Nameyên evînî – 103

Nameyên evînî – 103

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Wêneyê te mêze dikim, dihelim. Hezar carî jî mêze bikim, eynî zewq û daxwez e. Weke wê ye, ku dema zarok bûm, min guhdarîya sitiranên kurdî dikir, yek gotin jî fêm ne dikir, lê min dixwest her ro bibihêm. A herî ecêb jî, eynî stran di eynî rojê da min dikaribû çend caran guhdarî bikira û jê zewqeke baş bigirta.

 

¤¤¤

Belê, ezîza min. Belkî destê min bişkê dema min nivîsî bersîva te “na” be. Lê ezê bo çi ji rastîyê birevim? Mirov bi 3 cûreyan ji zaroka xwe hez dike. Yek, dema xeyal dike wê zarokek wî hebe, 2. dema bi zaroka xwe va hemle ye 3. dema ew zarok dibe. Ev hemû hezkirin ji hev cuda ne, lê hemû jî hezkirin in.
Rewşa min (belkî a te jî wek min e) ha ye: 1.Min xeyal dikir yeke wek Nura min a min be. Ez bi ser ketim. 2.Min xeyal dikir ez jî ya Nura xwe bim. Ez bûm. (Ev dişibe xala 2an a jorê, dema hemlebûnê). 3.Dema ez bibim. Lê ez hela ne bûme, ango nehatime dinyayê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev