 

Feqiyan û alemê got: mala me şewitî û wele mele Ebûbekir dîn buye.

 

Mele Ebûbekir berdewam kir û got:

 

Heçiyê ku bêje Ebûbekirî dîne

Ez li wir bûm avakirin Meke û Medîne

Ez bi bazît ra bûm li daxistanê, li Qedîban û li Musilê

Gava padşahê min afirîn berê ewledibû, ez li dûbûm

 

Her ez im, her ez im,

Hiseynê Helac ez im

Sefîna çiyayê Cûdî ez im

Şertê nefes qebûl ez im

 

Mele Ebûbekir êdî, li ser Şêx Adî û mêren li dîwana Şêx Adî, bi qewlî vî bi deng dêje

 

Abat û mabatû liptan heta zeman e……

Her kesekê tiştek li bal e…….

Li axretê diket im qumaşe, qalibê erdaln e …………………

 

Abat û mabatû li tûcar nabe bi sinê ye………

Ezîzê mino, yekî bi tenê….

Ezîzêm te şêwrandî ay dê ne hayî ha…………………

 

Dinay dana li sewra ye…….

Di pîva û diqezira ye

Heftê hezar muxliqê bigiyan nade bi delêr e ,,,hayî ha…………………

 

Padşayê min î bi rimetkane……

Li ba ezîzê min bû eyan e……

Ez li cem te bûm te micalkir erd û ezman e hayî ha…………………

 

Xeberdan: Hinga riknê dinya yê hatiye danîn, ji hingê bahs dike…

 

Avabû cara ji mêje..

Ezîzêm li qebirand heyv û roje

Di nav de dahne bihiş û doj e hayî ha…………………

 

Ji xafila werî, ew çi peyv e

Ew erzanbûn Şems û Fexrên Mîra,

ev dinya bi husta di pîva …..hayî ha…………………

 

Hinga ku Mele Ebûbekir diçe malê, ew buyera ku Şêx Mend wî bi batiniya xwe guhastiye ji hevser û miletê li derdora xwe ra dêje. Û di peyra jî diçe Lalişa Nûran î û ew li ber mala Şêx Adî kirasdiguhêze.

 

Têbinî:

Min ev buyer û qewlê mele Ebûbekrê Cizîrê, peyv û bi peyv ji ber dengê rahmetiyê Hesenê Takorî, yê ku ilmê xwe ji ber yê Feqîr Temê, mala Feqîr Piçî yên ji merebiyên Ormaxala bûn û Qewalên ku ji Şengalê dihatine herêma Xaltiyan nivîsandiye, girtiye û di kaseteke  ku li mala birayê min Hiseyn Tolan de hatibû parastin nivîsandiye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev