Karê Koma KURMANCÎyê bi serketî berdewam e

Karê Koma KURMANCÎyê bi serketî berdewam e

Têmûrê Xelîl

 

Endamên Koma Kurmancîyê ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê karê xwe yê parastin û dewlemendkirina zaravê kurmancî bi awayekî serketî berdewam dike.

Rasthatinên me yên bi serokê Zanîngehê Dr. Lezgîn Ebdî Cemîl, Rêvebirê kargêrî Lezgîn Halo, Serokê beşa kurdî Dr. Kamuran Îbrahîm Mişextî ra hevgirtin û yekîtîya di navbera me û kurdên Başûr da xurttir kir. Ji xwe cîgirê serokê rektorê Zanîngehê Ebdulwehab Xalid Musa endamekî Koma KURMANCÎyê ye.

Rasthatinên ha me serbilind dikin, ji ber ku em ber çavên xwe dibînin, ku welatê me çawa gulvedide û bi saya van mamostayên zane û xwendekarên Zanîngehê welatê me wê zêdetir şên û ava bibe.

Cîyê dilxweşîyê ye ku mamostayekî pişka zimanê kurdî li Zanîngehê, serpereştê beşa zimanê kurdî ya malpera fermî ya Zanîngehê birêz Dilêr Kemal Ehmed eva êdî cara sisîyan e, ku tevaya karê organîzekirin û koordînîzekirina karê Koma KURMANCÎ hildaye ser xwe û em bi mêvanperwerîya wî a ji dil û bêhempa serbilind in û sipasîyeke dilînî bi wî dikin.

Fermo, hûn jî seredana vê malpera delal bikin: http://web.uoz.edu.krd/

Endamên Koma KURMANCÎyê ya Înstîtûya Kurdî ya Parîsê wê tevî xebata du Konferansên kurdzanîyê yên mezin bibin. Yek 2ê cotmehê li Zaxoyê û 4ê cotmehê li Koyê. Ya li Zaxoyê li ser ziman û edebîyetê ye, ya li Koyê li ser dîrokê ye.

Rojek taybet jî hatîye cudakirin bona endamên Komê seredana Lalişa Nûranî bikin, ku xemila Kurdistanê ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev